25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Meclisa Jinan a HDP’ê encanameya kampanyaya xwe diyar kir

Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya kampanyaya “Ji xizaniya jinan re na” de li Riha, Semsûr, Dêrsîm, Idîr û Bedlîsê bi jinan re civiyan. Meclisa Jinan encamnameya xebatên xwe bi civîneke çapemeniyê aşkera kir.

Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, endamên Koordînasyona Jinan, Feray Mertoglu û Tulay Koçak tevlî civînê bûn. Di civînê de encamname ji aliyê Ayşe Acar Başaran ve hat xwendin.

Ayşe Acar Başaran diyar kir ku li her qadên jiyanê de li hemberî kurd û jinan tifaqa mêran a AKP-MHP’ê pêş dikeve û wiha got: “Tifaqa AKP-MHP’ê tifaqeke zayendperest, mîlîtarîst, talanker û rantxur e. Bi rêbazên çetevarî êrîşên vîna gel û destkeftiyên jinan dikin. Hat dîtin ku çawa kuştina jinan, nelirêtî, dîzî, xespkirina çavkaniyên gel û ruşvet tê veşartin.”

Îqtîdar gel xizan dike

Acar bal kişand ser xizaniya cotkaran û ev tişt anî ziman: “Me di hevdîtinan de dît ku îktîdar çawa gel mehkûmê xizaniyê kiriye. Jinan mehkûmê 4 dîwaran dikin û keda di nava malê de red dikin. Em ê hevdîtinên xwe yên ‘Ji xizaniya jinan re na’ û ‘Ji bo jinan edalet’ bidomînin.

Ayşe Acar got ku ew li Agiriyê bi jinên kedkar re hatine gel hev û wiha axivî: “Jinan xizaniya xwe li cihê ku dixebitîn anîn ziman. Jinên li atolyeyên tekstîlê dixebitin serê sibehê saet di 08.00’an heta  19.00’an meaşên wan ji meaşên kêmtirîn jî hindiktir e.”

‘Di mûslixên zêrîn de avê vedixwin’

Her wiha Acar got ku komisyona ‘Ji xizaniya jinan re na’ li Îdir û Tetwanê jî hevdîtina kirine û wiha axivî : “Jinên li Îdirê dizanin kesên xizaniyê li wan ferz dikin li qesrê ji mûslixên zêr avê vedixwin. Em vê pergala mêtingeriyê qebûl nakin. Jinên li Tetwanê jî dibên berhemên me ên bi 50 quruşî ji wan tên kirîn bi 6-7 lîreyî li bazaran tên firotin. Jin bi vî rengî pergala kapîtalîst a serdest jî îfşa dikin.”

Di dawiya axaftina xwe de Ayşe Acar Başaran wiha got: “Li her cihê ku em lê ne em ê bibêjin “Ji Xizaniya Jinê re Na”. Bi bawerî û piştgiriya jinan em ê bi serbikevin.”