Thursday, June 24, 2021

Maqûlên welatê jorîn -3-

Agîd Yazar
Keştiya Alalû

Qral Sardûriyê kurê Argiştî dibêje: 

“Gava ez li ser textê bavê xwe yê qiralyetê rûniştim, min ji bo yezdan Îrmûşînî perestegehek da avakirin.” Sardûrî dibêje: “Erd qeraç, çol û beyar bû. Li wir ti tişt lê çênedibû. Min li wê derê perestegehek ji bo yezdan Xaldî û kelateke zexm da avkirin. Min ji çemê Gûgûnayê coavek da kolandin. Min li wir rez, bexçe û bajarekî nû da çêkirin. Min avahiyên zexm avakirin. Min navê Sardûrhînîlî li wî bajarî kir.” Sardûrî dibêje: “Bi quwet û îzna yezdan Xaldî, min ev avahî tevdek ji bo xatirê bavê xwe Argiştî çêkirin.”

“Argiştiyê bavê min qral û fermandarekî ew çend mezin bû, bi salan li Tûşbayê li ser textê qralyetê rûnişt. Van avahiyên min ew çêkirine, lê miqate bin. Kesên wan birûxînin û ziyanê bidinê, bila xezeba yezdan Xaldî bi ser wan de bibare. Bila yezdan Xaldî, jiyana mezinahî û desthilatiyê bide Sardûriyê kurê Argiştî. Bi saya yezdan Xaldî, Sardûrî qralê mezin, qralê bihêz, qralê welatê Bîanîliya û lehengê bajarê Tûşbayê.”

Qral Sardûriyê 2’yemîn bi van gotinan me pêşwazî dike. Min jî xwest ez bi van gotinên liyaqî devê qralekî dest bi gotarê bikim.

Ev bajarê hanê yê mijara gotinê, bi sê navan tê naskirin: Sardûrhînîlî, Aspava û hespê şîn. Her qralekî Xaltî-Ûrartûyan bajarek ava dikir, paşgira “hînîlî” datanî li pişt navê xwe û navê xwe li wî bajarî dikirin. Wek nimûne: Argiştî-hînîlî, Sardûrî-hînîlî, Rûşa-hînîlî. Navê duyem Aspava ye. Asp, ango hesp. Ava jî jixwe ava ye. Navê sêyemîn jî Hespêşîn e. Ango tê wateya “hespê şîn” Navê Sardûrîhînîlî jixwe tê fêmkirin. lê dibe ku hûn bibêjin êdî ev navê “aspava, hespêşîn” ji ku tê? Belê hûn gelekî mafdar in.

Ev bajarê hanê 25 km dûrî navenda Wanê, li navçeya Payizavayê ye. Gava meriv ji Wanê diçe Colemêrgê, hema bi qasî 300 metreyî li milê rastê dikeve. Bajar, li ser rêzeçiyayekî li naverastê hatiye avakirin. Çiya, ji rojhilat ber bi rojava ve ji sê girên tûjik pêk tê. Ger meriv ji dûr ve li wan her sê girên bi hev ve binêre, ji kêlekê nola hespekî dixuyê. Nexasim gava dibe bihar û xweza kirasekî kipîkesk di ser bejna xwe de berdide, tu dibêjî qey hespekî di rengê biharê de, li wê naverasta deşta Xavsorê ji xwe re diçêre. Wateya her du navan ji vê yekê tê.

Tirk jî ji vî bajarê hanê re dibêjin “çavuştepe”. De ka gelo çi eleqeya vî navê “çavuştepe” bi van her sê navên min li jorê destnîşan kiriye, heye?

Aspava

Min di beşên berê de jî qalê kiribû ku qral Sardûriyê 2’yemîn qralê welatê Xalta yê herî serkeftî bûye. Di dema qral Sardûriyê 22’yemîn de, rewşa xweşguzariyê yê welatê Xalta derdikeve radeya herî rajor. Sardûriyê 2’yemîn her çar aliyê welatê xwe li hember êrîşên derve misoger dike.

Sardûriyê 2’yemîn bi vê mebestê bajarê Aspava ava dike, da ku êrîşên Asûrên xwînrij ên muhtemel ji hêla rojhilat ve pêk werin, wan li deşta Xavsorê rawestînin û Asûran li wir têk bibin. Loma jî bajarekî gelekî mezin ê zornebir ava dike. 
Gava meriv derdikeve ser pişt, serî û dûvê “hesp”ê avahiyên dîrokî derdikevin pêşberî meriv. Ji wan avahiyan perestegehek li ser navê yezdan Xaldî, yek jî li ser navê yezdan Îrmûşînî hatiye nezirkirin û avakirin. Yezdan Îrmûşînî, yezdanê herêmî yê vî bajarî ye. Perestegeha yezdan Xaldî ji zinarekî mezin kolane û berê perestgehê li hêla rojava dinêre. Ji kavilên perestegehê eyan e, di wexta xwe de mabedeke muhteşem bûye.

Herçî perestegeha li ser navê yezdanê herêmî, yezdan Îrmûşînî hatiye nezirkirin jî, ew perestegeheke biçûk lê gelekî xweşik e. Li ser dîwarê perestgehê kîtabeyên ji nivîsên mîxî pêk tê hatine bicihkirin. Di kîtabeyê de çi tê gotin, ji devê qral Sardûriyê 2’yemîn me li jorê dest bi vê gotara xwe kiriye.

