Rojnameya Heftane

ME DU ŞOREŞ BI HEV RE DAN MEŞANDIN: Herî zêde dayikan ziman parastiye

Ersîn Çaksû

Vê hefteyê Berdevka Komîteya Perwerdeyê ya Kantona Qamişloyê Menan Mihemed Emîn û Endamê Komîteya Perwerdeyê ya Kantona Qamişlo Goran Şakir mêvanê xwendevanên hêja yê Xwebûnê ne. Me der barê rewşa perwerdeyê li rojavayê Kurdistanê ev hevpeyvîn çêkir, fermo em bi hev re li pirs û bersivan binêrin.

Piştî şoreşa Rojava we dest bi perwerdeya kurdî kir û ev 8 sal in perwerdeya kurdî tê dayîn. Ji ber ku li vê derê perwerdeya kurdî qedexe bû, em dixwazin vê pirsê ji we bikin: we çawa dest bi perwerdeya kurdî kir?

Menan Mihemed Emîn: Ligel şoreşa Rojava, me dest bi şoreşek din kir. Ew şoreş jî, ji bo me şoreşa perwerdeya zimanê dayikê bû. Me xwest em du şoreşan bi hev re bimeşînin. Beriya her tiştî me fêrbûna zimanê dayikê dest pê kir. Pir astengî hebûn, lê me xwest em pêşiyê kesên ku bikarin vî karî bimeşînin derxin holê. Me bi fêrbûna tîpan dest pê kir. Paşê hêdî hêdî em derbasî dibistanan bûn. Yek, du, sê û wisa me dibistan bi dest xistin. Ji ber ku wê demê rejîm hê li ser xwe bû. Wisa hêsan nebû ev kar. Mamoste hîna yên rejîmê bûn, sîstem, sîstema rejîmê bû. Me hewl da em zimanê xwe derbasî dibistanan bikin. Me qiflê dibistanan şikandin û em wisa derbasî dibistanan bûn. Rojên zehmet bûn, lê belê israra me mezin bû. Piştre êdî sal bi sal me gavên xwe mezintir kirin.

Mamoste, ji bo we, ew şikandina kilîdên deriyê dibistanan xwedî wateyeke çawa bû?

Goran Şakir: Astengiya me ya herî mezin ew bû ku, zimanê me li vê derê bi her awayî hatibû helandin, bişaftin û têkbirin. Rast e me ji ziman fêrbûnê dest pê kir, lê belê ev ne bes bû. Me dixwest êdî em zimanê xwe, çanda xwe, folklor û dîroka xwe bi zimanê xwe fêr bibin. Ew hesret di dilê her kesî de bû. Şoreşa Rojava jî, ji bo vê hesretê sersebebek pêgihîştin û pêkanîna vê hesretê bû. Pêşengiya şoreşa ziman mamosteyên me yên jin kirin. Piraniya mamostên me jin bûn. Yên ku ew kilîdên dibistanan şkandin jî disa mamostê me yên jin bûn. Mesela dema mamosteyê me diçûn gundekî, gundî hemû bi wan re diçûn deriyê dibistanan dişikandin perwerdeya kurdî didan dest pê kirin. Wekî ku hemû li benda rojek wisa bûn. Pêşiyê mintiqên biçûk dest pê kir, paşê jî bi firehbûna şoreşê, şoreşa perwerdeya zimanê dayikê jî fireh bû. Her kes bi dilşewat nêzîk dibû. Tiştek ku sedan salan jê mehrûm mabûn, lê ji bo wê mehrûmiyetê bidin aliyekî derfetek çêbûbû. Sedema serkeftina pergala me ya îro jî bingeha xwe ji wan rojan digire.

Beriya şoreşê ez ne şaş bim hinek ji we veşarî perwerdeya ziman didîtin?

Goran Şakir: Belê, rast e. Mesela beriya şoreşê, sala 2011’an me di malan de bi dizîka xwe perwerde dikir. Ew jî pir kêm bûn yên xwe perwerde dikirin. Piştî şoreşê jî me yekser wekî seferberiyekê ji bo her kesî dewreyên perwerdeya zimanê dayikê da destpêkirin. Ji her beşa civakê û her emrî de însanên me tev li van dewreyan dibûn.

Herî dawî we digot ‘me di nav demê de pergala perwerdeyê ava kir.’ Gelo we di avakirina pergala perwerdeyê de çi esas girt, yan jî wiha bipirsim; we xwest li ser kîjan hêmanan bimeşin?

Menan Mihemed Emîn: Beriya ku derbasî bersiva vê pirsê bibim, dixwazim tiştekî bêjim. Yê ku zimanê kurdî parast dayik bû. Dema perwerdeya kurdî des pê kir jî dayikan ev wek berpirsiyariyek li ser xwe dîtin. Wek mînak, berê dema zarok diçûn dibistanê, zimanek cuda fêr dibû, derdikete nav kolanê zimanekî cuda re rûbirû bû. Lê belê dema dihate malê zimanê dayikê diaxivî. Dayikan bi çil û bergên xwe be, bi danûstandina xwe be û bi lorîkên xwe be ziman heta astekê parastibûn. Ev wateyeke pir mezin e.

