spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Malzaroka hunera min axaftina pîra min e

Hin stranbêj hene, bi stran û afirîneriya xwe di dilê mirovan de cih digirin. Em dikarin bêjin sedema vê yekê jî şêwaza stranbêjiya resen û muzîka ku her xelekeke wê bi çanda pirreng ve girêdayî ye. Yek ji van kesan Vedat Yildirim e ku ji sala 1993’yan ve bi ked û lêgerîna xwe, stranbêjiya xwe bi gelek ziman û gelek şêwazên muzîkê yên cuda dike. Yildirim di damezrîna komên Kardeş Turkuler û Bajar de cih girtiye ku di her straneke wan de ahenga çanda kevnar û ya nûjen heye. Ji bo agahiyên berfirehtir, vê hefteyê em bi stranbêj Vedat Yildirim re axivîn.

Ji ‘Kardeş Turkuler’ heta ‘Bajar’, Vedat Yildirim di rêwîtiya xwe ya 28 salan de, bi hesteke çawa diafrînerîne?

Ez ji kurdên Anatoliya Navîn im. Eşîrên me ji beriya sêsed salan ji Semsûrê hatine Enguriyê (Ankara). Gundên me li peravê Qizilirmaxê ne. Ji xeynî gundên kurdan, gundên tatar, tirkmen û ebdalan jî li der û dora me bûn. Ango min pirçandiya vî welatî, ji zaroktiyê heta niha zehf tam kir û hîn jî dikim. Ev bîst û heşt sal in ez hest û ramanên xwe mîna mêşên gerok ji rengîniya çand û zimanan werdigirim û hiltînim; hêza min ev e.

Bajar bi albûma ‘Nêz be’ di sala 2009’an de bi şêwaza muzîka rockê dest bi mûzîkê kir. Çima we navekî wek ‘Bajar’ tercîh kir? Qey kurd êdî bajarî ne?

Rast e. Hin kes heyîrî dimînin ji ber ku li Kurdistanê peyva ‘bajarî’ tê wateya pozbilindiyê jî. Hin guhdarên me dibêjin ‘yaw ez ji stranên we hez dikim lê navê we çima bajar e, ma em gundî ne’. Em jî dibêjin ‘navê koma me ne ‘Bajarî’ ye, ‘Bajar’ e. Em behsa jiyana bajaran dikin. Ji ber ku piştî 1990’î ji ber şerê qirêj, gelek însanên me gundên xwe terk kirin û hatin metropolan. Nifşên nû piranî li bajaran dijîn û di bin bandora çandeke tevlihev de ne. Sedema navê koma me ev e.

Di navbera şêwaza stranên Kardeş Turkuler û Bajar de, tê xuyakirin ku  tîpolojiya kesan a di stranan de guheriye. Sedema vê guherînê çi ye?

Armanca Kardeş Turkuler (stranên hevratî) parastina çand û zimanên gelên vê axê ye. Piranî stranên ku tên şîrovekirin gelêrî ne. Awaz û beste jî hene lê kêm in. Koma Bajar gotin û awazan bixwe diafirîne û ji ber vê jî naveroka besteyan berfireh e. Li ser mijar û tîpolojiyên bajaran disekine. Ne tenê tîpolojiyên kurd, tirk, ereb, ermen  û hwd jî… Slogana me ev e: ‘Ava Feratê tev li Marmarayê bû’ û ev hewldan hîn jî berdewam e. Kanê helbestvanekî navdar jî dipirsiya: ‘Ey bajar wê tu ji me re çi bêjî.’

Ji dans û muzîkên çerkez, mirtib, elewî, tirkmen, ermen û kurdan heta gelek çandên ku li Rojhilata Navîn hene, hûn bi zimanê wan stran û kareografiyên xwe amade dikin. Qey muzîka we ‘keştiya Nûh’ e? Dê mûzîk  çiqasî dikaribe çandên qedîm biparêze?

Erê tu rast dibêjî. Muzîka me wek keştiya Nûh e; malzaroka çanda gelan e ku ev çend sal in tê jibîrkirin, asîmîlekirin û xapandin. Gelo çima ez dibêjim ‘tê xapandin’. Ji ber ku rêbaza ewil a asîmîlekirinê ‘xapandina hestan e, xapandina fikr û ramanan e, jibîrkirina paşeroj û pêşêroja nifşan e…’

Her wiha bi Kardeş Turkuler, we çandeke kolektîv jî di muzîkê de ava kir. Girîngiya çanda kolektivîv, ji bo muzîkê çi ye?

Belê, sehneya Kardeş Turkulerê ji bo gelan platformek e. Bi taybetî jî   konserên ku li Stenbol Harbiye Açikhavayê hatine lidarxistin, dibûn mala hemû gel û çandan, kêmaran. Mixabin vî cihî êdî nadin me, didin ‘yandaş’an!