Avahîsazî

Li ber hewşa perestgehê hêla bakur, kevirekî qul tê dîtin. Ew kevirê qul, cihê ajal ji yezdanan re lê dihatin gorîkirin û serjêkirin. Ji bo xwîna wê ajala dihat gorîkirin tev erda ne paqij nebe, coavek ji tahtê kolandine û xwîna wan arasteyî devereke taybet kirine. Gelekî eyan e ku wan ev yeka hanê bi dîrokeke olî û rêûresmên fermî pêk anîne.  

Kevirên dîwarê keleh û avahiyên li hêla rojavayê bajarê Aspava, meriv ji xwe re bengî dihêle. Ew çend kevir bêqusûr birrîne, milîm ji ser hev şaş nebûne. Meriv dibêje qey bi lazerê ew kevirên mermer wanî rast birîne û li hevdu edilandine. Ev hunera wan a kevirbirînê, hêjayî pesindayinê ye. 

Hinek avahiyên Aspava jî bi kerpîçên heriyê lêkirine. Ev avahiyên hanê jî heta tu bibêjî erê, bêqusûr in. Avahiyek ji wan avahiyên ji kerpîçên heriyê hatiye dîtin, embara dexil û zexîreyê ye. Di vê embarê de, kewar û kûpên dêwasa di ber hev de hatine danîn. Hin ji wan ên dexil, hinek jî yên şerab û yên rûnê kunciyan e.

Di nav kelehê de, embarên ava vexwarinê yên gelekî mezin jî hatine dîtin. Ev embarên avê li hêla rojavayê kelehê dikevin. Her wiha qesra bajêr jî, tevî kompleksa xwe li derdora van embarên avê hatiye avakirin. Di navbera perestegeha yezdan Îrmûşînî û qesrê de, korîdoreke ji tahtê hatiye kolan bi qasî dirêjahiya 200 metreyî heye. Ev korîdora miqîm ji tahtê hatiye kolandin, bilindahiya wê cîcîna bi ser bejna meriv dikeve.

Tişta herî zêde bala min kişand, kevirê daşirê yê nola kevirê altûrka bû. Hela carekê bidin bala xwe! Ev serê du hezar û 800 sal beriya niha, pêşiyên me li ser kêzînê, daşir çêkirine û qirêja xwe derxistine derveyî malên xwe. 

Çiqas şan û şerefeke mezin e. Pêşiyên me yên Xaltî-Ûratûyî, di paqijiyê de jî serkêşî ji mirovahiyê re kiriye. Pirsa divê em ji xwe biprisin ev e: gelo çi bi me hat em piştî du hezar û 800 salên din, îroj em di xaniyên jihevdaketî de dijîn? Pêşiyên me sê hezar sal berê tewaletê bi qenalîzasyon çêkirine. Lê heta 15-20 sal berê jî li gundan tewalet tine bû. Hîn jî li gelek gundên Kurdistanê xweşik tewalet tine ye.  

Genim, ceh, nîsk, nok…

Dijmin em ew çend şêt û gêj kirine, ji erd heta ezman em ji rastiya xwe bi dûr ketine. Kîjan tiştê nebaş be hemû li kurdan kirine mal. Yên baş jî li dijmin kirine mal. Li ser meselê, çêlekek nebaş be, lawaz be, kêmşîr be, cinî be ango dînomîno be, jê re digotin çêleka kurmancî. Genimê kurmancî; nizanim dîkê kurmancî û hwd… 

Gelo ev bû çi! Çawa çêdibe? Yên ku di jiyana mirovahiyê de cara ewil çêlek, mih, bizin, beraz, hesp dermale û kedî kirin kurd bin, mirovahî bi xêra kurdan ji şîr, hirî, post û goştên wan sûdê werbigrin, çawa di roja îroj de tenê yên nebaş bibin para kurdan?! 

Cara ewil yên simbilên genim, ceh, şolik, nîsk û nokan li derdora çiyayê Qerejdaxê kifş kirin pêşiyên kurdan bûn. Wan pêşiyên me ew simbilên genim, ceh, şolik, nîsk û nokan firidandin û birin di axa Kurdistanê ya bi xêr û ber de çandin, pêşiyên me bûn. Lê çima genimên nebaş bibin genimê kurmancî?! Tew ne kurd jî! Digotin filan tişt yê “kurmancî” ye. Ne kurd jî, kurmancî(!)

‘Hatin ji newalê bûn xwediyê malê’

Di hêla avahîsaziyê de jî heman tişt derbasdar e: malên ewil, perestgehên ewil, kelatên ewil, gund û bajarên ewil pêşiyên me ew ava kirine. Pêşiyên me kurdan, xelkên cîran anîne nav xwe û ew di lêkirina van avahiyan de dane xebitandin. 
Bi vî awayî ew xelkên cîran jî ji pêşiyên me hînî sewalvanî, cotkarî û mîmariyê bûn. Lê bextê reş! Hûn bibînin di roja îroj de 50 milyon kurd bê pergal, bê welat û bê azadî dijîn! 

Gotinek me kurdan heye, dibêje: hatin ji newalê, bûn xwediyên malê! 