Menan Mihemed Emîn: Heke em werin ser mijara sîstemê jî; jixwe me got bi fêrbûna tîpan me dest bi perwerdeyê kir. Piştre ast bi ast em pêve çûn. Lê belê van em têr nekirin. Tenê fêrbûna ziman têrê nedikir. Me ev pirs ji xwe kir: gelo em pergaleke perwerdeyê ya çawa dixwazin? Em gihîştin wê baweriyê ku, divê pergala me ya perwerdeyê wek şoreşa me pirreng, pirziman û pirçand be. Ji bo wê jî me pergala xwe spart neteweya demokratîk.

Menan Mihemed Emîn: Me li ser vê esasê mufredata xwe, ji refa yekan heta refa 11’an amade kir. Me tenê zimanê kurdî esas negirt, zimanê dayikê pêş xist. Kurd, bi kurdî, ereb bi erebî, suryan bi suryanî fêr dibin. Me hemû materyalên xwe bi van sê zimanan amade kirin. Niha dema zarok dest bi dibistanê dike, heta refa 3’ran tenê zimanê dayikê fêr dibe. Dema derbasî refa 4’an dibe êdî zimanê din ê cîran lê zêde dibe. Kurd, bixwaze erebî yan suryanî fêr dibe, ereb bixwaze kurdî yan suryanî fêr dibe. Ev ji bo suryanan jî derbasdar e. Li gor xwestekê ye. Dema zarok derbasî refa 5’an dibe, wê demê perwerdeya zimanê biyanî jî lê zêde dibe.

Menan Mihemed Emîn: Li aliyê din komîteya me ya amadekirina materyalan heye. Ew komîte her sal perwerdeyê dişopîne, kêmasî û zêdegaviyên di perwerdeyê de tespît dike û di materyalan de li gor wê sererastkirin tên kirin. Her wekî din di nav salê de mamoste jî raporên xwe yên der barê materyalan de dişînin û li gor wê pirtûk û materyalên perwerdeyê di ber çavan re tên derbaskirin. Mesela îsal ji aliyê rêveberiya xweser ve hemû materyal hatin çapkirin û gihîştin hemû dibistanên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê.

Di salên borî de li ser mufredatê hinek nîqaş çêbûn. Lê belê îsal ew rexne hema bêje qet nebûn. Em dikarin bêjin di vir de êdî rêkûpêkbûnek çêbûye?

Goran Şakir: Belê, rast e dema mufredata nû derket, ji gelek aliyan ve gelek rexneyên cuda hebûn. Ew rexne hinek di cih de bûn. Ji ber ku tecrûbeyek me zêde nebû. Li aliyê din mufredata berê ne li gor çand, folklor û dîroka me bû. Ew rejîmê li gor xwe amade kiribû. Bingehek ku em xwe bispêrinê û pirtûkên perwerdeyê amade bikin nebû. Piraniya kêmasiyan di wir de derdiketin. Lê belê hinek rexne jî siyasî bûn. Kêmasiyên aliyê perwerdeyê û rêbazê de heta asteke baş hatin çareser kirin. Materyal û pirtûkên îsal hatin çapkirin niha xwediyê asteke baş in û hema bêje qet rexne jî li ser nîn in. Em dikarin bêjin tecrûbeyek baş çêbûye.

Niha li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê, gelek herêmên wek Reqa, Dêra Zor û Tebqa hene ku piraniya pêkhateyên wê ereb in. Li van deveran nêzîkatiya xwendekar û malbatan a li hember pergala we ya perwerdeyê çawa ye?

Goran Şakir: Ev mijar tenê girêdayî perwerdeyê nîn e. Girêdayî sîstema giştî ye. Dema YPG’ê û HSD’ê ev dever ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin, jixwe baweriyek avabû. Li ser vê sîstema perwerdeyê pêş ket. Bi rastî baweriyek çêbû. Yanî sîstem li kesî nehat ferzkirin. Wan deveran jî sîstem wekî sîstema xwe dîtin û pejirandin.

Goran Şakir: Tevî van tiştên em dibêjin êdî her kes çareserî û rizgariyê di perwerdeyê de dibîne. Eger em li rastiyê vegerin sedemeke şerê Sûriyeyê yê ku sedhezaran însanan canê xwe ji dest da û ev perçebûna Sûriyeyê jî perwerdeya şaş bû. Eger yekperestiyek li ser gel nehatiba ferzkirin, îro Sûriye di vî halî de jî nedibû.

Li her parçeyek Kurdistanê zimanek cuda li ser kurdî hat ferzkirin, wek erebî, tirkî û farsî. Li Rojava jî zimanê serdest erebî bû. Lê piştî şoreşa Rojava vaqiyetek nû derket holê. Gelo hûn jî kurdî li ser pêkhateyên din ferz dikin û dibêjin zimanê serdest kurdî ye, yan na?

Goran Şakir: Me xwe spartiye sîstema neteweya demokratîk. Pergala perwerdeya me çawa ye, hevala me jixwe behs kir. Ji bo pirsa we jî em dikarin wiha bersiv bidin: kesê/a ku tişta nexweş hatiye serê wî/ê wê yekê nayne serê kesên din. Em wê êşê baş dizanin û em nahêlin kes wê êşê bibîne. Ji ber wê çendê her kes zimanê xwe fêr dibe û bi zimanê xwe fêr bibe.

Mamoste salane serdestan digot kurdî nîn e; paşê gotin kurdî heye perwerdeya wî nabe; piştre gotin perwerda zimanê dayikê dibe lê perwerde bi kurdî nabe. Ango îdia dikirin ku perwerdeya ilmî, bi kurdî nabe. Gelo tecrûbeya we ya 8 salan çi nîşan dide. Bi kurdî dibe yan nabe, kurdî têr dike ya têrê nake?

Menan Mihemed Emîn: Em bi kurt û kurmancî bibersivînin. Dibe û pir jî baştir dibe. Û têrê dike û hêja ye jî… Destpêkê bi rastî jî astengî hebûn. Em bi xwe di vî warî de bêtecrûbe bûn. Lê belê ev nayê wê wateyê ku kurdî zeyîf e. Yên zeyîf em bûn. Niha astek çêbûye. Em nikarin kêmasiyên xwe li zimanê kurdî bar bikin. Kurdî zimanekî pir û pir dewlemend û xwedî dîrok e. Em di wê hêvî û baweriyê de ne, di nav demê de zimanê kurdî wê gavên mezintir jî biavêje.

Mamoste beriya çend salan her tim digotin kurdî di nav lîsteya “zimanên di bin metirsiya tunebûnê de” ye. Lê belê niha tê diyar kirin ku li ser kurdî metirsiyek bi vî rengî nîn e. Gelek zimanzan, lêkolînerên ziman dibêjin ku şoreşa rojava û sîstema wê ya perwerdeyê hêzek mezin da kurdî, bi taybet kurmancî. Hûn vê yekê çawa dinirxînin?

Goran Şakir: Ji bo bersivandina vê pirsê divê mirov li dîrokê vegere. Dema mirov li dîroka kurdî jî vedigere, ev tişt bi zelalî tê dîtin ku rehên kurdî pir di kûr de ne. Bingehek xwe ya saxlem heye. Tenê çi bûye, astengî li pêşiya vî zimanî hatine derxistin. Lê belê ev nayê vê wateyê, kurdî têrê nake û qels e. Ev nayê wê wateyê ku aliyê aborî û civak û zanist û raman de têrê nake. Bi şoreşa Rojava dema em careke din li xwe û zimanê xwe vegeriyan me dît ku ji aliyê jêderan ve hinek astengî hene. Lê me dît ku; ne ku ew jêder nîn in, hene lê hatine veşartin. Ji aliyê sîstemên serdest ên zilmkar ve hatibûn veşartin. Bi şoreşa Rojava re her roj, ev jêderên hatibûn veşartin, derdikevin û qewîn dibin. Ev yek jî her roj ziman dewlementir û xurtir dike. Em nabêjin her tişt temam e, lê belê herî kêm rê li ber qirkirina ziman hatiye girtin. Lê hê jî rêyeke dirêj li pêşiya me ye…

We di kurdî de tîpên latinî esas girtin…

Goran Şakir: Rast e. Ji ber ku ji bo kurmancî tîpên herî rehet tîpên latinî ne. Perwerdeya erebî jixwe bi tîpên aramî tê dayîn. Dema ku xwendekarek ji dibistanên me derdiçe, herî kêm sê alfabeyan û du zimanan fêr dibe. Ev jî dewlemendiyek e.

Di pergala we ya perwerdeyê de li gor we tişta kêmmayî çi ye?

Menan Mihemed Emîn: Niha li gor şert û mercan pergalek baş rûniştiye. Lê belê dîsa jî divê stratejiyek me ya demdirêj a perwerdeyê hebe. Di wî warî de hinek gav hene lê hîn tam negihîştine encamê. Ji ber ku gavên me yên destpêkê mehelî bûn. Me kêmasiyên wan zû didîtin. Lê belê niha êdî yekser dîtina kêmasiyan zehmet e. Divê stratejiyek demdirêj hebe ku em bikaribin pêvajoyek li ser hîmek saxlem ava bikin.

Mamoste em heman pirsê ji we jî bikin…

Goran Şakir: Ez jî tev li gotinên mamoste Menan dibim. Lê belê xeyaleke me ya wiha heye: Em bikarin zaravayên kurdî yên din jî di vir de di akademî û zanîngehan de bidin fêrkirin. Mesela di zanîngeh û akademiyan de beşên soranî, kirmanckî û hewramî hebin wê pir baş be. Di vir de fikrek û projeyek jî heye. Hinekî rewşa me ya siyasî baş bibe, şer ji ber deriyê me biçe, avêtina van gavan ne zehmet e.