Tuesday, September 28, 2021

Mame: Lahor Şêx Cengî bi plangeriyekî re rû bi rû ma

Hevserokê Yekitiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Lahor Şêx Cengî yê hemû rayeyên wî jê hatin standin, di 19’ê tîrmehê de dest ji serokatiya lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanê berda.
Lahor Şêx Cengî beriya Cejna Qurbanê peyamek weşand û diyar kir ku dest ji serokatiya lîsteya Hevpeymana Kurdistanê berdaye. Cengî da zanîn ku ji bo parastina asayîş, aramiya Silêmaniyê û Herêma Federal a Kurdistanê bêyî parçekiryarekê bi awayek demkî desthilata xwe pêşkêşî hevserokê duyemîn kir û wiha got: “Heta ku rêziknameya navxweyî tê sererastkirin, ev riyek çaresariya pêşîlêgirtnina xwîna ku bê rijandinê ye.”

Têkildarî rewşa Lahor Şêx Cengî Rojnameger Shaswar Mame pirsên me bersivandin.

Hefteya borî di navbera Hevserokên YNK’ê Lahor Şêx Cengî û Bafil Talabanî de hin bûyer pêşketin û di encamê de Lahor Şêx Cengî dev ji Hevserokatiya YNK’ê berda. Di bingeha vê bûyerê de çi hebû, çi bû sedem ku Lahor paş de gav avêt?

Di rastiyê de Lahor Şêx Cengî bi xwesteka xwe dest ji Hevserokatiya YNK’ê berneda. Ew di nava partîya xwe de rastî pilangêrîyek mezin hat . Hêza wî jî tune bû ku pêşî li vê pilangêrîyê bigire. Ev helwesta Lahor ku di civîna Polîtburoya YNK’ê de desthilatiya hevserokatîya xwe da Bafil Talebanî, ji mecbûrî bû. Riyek din li pêşîya wî ne hatibû hiştin. Bêdengî û teslîmbûna wî girêdayî du tiştan bû. A yekem; Wî fêm kir ku hêza wî li hemberî vê derbeyê û malbata Celal Talebanî tune ye. A duyem jî wî ji bo parastina jiyana xwe û parastina hêviya carek din rabûna ser xwe ev gav avêt û hemû biryarên li dijî wî derketin, qebûl kirin. Bingeha van pirsgirêkan şerê mîratgirên Celal Talebanî ye li ser desthilatdariya YNK’ê. Hem malbata Celal Talebanî û Îbrahîm Ehmed hem malbata Şêx Cengî xwe wekî mîratgir dihesbînin. Lê bi vê derbeyê malbata Şêx Cengî fêm kir ku ew wekî beşek ji mîratgirên Celal Talebanî nayên hesibandin.

Armanc bi vê aloziya nav YNK’ê çi bû gelo?

Dawiya sala 2019’an de kongreya YNK’ê di bin bandora baska Bafil Talebanî û Lahor Şêx Cengî hat lidarxistin. Piranî kesên li kongreyê bi ser ketin girêdayî van du baskan bûn. Her du pismaman bi hev re di kongreyê de derbeyek spî li dijî baskên din yên muxalîf pêk anîn û desthilatdariya leşkerî, aborî, rêveberî û rêxistinî di navbera xwe de parvekirin. Ji ber ku her du jî xwe wekî kesê yekê di nava YNK’ê de didît, sîstema hevserokatî anîn nava YNK’ê. Lê di dema derbasbûyî de, di mijara siyaseta aborî, têkilîyên bi hikûmeta herêma Kurdistanê û Iraqê re, têkilîyên derve û rêvebirina YNK’ê de xwedî nêrînên cuda û liv û tevgerên cuda bûn. Gelek caran jî pevçûn çê dibûn. Derbeya 8’ê tîrmehê teqîna van nakokî û pirsgirêkan bû. Helbet rola PDK’ê û Tirkiyeyê jî di vê derbeyê de hebû. Xwestin Lahor bê bandor bikin, bi vî awayî baştir kontrola YNK’ê û hêza wê bikin.

Endamê Polîtburoya YNK’ê Cefer Şêx Mistefa û kurê wî piştî çûyina Lahor Şêx Cengî, serdana Mesûd Barzanî kirin. Ev yek ji aliyê gelek kesan ve wek ‘Plana li dijî Lahor Şêx Cengî’ hat binavkirin. Bandora van kesan a di çûyina Lahor de heye gelo?

Ce’fer Şêx Mistefa yek ji van serkirdeyên nava YNK’ê ye ku wekî baska PDK’ê di nava YNK’ê de tên binavkirin. Ne tenê di vê pêvajoyê de, gelek caran Şêx Ce’fer bi tevger û helwestên xwe xizmeta siyaset û berjewendiyên PDK’ê kiriye. Ew kesekî ku di nava endam û alîgirên YNK’ê de nayê hezkirin. Helbet di derbeya 8’ê tîrmehê de rola Şêx Ce’fer hem leşkerî bû hem jî rola wî mîna Beko bû di nava malbata Talabanî de.

Aloziyên di navbera YNK-PDK’ê de çi ne? Vê yekê bandoreke çawa li vê bûyera Lahor Şêx Cengî kir?

