19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mazlûm Ebdî: Rûsya ne ji dil e

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî ji kovara amerîkî Foreîgen Polîcy re der barê nêzîkatiyên Rûsyayê yên li hemderî Rojava axivî.

Ebdî diyar kir ku Rûsya dixwaze wan û rejîma Sûriyeyê li hev bîne lê di rastiya xwe de tiştek wisa naxwaze.

Mazlûm Ebdî di axaftina xwe de da zanîn ku Rûsya dixwaze bi avakirina baregehan, hebûna xwe li rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê zexm bike lê dê nikaribe di vî warî de serkeftî be.

Ebdî ji ber aloziyên li rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rûsya tawanbar kir û diyar kir ku Rûsya xwe wekî ku dixwaze rejîma Sûriyeyê û wan li hev bîne nîşan dide lê di rastiyê de tiştekî wiha naxwaze û ne ji dil e.

Her wiha Fermandarê Giştî Mazlûm Ebdî di dawiya axaftina xwe de bi bîr xist ku li heremê hêza herî xurt hêza wan e û ew dixwazin bibin beşek ji artêşa Sûriyeya pêşerojê lê ne ya niha. WASHÎNGTON