25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Meclisa bi 27 endaman hat avakirin niha xwedî 27 sazî ye

Li komelgeha Duhola ya Şengalê, Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bi minasebeta 7’emîn a salvegera damezrandina meclisê  civiya. Tevahiya endamên Meclisê ji pêkhateyên Şengalê tev li civînê bûn. Di cîvînê de rapora Desteya Rêvebir a Şengalê hate xwendin û di çarçoweya raporê de rewşa siyasî, rêxistinî û xebatên ku têne meşandin bi berfirehî hate nirxandin. Di nirxandinan de bi taybet polîtîkayên tasfiyekirina Rêveberiya Xweser a Şengalê û hewldanên şikestina îradeya civaka Êzidî hatin nirxandin û li hemberî van polîtîkayan soza mezinkirina têkoşîna Şengala xweser û azad hate dayîn.

 ‘Mam Zekî û Merwan Bedel yek ji damezrînerên meclisa gel bûn’

Li ser navê Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, Cîgirê Hevserokatiya Meclisê Heso Brahîm daxuyanî da. Heso Birahîm da zanîn ku di 14’ê çileya 2015’an de meclisa avakar bi 27 endaman hatiye avakirin, di nav dorpêç û êrîşên çeteyên DAIŞ’ê de bingeha meclisa gel hatiye danîn û wiha berdewam kir: “Bi keda şehîdan ev meclis hate avakirin. Yek ji wan Mam Zekî Şengalî, Ş.Berxwedan û Hevserokê Desteya Rêvebir a Şengalê Merwan Bedel bûn.”

Heso Birahîm bibîrxist ku ji destpêka avakirina Meclisa Gel a Şengalê û heya niha pêşengên civaka Êzidî hedef hatine girtin û got: “Ev meclis bi 27 kesan hate avakirin lê îro 27 meclîs hene, 27 sazî hatine avakirin.

‘Bila Iraq neyê lîstikên dewleta tirk û PDK’ê’

Heso Birahîm hişyarî li hevkarên Tirkiyeyê û PDK’ê kir û ev bang li dewleta Iraqê kir: “Em bang li Iraqê jî dikin ku neyê lîstika dewleta Tirk û PDK’ê. Bila êdî mafê welatîbûna vî gelî qebûl bike. Êdî wê gelê me van tiştan bêbersiv nehêle.”