spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mamosteyên kirmanckî derbasî mamostetiya branşên din dibin

Li Tirkiyeyê bi milyonan kurd dijîn û her roj karê wan dikeve saziyên dewletê. Li gel vê gelheyê jî di hêla fermiyetê de zimanê kurdan tune tê hesibandin. Li tu saziyeke dewletê zimanê kurdî xizmet nayê dayîn. Ji ber vê yekê bi taybetî li bajarên kurdan lê li seranserê Tirkiyeyê di xizmetdayînê de pirsgirêk çidibin. Kurd nikarin tam xwe îfade bikin û xizmeteke bi qalîte nagirin.

Di rojên dawîn de ji bo derbaskirina vê pirsgirêkê li ser medyaya civakî kampanya hat destpêkirin. Bi milyonan kurd piştgirî dan vê kampanyayê. Beşdarên kampanyayê di parvekirinên xwe de rexne li polîtîkayên dewletê yên li dijî zimanê kurdî kirin. Di van rojên ku zimanê kurdî ketiye rojevê de derket holê ku li Çewlikê mamosteyên kirmanckî yên dersên bijarte, dev ji mamostetiya kirmanckî ber didin û derbasî mamostetiya branşên din dibin.

Terka mamostetiyê dikin!

Hîndekarê Zanîngeha Bîngolê Mûrad Varol ku li zanîngehê dersên kirmanckî dide, li ser hesabê xwe yê twîtterê ragihand ku li Çewlikê mamosteyên kirmanckî dev ji mamostetiya kirmanckî berdane û derbasî mamostetiya branşên cûda bûne. Twîtta Varol a têkildarî mijarê wiha ye: “Têkildarî guhertina branş/beşê ya mamosteyên kirmanckî êşeke ku demeke dirêj e me diêşîne heye. Hin mamosteyên kirmanckî, dev ji mamostetiya kirmanckî berdidin û di beşeke din de mamostetiyê didomînin.”

Hejmara mamosteyan kêm bûye

Têkildarî mijarê em li Hîndekar Mûrad Varol geriyan û me mijar rasterast jê pirsî. Varol, bi lêv kir ku sala borî 12 mamosteyên kirmanckî li Çewlikê peywir kirine, lê ji ber derbasbûna wan a branşên cûda hejmara mamosteyan kêm bûye û ev tişt got: “Ev yek bandorê li tercîhkirina xwendekaran a dersa bijarte ya kirmanckî jî dike. Her wiha ji ber ku mamoste dev ji mamostetiya kirmanckî berdidin, ji dibistanan re hincet peyda dibe. Dibistan radigihînin ku ji ber mamosteyên wan ên kirmanckî tunene nikarin, dersa bijarte ya kirmanckî bidin.”

Eleqeya ji bo kirmanckî baş e

Di berdewamê de Varol, anî ziman ku ji ber terikandina mamosteyan, xwendekarên beşa kirmanckî yên zanîngehê jî bi zorê motîve dikin û wiha pêde çû: “Xwendekar ji me re dibêjin ku heke mamosteyên kirmanckî derbasî mamostetiyeke din dibin, çima em vê beşê dixwînin. Ji ber vê yekê em jî zehmetî dikişînin.” Varol, got ku li Çewlikê eleqeya ji bo dersên bijarte yên kirmanckî baş e û ew dixwazin vê  eleqeyê zêdetir bikin.

Di dawiya axaftina xwe de Varol, destnîşan kir ku tenê têkildarî Çewlikê agahî li ber destê wî hene û ev tişt anîn ziman: “Dibe ku ev rewş li bajarên din jî hebe. Dibe ku li hin bajarên din jî mamosteyên kirmanckî derbasî mamostetiya beşeke din bûbin. Heta dibe ku ne tenê mamosteyên kirmanckî, mamosteyên kurmancî jî terka mamostetiya xwe kiribin û derbasî mamostetiya branşên cuda bibin.”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê