spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Meclisa Jinan: Bila dewlet dev ji bêhiqûqiya berde

Meclîsa Jinan ya HDP ji bo Garibe Gezer a li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da û ji bo Aysel Tugluk a girtî û pirsgirêkên wê yên tenduristiyê hene daxuyaniyek li meclisê dan. Di daxuyaniya ku wêneyên Garîbe Gezer hatin hilgirtin de berdevka Meclisa Jinan a HDP’yê Ayşe Acar Başaran axivî.

Ayşe Acar Başaran da zanîn ku ev demeke dirêje girtîgehên Tirkiyeyê wekî salên 1980’ê ne û wiha got:”Em vê yekê her tim tînin ziman lê guhên xwe digirin. Garîbe Gezer bi awayekî bêhiqûqî di hucreyê de girtin. Ji ber îtiraz kir ew kirin odeya bisinger. Berê jî Garibeyê name şandibû û me ev yek li meclisê jî anî ziman. Em mirina jineke bi muameleya ne baş ber bi mirinê ve çû wekî ‘întihar qebûl nakin’.Ev pêkanînana mîna salên 1980’î ne.”

Başaran bal kişand ser binpêkirina mafên li girtîgehan û ev tişt anî ziman:”Îro bi sedan girtiyên nexweş ji ber polîtîkayên dijminatiyê yên dewletê di girtîgehan de ne. Aysel Tugluk hevseroka KCD’ê bû. Rewşa wê her diçe xirab dibe. Em bang li desthilatdariyê dikin û dibêjin; dev ji bêhiqûqiya hûn dikin berdin. Aysel Tugluk wijdanê civakê ye. Berpisyar îktidar e. Em bang li jinan dikin û dibêjin werin bibin dengê Ayselê.”