19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Meclisa Îştarê bi 400 delegeyan konferans li dar xist

Meclisa Îştarê bi beşdarbûna 400 delegeyan li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) 12’emîn konferansa xwe li dar xist. Meclisê bi şîara ‘Bi ruhê yekîtiya jinê emê tekoşînê bilind bikin û Rêber Apo azad bikin’ dest bi konferasê kir. Konferans wê du rojan bi dome. Meclisê li salona konferansê posterên Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan û kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane vekir. Dîsa pankartên “Em ê bi tekoşîna jinên penaber faşîzmê têkbibin û bi Rêber Apo re azad bijîn”, “Jina bi rêxistinkirî welatekî bi rêxistinkirî ye”, “Em berxwedan û serkeftina gerîlayên hemdem silav dikin”, “Divê hemû roj bi jina azad re bê jiyîn”, ‘Rêgeza Bingehîn ya jiyana azad parastina cewherî ya jinê ye”, “Emê bi hişmendiya azad pergala Îmralî hilweşînin û Rêber Apo bi fîzîkî azad bikin” daliqandin.

Konferansê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre perspektîfên Ocalan, KJK hatin xwendin. Konferans dê bi xwendina raporan û nirxandinan 2 rojan bidome.