Ji bilî vê em endamên BGST’ê (Bogaziçi Gosteri Sanatları Toplulugu) ne. BGST di warê muzîk, şano, dans û weşanên pirtûkan de berheman diafirîne û parve dike. Armanca me ya ewil kolektîvîzm e, edelet e, afirandinên berfireh e…

Hûn bi rêzikên “Em şopa dîroka xwe têxin tûrik dev girê din/hemû kilam û çîrokan bernedin ha bernedin” dest bi strana ‘Tûrikê Derwêş’ dikin. Derwêşî lêgerîn û wateyê di xwe de dihewîne. Di tûrikê stranbêjên niha de, li gorî te barek çawa heye?

Ji ber qedexekirina zimanê kurdî, di nav gelê me de xwendin û nivîsandin bi pêş neketiye. Loma jî naverokên sohbetên di navbera kurdên me de ne dewlemend in. Peyvên me her diçe kêm dibin. Em li malê kurdî xeber didin lê li derve dev ji zimanê dayikê berdidin. Ev pirsgirêk ji bo hunermandan jî berdewam e. Em bi tirkî difikirin bi kurdî dinivîsin. Divê navbera gotin û stayla mûzikê de (rock, rap, pop hwd…) ahengek hebe.

Ger deng nûjen be divê gotin jî nûjen bin.

 Muzîka rocka kurdî bi Koma Wetan dest pê kir û bi komên wekî Tîpî Zanko Suleymanî û Tîpî Xanzad rocka kurdî berdewam kir. Ji salên nodî vir ve jî ji Koma Rewşen, Sîya Şevê, Ferec û hwd. heta roja me berdewam e. Bajar jî niha şêwaza xwe wekî ‘rocka alternatîf’ pênase dike. Tu rewşa rocka kurdî ya niha çawa dinirxînî?

Berhemên xweş û germ û dilovan zehf in, lê Mixabin derfetên muzîkjenên kurdan kêm in. Ji aliyekî ve nijadperestî û cudatî li ber me bendeke ku nahêle stranên me li kolanên bajarên rojava (Stenbol, Îzmir, Mêrsîn hwd.) belav bibin; li aliyê din jî bêsektoriya muzîka kurdî ye. Ji ber ku bûrjûwayên me ne neteweyî ne, pereyên xwe bo çanda kurdan xerc nakin. Wek mînak, li Stenbolê xwediyên gelek kûlûbên muzîkê kurd in lê komên kurdan dernaxînin ser dikan.

Di 28 salên xwe yên muzîkê de, tu bi gelek hunermend û stranbêjan re derketî ser dikê; te bi gelek zimanan stran gotin û tu hê jî dibêjî. Yanî di serboriya te ya hunerê de tim xwenûkirinek an jî lêgerînek heye. Vê yekê heta niha hêzeke çawa daye Vedat Yildirim?

Xwenûkirin karekî pir zehmet e. Divê mirov her roj hewl bide û bi pêş bikeve; hînkirin wek zarokan, bi dilekî ciwan. Ji aliyekî din ve jî divê mirov xwedî wîjdan be…

Di jiyana te de, çi ye bûyera herî zêde li te bandor kiriye?

Bi rastî serpêhatî û bûyerên ku hatine serê min pir in, lê niha tiştekî ku wekî mînak ji te re bibêjim nayê bîra min. Li min biborin. Ez dikarim di vê der barê de wiha bêjim ku periya afirîneriya min pîra min e. Navê wê Edûl e. Rîtima axaftina wê mîna ava aram malzaroka hunera min e.

 Mizgîniya xebateke te ya nû heye? Ger hebe dikarî qala naveroka wê ji me re bikî?

Rast e, hin xebatên me hene lê ji ber pandemiyê em nikarin zêde werin cem hev. Ev li ber karê me astengiyeke mezin e. Dîsa jî xebatên me berdewam in. Koma Bajar niha li ser fîlmekî dixebite. Em dixwazin soundtracka vî fîlmî jî derxînin. Ji Xeynî wan, di vê meha cotmehê de li ser youtubeyê dê konsera Bajar were weşandin.

Vedat Yildirim kî ye?

Di sala 1970’yî de li gundê bi navê Kesîk Koprû yê girêdayî Enqereyê hatiye dinê. Di nav malbateke qerebalix de jiyaye. Piştî ku dest bi dibistanê dike zimanê tirkî hîn dibe. Di 1993’yan de dema li Zanîngeha Bogazîçiyê Beşa Karsaziyê dixwîne dest bi muzîkê dike. Di vê salê de jî bi projeya Kardeş Turkuler dest bi mûzîkê dike. Di sala 2009’an de Koma Bajar dadimezirîne û heta niha jî bi gelek stranbêjên cuda re xebitiye û xebatên wî hê jî didomin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê