18 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Malbatên girtiyan û TJA’yê li pêş girtîgehan çalakî li dar xistin

Aktivîstên TJA û TUHAYDER’ê li Amed, Wan, Mêrsîn, Stenbol û Îzmirê ji bo girtiyên nexweş û înfaza wan şewitîne bêne berdan çalakiyên girseyî li dar xistin û banga “Em bibin dengê girtiyên nexweş” kirin.

Stenbol

Tevgera Jinên Azad (TJA) û MATUHAY-DER’ê bi minasebat 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a  Navneteweyî, ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş û binpêkirina mafên girtiyan, li pêş Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê daxuyaniyek girseyî dan. Di çalakiyê de hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr, parlamenterên HDP’ê Pero Dundar û Dilşat Canbaz, endamên Meclisa Aştiyê  û xizmên girtiyan amade bûn.

Di çalakiyê de hevseroka HDP’ê ya Stenbolê Elîf Bulut, anî ziman ku bi têkoşîna jinan dikarin pergala heyî biguherînin û wiha got: “Em li qadan û hevalên me yên girtî li girtîgehan têdikoşin. Jin li her derê xwe bi rêxistin dikin. Jin heta azadiyê bînin ser vê axê dê têbikoşin.

Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr, jî xwest her kes li dijî neheqiyan têkoşînê mezin bikin û wiha got: “Tirkiye wekî DYA dixwaze pergala ku girtiyan bike kole pêş bixe. Em soz didin hevalên xwe yên jin ku em ê şopdarê vê dozê bin.”

Parlamentera HDP’ê Pero Dundar jî hevseroka KCD’ê Leyla Guven û berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan silav kir û wiha got: “Tecrîdê li Îmraliyê dest pê kir û li her derê belav bû. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 22 sal in di tecrîdê de ye. Êrîşî jinan dikin. Me tu carî li hemberî pergalê serî netewandiye. Em tu carî ji azadiyê gavan paşve navêjin.

Îzmîr

TJA û EGE-TUHAYDER’ê jî li pêş Sumerbankê ya navçeya Konakê ya Îzmirê bi heman armancê daxuyanî da. Parlamentera HDP’ê Ayşe Surucu beşdarî çalakiyê bû. Girsê di çalakiyê de pankarta, “Li dijî şer, xizanî û tundiyê dema azadiyê ye.” vekirin.

Amed

TJA û MED TUHAD-FED’ê li pêş Girtîgeha tîpa D a Amedê bi girseyî çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, parlamenterên HDP’ê, hevseroka HDP’ê ya Amedê amade bûn. Girsê di çalakiyê de dowîzên “Tundî sûcê mirovahiyê ye”, “Girtiyên nexweş serbest berdin” û “Ji çavdêriya îdarî re na” vekirin. Her çend polîsan xwest çalakiyê asteng bikin jî girsê astengî nas nekir û li vir daxuyanî dan çapemeniyê.

Wan

Li Wanê jî TJA û TUHAY-DER’ê li pêş Girtîgeha Tîpa T, F ya Wanê daxuyanî da. Parlamentera HDP’ê Muazzez Orhan, endam û rêveberên DBP û HDP û xizmên girtiyan tev li çalakiyê bûn. Girsê di çalakiyê de pankarta  “Li dijî xizanî, şer û tundiyê  dema azadiyê ye.”

Mêrsîn

Rêxistina TJA û TUAYDER’ê ya Mêrsînê jî li pêş Girtîgeha Tarsûsê daxuyanî da çapemeniyê. Lê leşkeran bi hinceta fermana walîtiyê heye destûr neda çalakiyê. Jinan li pêş leşkeran daxuyanî da. Parlamentera HDP’ê Fatma Kurtulan û gelek endamên OHD’ê yên parêzer tev li çalakiyê bûn. Jinan di daxuyaniyê de dirûşmeyên “Zext nikarin me bêzar bikin”, “Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin.

TJA û saziyên girtîgehan li Amed, Wan, Stenbol, Îzmir û Mêrsînê bal kişandin ser 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navneteweyî û xwestin tundiya li ser jinan bi dawî bibe.

Enqere

Platforma Jinan a Enqerê, ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navneteweyî, li Yekitiya Mulkiyeyan civîna çapameniyê li dar xist. Di civînê de pamkarta “Li dijî şer, xizanî û tundiya zilam û dewletê di 25’ê Mijdarê de Em bi hev re têbikoşin” hat vekirin. Di civînê de endama platformê Zeynep Korkmaz axivî û diyar kir ku di 6 mehên destpêkê yên sale de ji ber ku xwestine derbarê jiyana xwe de biryar bidin 130 jin hatine kuştin û wiha got: “Kesên çanda bêcezahiştinê ava kirine berpirsê cinayetan e. Desthilat li şûna pêşî li tundiyê bigire weke amûreke polîtîk bi kar tîne. Jin ji aliyê dewletê ve hedef tên nîşandan û sûcê kînê li dijî wan tê kirin. Li dijî vê em dev ji mafên xwe bernadin û têkoşîna xwe mezin dikin.”

Korkmaz, da zanîn ku li dijî polîtîkayên şer ku tên wateya tundiya li ser zarok û jinan aştiyê diparêzin û ev bang kir: “Em bang li hemû jinan dikin ku ji bo parastina maf û jiyana xwe dengê xwe li dijî şer, xizanî, tundiya zilam û dewletê bilind bikin 25’ê Mijdarê saet di 18.30’an de li Qada Sakaryayê bên gelhev. Bijî Têkoşîna me Jinan.”

Edene

Li Edenê jî jinên endamê Piştevaniya Mor, li taxên Barajyolû û Akkapi daxuyanî dan û bang li hemû jinan kirin ku tevlî meşa wê di 25’ê Mijdarê de li bajar bê lidarxistin bibin.  Wê meşa li bajar saet di 18.00’an de ji Qada 5’ê Çileyê heta Parqa Înonu bê li darxistin.

Colemêrg

Di rojên borî de hatibû diyarkirin ku li navenda Colemêrg û navçeyên wê çeteyeke ku di nav de leşker û cerdevan jî hene bi rêya şantajê fûhuşê li jinan ferz dike heye. Di encama şantaja vê .çeteyê de jinek hat qetilkirin û li yekê jî întîhar hat ferzkirin. Derbarê fuhuş û bikaranîna hişbirê ya li herêmê ku di encama polîtîaya şerê taybet de zêde bûne Tevgera Jinên Azad (TJA) daxuyaniyeke nivîskî weşand.