25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Meclisa Îştarê ya Mexmûrê çalakiya grevê bi dawî kir

Meclisa Îştarê çalakiya greva birçîbûnê ya li Wargeha Penaberan a Mexmûrê dabû destpêkirin, bi meşeke girseyî bi dawî kir.

Meclisa Îştarê çalakiya greva birçîbûnê ya li Wargeha Penaberan a Mexmûrê ku zêdeyî 9 mehin dabû destpêkirin bi meşeke girseyî bi dawî kir. Şêniyên wargehê li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan kombû û meşiyan. Girsê di meşê de al û posterên Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan û wêneyên kesên di şer de jiyana xwe ji dest dane bilind kirin. Girse li ber avahiya Malbatên şehîdan kom bûn û heta avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) meşiyan. Girsê di meşê de dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana gelê kurd” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin.

Girse li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) kom bû û deqeyekê rêz girtin. Hevseroka Meclisa Gel Pakistan Bîlen li vir daxuyanî da. Pakistan Bîlen wiha got:“Îro em di bînin ku dijmin kesên li her cihek Kurdistanê pêşengên ku nirxên têkoşîn û dîroka me ye û bi salane ked dane, dike hedef. Dixwazin gelê Kurd tine bikin û îradeya wî bişkênin.”

Pakistan Bîlen herî dawî wiha got: “Li ser bangawaziya ku hatiye kirin hevalên me yên zindanan çalakiya greva birçîbûnê bi dawî kirin. Li ser vê bingehê me jî wek gelê Wargeha Mexmûr pêwîstî dît ku dawî li çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bînin. Em hêvîdarin ku çalakiyên pêk bên, dê gelê wargehê bi awayek hîn xurtir pêş bixe.

Meş bi dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bijî Berxwedana gerîla” û “Bijî berxwedana gelê kurd” bi dawî bû.