În, Nîsan 16, 2021

Meclisa Jinan a HDP’ê: Em ê li her derê têkoşîna xwe bidomînin

Meclisa Jinan a HDP’ê roja 27’ê adarê civîn li dar xistibû û îro encamnameya civînê hat eşkerakirin. Di daxuyaniya encamnameyê de hat destnîşankirin ku Meclisa Jinan bi îsyana 8’ê Adarê, qîrîna azadiyê ya li Newrozê û hêza hevpar a jinan li dijî vekişîna Peymana Stenbolê moral û motîvasyon girtine û li Enqereyê li hev civiyane. Di daxuyaniyê wiha hat gotin: “Meclisa me xeta têkoşîna li dijî êrîşên li ser maf, jin, karker, kedkar, ciwan û li ser hemû hêzên civakî ji aliyê tifaqa zilaman a AKP-MHP’ê pêk tê diyar kiriye.”

Peymana Stenbolê

Di daxuyaniya danezana encamnameyê de hat diyarkirin ku bi biryareke di nîvê şevê de ji Peymana Stenbolê hatiye vekişîn û wiha hat gotin: “Dethildariya zilaman herî dawî destkeftiya me Peymana Stenbolê desteser kir. Biryara betalkirina peymanê ragihandina tunehesibandina îsyana di 8’ê Adarê de derket holê, diziya siberoja ciwanan û ragihandina nefreta li dijî kesên LGBTÎ’yê ye. Ev biryar ragihandina berpirsiyara kuştina jinan e. Ev biryar dijminatiya li jinan e. Em ê qet û qet dest ji Peymana Stenbolê ku mafê jinan diparêze bernedin.”

Di danezanê de hat desntîşankirin ku li dijî tifaqa jinan tune dihesibîne, weke parçeyeke tevgera jinên yekgirtî, têkoşîn bê dayîn û qet dev ji Peymana Stenbolê neyê berdan û nirxandinên ku di civînê de derketin holê wiha hatin rêzkirin: “Li her qada jiyanê jin li malên xwe tên qetilkirin; li dibistan, kuçe, kargehan zilam û dewlet li jinan dike. Di desthilata 19 salan a AKP’ê de, pirsgirêka bingehîn tunebûna edaletê ye. Mexdûrên herî zêde yên vê bêedaletiyê jin in. Meclisa me heta ku ev bêedaletî bi dawî bibe, wê bibêje, ‘Ji bo jinan edalet’ û qet dev jê bernede. Em ê ji bo Dayikên Şemiyê, Dayikên Aştiyê, Dayikên Pirsûsê, Dayikên Roboskî, Pinar Gultekîn, Îpek Er û Emîne Şenyaşar ku li Edliyeya Rihayê li ber xwe dide em ê bibêjin edalet.”

 ‘Em ê decrîdê bişikînin’

Faşîzm, bi tecrîdê gefê li jinan û kurdan dixwe û rejîmê dike weke pergalekê. Tecrîda ku li Îmraliyê li ser birêz Abdullah Ocalan tê ferzkirin, li tevahiya girtîgehan belav bûye û bûye êrîşeke li ser tevahiya civakê. Tecrîd rêbaza şikandina berxwedana civakî ye. Dewleta ku di cînayetên jinan de faîlan diparêze, destê jinan kelemçe dike û bi rêbazên girtîgeha malê dixwaze jinan têk bibe û hewl dide ku wan li derveyî siyasete bihêle. Greva birçîbûnê ku îro di roja 123’emîn de didome li dijî tecrîdê berxwedan e. Bi hêza ku me ji qadên Newrozê girt, li her qadê em ê li dijî tecrîdê li ber xwe bidin.

’Jin li keda xwe xwedî derdikevin’

Krîza aborî di pêvajoya pandemiyê de kûrtir bû. Desthilatdariyê di vê pêvajoyê de, li şûna gel, ji bo xelaskirina sermayeya xwe hewl da. Bi vê yekê re xizanî, bêkarî û kedxwarî zêde bû, herî zêde bandor li jinan kir. Bi qedexeyên pandemiyê re jî jin hepsî malan hatin kirin û bi tundiyê re rûbirû hatin hiştin. Bi pêkanîna Kod-19 karker îro ji kar tên derxistin, bi tundî û xizaniyê re rûbirû tên hiştin. Jinên kedkar bi vî awayî rastî pêkanînên neheq tên. Jinên ku li dijî xizaniyê têdikoşin, li dijî vê li ber xwe didin. Em ê jî weke Meclisa Jinan a HDP’ê, li dijî kesên xizaniyê ji bo jinan rewa dibînin têkoşîna xwe mezin bikin û hevdîtinên xwe yên bi jinan re bidomînin.

Têkoşîna jinan a hevpar

Berxwedan Bogazîçiyê, îsyana 8’ê Adarê, coşa Newrozê, têkoşîna li dijî feskirina Peymana Stenbolê û têkoşîna hemû jinan a li tevahiya cîhanê, me hîn zêdetir nêzî hev dike û dike yek. Tiştên di salên dawî derketin holê û tecrûbeyên heyî, zemîna hatina gel hev xurt kiriye. Desthilatdariya AKP û MHP êrîşî têkoşîn û destkeftiyên jinan dike. Dixwaze ku HDP’a azadî, wekhevî û têkoşîna jinan esas digire, bigire. Êdî tehemûla wan a jinan li nav siyasetê bibînin nemaye. Ji ber vê yekê jinan digirin, hepsî malê dikin û dixwazin wan teslîm bigirin. Li dijî vê hişmendî û zimanên zayendperest, em ê li her derê têkoşîna xwe bidomînin.

‘Em jin in, em HDP ne’

Em careke din diyar dikin ku di bingeha êrîşên li dijî HDP’ê de destkeftî û têkoşîna me jinan heye. Em baş dizanin ku doza girtinê êrîşa li dijî têkoşîna azadî û wekheviyê ya jinan e. Em bang li desthilata ku hemû xebatên me yên siyasî îllegalîze dike, dixwaze bi binçavkirin, girtin û cezayê pereyan me bisekinîne û jinên me yên siyasetmedar dike hedef dikin; em ê qet destûr nedin girtina partiya xwe ya têkoşîna azadî û wekheviya jinan esas digire, rêgezên jiyana nû qebûl kirine û hewl dide jiyana nû ava bike. 8’ê Adarê jî em in, Newroz jî em in, serhildana kolanan a jina jî em in, berxwedana jinan a li girtîgehê jî em in. Jinên li zevî û kargehan hildiberînin em in. Jinên ku çar dîwarên xanî hilweşandin û li dijî siyaseta serweriya zilam dest ji bikaranîna kursiyan bernedan jî em in. Em jin in, em HDP ne. HDP a jinan e. Em ê partiya xwe jî pêşeroja xwe jî jiyana xwe jî radestî we nekin. Em bang li jinên dibêjin em li her qada jiyanê hene dikin; êrîşa girtina HDP’ê ji we re ye. Ji Peymana Stenbolê re ye, ji ala keskesorê re ye. Werin em bi hev re li dijî pergala serweriya zilaman jiyana nû ava bikin.”