24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Meclisa ciwanan: Em ê bi ser bikevin

Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), merasîma xelatdayînê ya pêşbirka “Li dijî tiryak û destdirêjiyê em di hunerê de li hev dicivin” li eywana dawetê ya Rozayê ya Êlihê bi beşdariya hunermend Xecê şahiyek li dar xist. Parlamenterên HDP’ê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, endam û rêveberên Rêxistina HDP’ê ya Êlihê beşdarî şahiyê bûn. Jinen ciwan li salonê pankartên “Berxwedana jinên ciwan deng daye qadên azad”, “Li dijî hestên kujer em ê azadiyê şîn bikin” û “Em ê serdestiya mêr têk bibin” û wêneyê Denîz Poyraz daliqandin.

Jinên ciwan bi cil û bergên xwe yên gelêrî govend gerandin û dirûşma “Bijî Serok Apo”, “Bê serok jiyan nabe” û “Jin jiyan azadî” berz kirin. Piştî govendê sînevîzyonek derheqê têkoşîna jinên ciwan de hat pêşandan.

Parlamenter û Serokwekîla HDP’ê Meral Daniş Beştaş, axivî û bal kişand ser kampanyaya ciwanan û wiha got: “Kampanyaya ku ciwanan dest pê kiriye ji bo pêvajoyê xwedî rolekê girîng e. Li erdnîgariya Kurdistanê polîtikayek pir taybet têne meşandin. Bi hezaran ciwanên me bêkarin. Li şûna ku ciwanên me bixebitin û bibin xwedî kar, bi polîtîkayên taybet re rûbirû dimînin. Ew polîtîkayên qirêj her ku diçe xwe di civakê de bi rêxistin dike lê belê li hemberê vê yekê ciwanan têkoşîna xwe mezintir dikin.”

Parlamentera HDP’ê Ayşe Acar Başaran jî diyar kir ku bi taybetî di 6 salên dawiyê de polîtîkayên şer ên taybet bi şêwazek taybet tê meşandin û wiha got: “Îpek Er ji bi polîtîkayên şer ên taybet mînakek taybet bû. Ne tenê Îpek Er, li Wanê jî çawişekî pispor destdirêjiya du zarokan kir. Lê ji ber ku jinan deng bilind kirin ew kes hat girtin. Sekn û berxwedana jinên ciwan hêvî dide. Êdî jinên ciwan ji bo hişmendiyek azad dixwazin bijîn. Me çawa bi ciwanî dest pê kir, em ê bi ciwanî jî bi ser kevin. Jin dê li dijî polîtîkayên şer ên taybet serî natewînin. Em ê li ber xwe bidin. Jinên ciwan di her qadên civakê de têdikoşin. Li dijî tecrîdê sibêrojên azad hêvî dikin. Di vî warî de em têkoşîna jinên ciwan pîroz dikin û serkeftinê ji wan re dixwazin.

‘Jinên ciwan em li her derê ne’

Endama Meclîsa Jinên Ciwan Newroz Gulen jî wiha axivî: “Demeke dirêje em vê kampanyayê dimeşînin. Em îro dibînin ku jinên ciwan li her derêne. Jinên ciwan qet natirsin. Gava ew hikûmet bû desthilatdar, got qey dê ciwanan têk bibin. Lê niha em dibînin ku li hemberî hêz û coşa ciwanan bi ser neketin. Ez dixwazim ev hêz û coşa me qet nesekine û hertim bidome. Em ê bi serbikevin.”

Piştî axaftinan kesên ku di pêşbirkê de hêjayî xelatê hatine dîtin, xelatên wan hatin dayîn. Di juriya pêşbirka, helbest, çîrok û wêneyan de rojnameger Xecê Şen, Roza Metîna, Sultan Yaray, Serap Ergîn û Neşe Toprak cih girtin.

Şahî bi stranên hunermend Xecê bi dawî bû.