Piştî nexweşketina Celal Talabanî roj bi roj alozî di navbera PDK’ê û YNK’ê de zêde bûn. Di serdema Talabanî de ku Celal Talabanî pir girîngî dida pozisyona xwe ya li Iraqê, hêza PDK’ê li herêma Kurdistanê li hember YNK’ê zêde bû. Siyasetên PDK’ê di encama lewazîya YNK’ê û aliyên din de zêdetir çûn pêş. Bi taybet di mijara siyaseta aborî û girêdana herêma Kurdistanê bi Tirkiyê re, her wiha referandum û sîstema rêvebirina herêmê de. Ji ber ku li herêma Silêmanîyê her kes û alîyek bikeve bin bandora PDK’ê hêza gel wenda dike, ev yek bi serê YNK’ê jî hat. Lahor Şêx Cengî bi dijayetîkirina siyasetên PDK’ê di navxweya herêmê û di asta Iraq û Rojhilata Navîn de dixwest ji nû ve YNK’ê xurt bike û bandora PDK’ê li ser YNK’ê, herêmê û Iraqê lewaz bike. Ji ber vê jî PDK û malbata Barzanî qet ne amade bûn bi Lahor re tevbigerin û her tim dijberiya wî dikirin. Ji bo hilbijartina îsal ya parlemantoya Iraqê jî, ku rêkeftin di navbera YNK’ê û Tevgera Goran de heye û Lahor Şêx Cengî Serokê Hevpeymaniyê bû, PDK li benda wendakirinek mezin bû. Bi taybet ji ber ku Lahor gelek eşîrên Behdînan û Musilê nêzî xwe kiribûn û piştgiriya wan girtibû. Lê ev derbe ji bo YNK’ê bandorek mezin li encama hilbijartinê dike.

Ev bûyer li nav siyaseta Başûr û di nav gel de çawa tê şîrovekirin?

Bi giştî vê bûyerê endam û alîgirên YNK’ê û tevahiya raya giştî li Kurdistanê şok kir. Bi taybet rûxandina împaratoriya Lahor Şex Cengî û teslîmbûna wî di nava rojekê de ne çaverêkirî bû. Lê pêvajo neqediya ye û wê bûyerên din bi xwe re bîne. Li gor nêrîna min eger malbata Şêx Cengî pozisyonên xwe jî di nava YNK’ê de ji dest dabin, hê jî bandora wan heye. Hêza wan di nava endam û alîgirên YNK’ê û Tevgera Goran de heye. Ew herî kêm dikarin pirsgirêk û astengiyan ji bo desthilatdariya Bafil Talabanî çêbikin. Bi taybet di rewşekî de ku di nava YNK’ê de û li herêma Silêmanîyê bi giştî rihê nerazîbûn û opozisyonê her tim xurt e. Malbata Celal Talabanî bi vê derbeya leşkerî rûmeta kongre û pîvanên YNK’ê yên exlaqî bin pê kirin. Rast e ew hêz li navê Celal Talabanî digirin, lê piştî vê derbeyê ev têrê nake. Ev yek rê li ber dengên din yên di nava YNK’ê de vedike ku ew jî bi rêbazên ne rewa di dema alozî û nakokiyên navxweyî de tevbigerin. Kurên Talabanî jî nikarin hemû alozî û pirsgirêkan bi tena serê xwe kontrol bikin. Divê dengên derveyî malbatê ber bi xwe ve bikişînin. Ji kesekî wekî Bafil Talabanî jî nayê çaverêkirin ku dildariya hemû dengan bike û wan qebul bike. Ji ber vê ez bawerim dengên nerazîbûn û bandora wan êdî piranî dikevin sepeteya Lahor Şêx Cengî.

Her çiqas ku bi mijarê ve ne girêdayî be jî ez dixwazim sekna Edhem Barzanî ya dawi jî bipirsim. Herî dawiyê Edhem Barzanî jî bal kişand ser nakokiyên PDK’ê û berê da xwe derveyî welat. Berteka Edhem Barzanî di nav gel de çawa hat dîtin?

Edhem Barzanî di asta herêma Kurdistanê de ne kesekî bi bandor e. Hêza wî ewqasî hebe di nava malbata Barzanî û derdora wî de ye. Ji ber vê hêza helwestên wî sînordar e. Helwestên wî dibe ku bandorên sembolîk bikin, lê guhertinek bingehîn bi xwe re naynin. Ji aliyek din ve jî Edhem Barzanî bi kesekî wisa tê naskirin ku biryarên wî ne cêgîr in. Li gor şert û mercên wî yên siyasî diguherin. Gelek carên din jî ji PDK’ê dûr ketiye û behsa avakirina rêxistinek nû kiriye, lê piştre vegeriyaye nava PDK’ê û bi malbata Mela Mistefa Barzanî re li hev kiriye. Beşek ji raya giştî ev sekna Edhem Barzanî wekî pîlaneke malbata Barzanî dibînin ji bo kontrolkirina raya giştî ya muxalîf ji bo ku li baznika stratejîk a Barzaniyan kom bibin.