spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Manşeta Xwebûnê têkildarî Roja Zimanê Dayikê ye

Rojnameya Xwebûnê ku heftena weşanê dike, vê hefteyê bi manşeta; ‘Neheqî li vî zarê zêrîn bûne’ û balê dikişîne ser 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê.

Zimannas Husein Muhammed têkildarî 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê pirsên rojnameger Zekî Gurur bersivandin. Muhammed wiha got: “Divê em seranserî salê bo zimanê xwe bixebitin û di rojeke wiha de encamên wê xebata xwe ya tevahiya salê pîroz bikin, ne vê rojê tenê wek slogan bi kar bînin.” Muhammed got ku tirsa nemana temamî ya li ser hewramî û zazakî ciddî ye û wiha got: “Di raboriyê de neheqiyên mezin li vî zarê zêrîn bûne. Lê nabe ku em wê ji xwe re bikin hêcet û bihêlin ku kurdî lawaz bibe.”

Nivîsên têkildarî ziman

Her wiha Şerîf Derînce jî bi sernavê ‘Berxwedan ziman e!’ têkildarî roja ziman nivîsand. Samî Tan der barê rapirsîna bikaranîna zimanê dayikê ku ji aliyê Navenda Lêkolînên Civakî, Polîtîk ên Qadê hatiye amadekirin nivîsand.

Wêneyê Biroyê Heskî Têlî

Rohat Alakom bi sernavê ‘Wêneyekî ku gelek tiştan vedibêje; Biroyê Heskê Têlî’ nivîsandiye. Ev demek e wêneyê Biroyê Heskê Têlî li ser medyaya civakî bûbû rojev. Feratê Dengîzî cara ewil ji rojnameyê re nivîsand û çîroka ‘Hecî Şerîfa’ vegotiye.

Dengbêjê ciwan Murat Akbaşli

Veysî Varli der barê ciwanê dengbêj yê ji Wanê Murat Akbaşli ku li Tirkiyeyê bûbû rojev nivîsandiye. Varli di vê nivîsa xwe de hunera dengbêjiyê û dengê Akbaşli dinirxîne.

Di vê hejmarê de nivîsên Mizgîn Ronak, Selîm Temo, Zehra Mohammedzadeh, Ayhan Erkmen, Cemîl Oguz û Felemez Ulug cih digirin. Mehmet Şahîn bi zaravayê kirmanckî der heqê geşedanên li Idlibê nivîsandiye. Ferat Amed bi sernavê ‘Li dijî kurdan oryantalîzm û apartheîda dîplomatîk’ nivîsandiye.

Nûçeyên taybet

Di vê hejmarê de jî nûçeyên taybet ên rojnameyê cih digirin. Ji aliyê navenda nûçeyan de dayika bi navê Zeynep Îder ku di salên 1990’î de gundê wê hatibû şewitandin û niha ji di binê bendava Heskifê de maye hatiye vegotin. Dayik Îder her tim di xewna xwe de diçe gund û nav bîstan. Di rûpela jinan de navenda nûçeyan der barê sinetkirina jinan de nûçeyek amade kiriye.

Şanoger Gulbîn Bozan û Rabîa Heybetoglû bi navê Bê Henek lîstîkên şanoyê çêdikin û li ser medya civakî diweşînin. Heftê lîstîkeke xwe diweşînin û ji bo weşandina lîstîkê jî roja sêşemê hilbjartine. Armanca wan a bingehîn nîşandana hebûn û geşkirina zimanê kurdî ye. Nûçe ji aliyê rojnameger Qedrî Esen ve hatiye amadekirin.

Rojnameyê cara ewil di vê hejmarê de cih daye xaçepirsê.