spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Malbatên girtiyan serdana partiyên siyasî û rêxistinên civakî kirin

Malbatên girtiyên nexweş ên ji Wan, Amed, Şirnex, Êlih, Mêrdîn, Gever, Sêrt, Edene, Mêrsîn û  Stenbolê hatin Enqereyê, piştî bi partiyên EMEP, DEVA, SOL û navenda TÎHV’ê re hevdîtin kirin, serdana CHP’ê jî kirin.

Malbatên girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin, ji bo tedawî û berdana xizmên xwe ragihînin li Enqerê serdanên partiyên siyasî û rêxistinên civakî berdewam dikin. Malbatên girtiyan serdana Navenda Giştî ya EMEP, DEVA, Partiya Çepgir û Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV’ê kirin, serdana CHP’ê jî kirin. Di serdanan de Hevserokê OHD’ê Bunyamîn Şeker, Rêveberiya HDP’a Enqerê û endamên Meclisa Partiyê yên HDP’ê jî bi malbatan re serdana partî û rêxistinên civakî bûn. Malbatan daxwazên xwe vegotin û xwestin partî û rêxistinên civakî guh bidin daxwazên wan û piştgiriyê bidin. Ji parêzerên Partiya Çepgir Gîzem Ozdem, destnîşan kir ku li cem daxwaza edaletê ya malbatan e û ji bo pêkanîna edaletê bang kirin ku têkoşîneke hevpar bê dayîn.

Di serdana CHP’ê de jî Cîgira Seroka Giştî ya CHP’ê Gulizar Biçer Karaca, anî ziman ku rojê nêzî 100 girtî ji girtîgehan nameyan ji wan re dişînin. Karaca anî ziman ku ji bo vê yekê hewldanên wan hene.

Malbatan piştî li Enqereyê bi partiyên siyasî û rêxistinên civakî re hevditin kirin vegeriyan Amedê. Malbat dê serdanên xwe yên partiyên siyasî û rêxistinên civakî li Amedê berdewam bikin.