19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Manşeta Xwebûnê: Zarok êdî bi kurdî mezin nabin

Rojnameya heftane Xwebûn vê hefteyê bi manşeta; ‘Êdî zarok bi kurdî mezin nabin’ digihêje ber destê xwendevanên xwe.

Vê hefteyê rojnameger Bîlal Guldem bi zimannas Zana Farqînî re hevpeyvîn çêkiriye û Farqînî di hevpevyînê de hem girîngiya Tora Ziman û Çanda Kurdî aniye ziman û hem jî ji bo zimanê kurdî hişyariyên jiyanî kiriye. Farqînî wiha dibêje: “Ez wek kesek li ser ziman dixebitim, di van xebatan de dertê holê ku em ziman û çanda xwe derbasî nifşên nû nakin. Em nikarin emanetê me ji dê û bavê stendiye bidine zarokên xwe. Zarokên me bi zimanê xwe mezin nabin û ranabin.”

Naveroka gotarên nivîskaran

Hejmara 5’emîn a Xwebûnê bi naverok û nivîsên nivîskaran balê dikişîne. Nivîskara rojnameyê Zehra Mohammedzadeh di gotara xwe de balkişandiye ser di çanda rojhilatê Kurdistanê de rola jinan. Mizgîn Ronak vê hefteyê di nivîsa xwe de ‘Otopsiya Sersalekê’ nirxandiye. Yildiz Çakar bi sernavê “delîlo delîlo dest(d)anê” nivîseke wêjeyî nivîsandiye.

Selîm Temo di nivîsa xwe ya vê hefteyê de çîroka ‘Eliyo Bira yê li Newala Qeremûsê’ vegotiye. Samî Tan têkildarî ‘Tora Ziman û Çanda Kurdî’ tesbîtên girîng kirine. Felemez Ulug rojeva Moskovayê û li Rojhilata Navîn ‘Lêgerîna desthilatdariyê’ nivîsandiye. Sedat Ulugana di rûpela dîrokê de nivîsa xwe ya der barê Alayên Hemidiyeyê de domandiye û vê hefteyê jî li ser Şerê Cîhanê yê Yekemîn û eşîrên kurd de nivîsandiye.

Şener Ozmen di nivîsa xwe ya sernavê ‘Dojeha ku li can û cesedê xwe digere de’ pirtûka Recep Dildar a bi navê ‘Dojeh’ nirxandiye. Agît Yazar gera xwe ya cihên dîrokî didomîne û vê hefteyê jî çûyê Darayê û şerê navbera Romayiyan û Persan nivîsandiye.

Her wiha Zekî Gorur der barê Tora Ziman û Çanda Kurdî çavdêriyên xwe nivîsandiye. Rojnameger Qedrî Esen di nûçe-analîza xwe de polîtîkayên li hemberî zimanê kurdî girtiye dest.

Edîtora rojnameyê Nevîn Alkan der barê pirtûka nivîskar Suleyman Yilmaz a bi navê Namdarê Kurdan nûçeyeke taybet amadekiriye. Di heman rûpelê de derheqê geşedanên ku di demên dawîn de li Dêrsimê diqewimin analîzek hatiye nivîsandin.

Di rûpela Qerf û Henekê de vê hefteyê xêzkar Julian Peters bûye mêvanê rojnameyê. Dildarê Amedê li ser kovara Zrîngê nivîsandiye û wiha gotiye;

Qirix hat û meşiya

Qelem xist nav tiliya

Bang kir Îmam Cîciya

Tersteqle û çendek diya

Go min Zrîng ji we re anî ya

Kovara xêzkariya

Xelo ji kêfa ziriya

Şevo rabû firiya

Malî rabûn ser piya          

Hêlo li qerfê geriya

Ji kerban re giriya

Ji bilî gotaran têkildarî xebatên yekitiya neteweyî û geşedanên li Kurdistanê diqewimin nûçe di rûpelên rojnameyê de cih digirin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê