spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Meclisa Îştar: Divê gel dakeve qadan

Meclîsa Îştarê ya Wargeha Penaberan a Rustem Cûdî (Mexmûr), der barê hewldanên PDK’yê ya li dijî Şengalê û êrişên li hemberî Qadên Parastina Medyayê daxuyanî da. Hevşaredara Mexmûrê Rojîn Benek li pêş Meclisa Îştarê daxuyanî da û xwest gel li dijî van êrîşan dakeve qadan.

Hevşaredar Rojîn Benek, anî ziman ku hemû cîhan dibîne ku 5 meh in hêzake NATO bi teknîka herî pêşketî êrîşî şervanên azadiyê dike û wiha got: “Tê zanîn ku çekên kîmyewî di asta navneteweyî de hatine qedexekirin. Dewleta tirk sucê şer dike. Lê cîhan bêdeng e. Li aliyê din gelê Şengalê ku di encama 73’yê fermanan de kariye xwe li ser linga bigire, di nava xaka pîroz a Şengalê de bi awayekî bê ku pêwîstî bi hêzekê hebe, hewil dide xwe bi rêxistin bike. Bi rêve bibe û bi parêze. PDK ku tehemula wê yekê nake, hewil dide dibin navên cuda û şêwazên zirav bikeve xaka Şengalê û desthilatdariyê ava bike. Lê şêniyên Şengalê ji fermana 2014’an tecrubeyên jiyanî derxistin. Em wek jinên wargeha Şehîd Rustem Cudî ji ber sekna şêniyên Şengalê, ya ji destnedana destkeftiyên Şengalê de li ber xwe didin û ev du roj in di nava çalakiyan û parastina xaka xwe dikin, wan silav dikîn û pîroz dikîn.”

Erka xwe pêk bînin

Hevşaredar Rojîn Benek, herî dawî bang li gel kir û wiha got: “Em weke jinên wargeha Şehîd Rustem Cudî bang li qada navneteweyî dikîn ku ji bo sekinandina êrişên dagirkeriyê bi erka xwe rabin. Dîsa em bang li qada neteweyî ya kurd, partiyên siyasî, rewşenbîr û hemû hêzên peywendîdar dikin ku kiryarên PDK’yê yên ne di xizmeta gelê kurd de ne û li her çar parçeyan û derveyî welat dakevin qadan û van êrişan bidin rawestandin. Ji bo sekinandina xwîna dirije û rêxistina yekitiya neteweyî dem hatiye. Bi taybet divê em jin bi erka xwe ya demê rabin. Ji wargeha şehîd Rustem Cudî ya Mexmûrê berxwedana şervanên azadiyê ya di tunelên şer de silav dikîn û di berxwedana wan de li kêleka wan bûna xwe didin diyarkirin. Hemû cûrên êrişan yên li ser çiyayên Kurdistanê û Şengalê heyî şermezar dikin.”