19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Malbatên Pirsûsê serdana malbata Şenyaşar kirin

Çalakiya nobeta “edaletê” ya Malbata Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê di roja 80’emîn de dewam dike. Ji ber ku Ferîd Şenyaşar îro çûbû hevdîtina birayê Fadil Şenyaşar û li Girtîgeha Xarpetê dimîne, birayê wî Mehmet Şenyaşarê ku ji êrîşê rizgar bibû, çalakî dewr girt.

Malbatên ku xizmên xwe di komkujiya bombeyî ya DAIŞ’ê ya li Pirsûsê windakirin ji bo beşdarî 19’emîn danişîna dozê bibin hatin bajêr û bi Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu re serdana malbata Şenyaşar kirin.

Dayika Emîne Şenyaşar di serdana malbatên Pirsûsê de der barê komkujiyê de ev tişt got: “Kesên komkujî kirin, bila ji wan re nemîne. Edalet tuneye. Ev 3 mehin em nobetê digirin. Lê kesên ku zarokên û hevjînê min kuştin, li Pirsûsê digerin. Kesên komkujî kirin, serbestin.”

Keça Îsmet Şeker Dîlek Şeker li ser navê malbatên Pirsûsê axivî û wiha got: “Ji bo ku em tev li danişîna 19’emîn bibin, em hatin Rihayê. Wê jî mîna min zarok û hevjîna xwe winda kirin. Kî ew kuştin? Gelo kî bavê min kuşt. Dewleta dest bixwîn ew kuştin û hîna jî temaşeyî me dikin. Ka li ku derê ye edalet? Ev 3 mehin zarokên xwe li malê dihêlin û tên li ser vê peyarê rûdinin. Em ji bo Pirsûsê edalet, ji bo hemû kesan edaletê dixwazin. Di têkoşîna edaletê de em bi hev re ne.

Malbatên Pirsûsiyan piştî serdanê, ji bo ku tevlî danişîna 19’emîn a dozê ya li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê bibin, derbasî edliyeyê bûn.