18 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Meclisa Jinan der barê Doza Kobanê de daxuyanî da

Meclisa Jinan a HDP têkildarî Doza Kobanê daxuyanî dan. Meclisa Jinan di daxuyaniye xwe de diyar kir ku dê li hember her cureyên erîşê bê deng nemînin û wiha got: “Her roj bi rê û rêbazên cuda êrîşî têkoşîna jinan û desftkeftiyên wan dikin. Aktivîst, siyasetmedar bi awayekî neheq û dijhiqûqî têne destgîrkirin. Me mînaka vê yekê herî dawiyê di doza têkoşîna jinan ên HDP’ê, têkoşîna wekhevî û azadiyê de jî dît ku protestoya 6-8’ Cotmehê ya Kobanê kirin hinceta vê yekê.”

Meclisê di berdewamiya axftina xwe de da zanîn ku Doza Kobanê bi kemîneke siyasî hatiye vekirin û wiha ragihand: “Em ê bi 17 hevalên xwe yên ku 14 ji wan gritî ne, neyên darizandin lê em ê bi darizînin.

Em ê wan kesan ku jinên ji bo demokrasî û azadiyê têdikoşin kirine zindanan darizînin.

Em ê wan kesan ku hevseroktiyê û rêgeza temsîltiya wekheviyê sûc dibînin darizînin!

Em ê kesên ku dixwazin Peymana Stenbolê betal bikin darizînin!

Em ê wan kesan ku têkoşîna ji bo ekolojiyê sûc dibînin, sirûştê talan dikin darizînin!

Em ê wan kesan ku jinên têkoşîna jinê didin rehîn digrin, darizînin.

Em ê bibin dengê jinên ku DAÎŞ’ê ew qetil kirine û kesên ku ev çete berdane, darizînin!

Em bang li hemû jinên ku dibêjin ‘têkoşîna jinan nikare were darizandin’ê dikin, piştevaniyê geş bikin!”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê