20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Margaret Owen: Bila NY li cihên ku çekên kîmyewî hatine bikaranîn, lêkolînê bike

Parêzera Mafê Mirovan ya Brîtanyayê Margaret Owen bêhelwestiya welatê xwe ya li beramberî bikaranîna çekên kîmyewî rexne kir û diyar kir ku Brîtanya ne tenê bêdeng e, di heman demê de çekan jî difiroşe Tirkiyeyê. Owen ji bo lêkolînkirina herêmên ku hatine kîmyabaran kirin jî bang li NY’ê kir ku li cihên ku çekên kîmyewî hatine bikaranîn, lêkolînê bide destpêkirin.

Parêzera Mafê Mirovan ya Navnetewî û Endama Kampanyaya ‘Aşitî ji bo Kurdistanê’ Margaret Owen axivî. Owen got ku  tawanên dewleta tirk yên bi çekên kîmyewî dike, êdî ji aliyê herkesê ve tê zanîn lê, dewletên Ewropî ji bo berjewendiyên xwe yên aborî bêdeng dimînin.

Owen da zanîn ku dewleta tirk di sala 1997’an de peymana qedexekirina çekên kîmyewî îmze kiriye û van zanyariyan parve kir: “Dewleta tirk yek ji wan 65 dewletên peymanê îmzekiriye ye, lê tevî vê yekê jî heya niha gelek caran çekên kîmyewî bikaraniye. Herî dawî jî di tûnelan de bikaranî. Li ser laşê kesên ji wan êrîşên kîmyewî rizgarbûne gelek nîşaneyên çekên kîmyewî xuya dikin.”

Parêzer Owen diyar kir ku Brîtanya çekên kîmyewî nafiroşe Tirkiyeyê lê, gelek çekên cûda û madeyên ji bo çekên kîmyewî bên bikaranîn dide wê. Margaret Owen dibêje ku tenê di nava du salên dawî de dewleta Brîtanya mîlyarek 800 mîlyon Sterlîn çek firotiye Tirkiyeyê û wiha pêde diçe: “Dewleta Tirk wan çekan li  Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê, Bakûrê Iraqê û li kampa penaberan ya Mexmûr li dijî sivîlan bikar tîne. Dewleta tirk mirovan bêav dihêle û tewanên cûda dike.”

Margaret Owen dest nîşan kir ku ji bo Brîtanya dest ji vê siyaseta xwe berde, ew di nava hewldanên cûda de ne û ev tişt got: “Em hewl didin Brîntanya dest ji vê siyaseta xwe berde, lê ew berjewendiyên xwe yên aborî li ser her tiştî re digirin.”

Parêzera Mafê Mirovan ya Navnetewî û Endama Kampanya ‘Aşîtî Ji Bo Kurdistan’ Margaret Owen ji bo bikaranîna çekên kîmyewî werin lêkolînkirin bang li NY’ê kir ku li cihên ku çekên kîmyewî hatine bikaranîn, lêkolînê bide destpêkirin.