20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Meclisa Jinan: Doza Kobanê bêtehemûliya li dijî parastina mirovahiyê ye

Meclisa Jinan a HDP’ê li Amed, Dêrsim, Îzmîr, Mugla û Mêrsînê ji bo Doza Kobanê daxuyanî dan. Meclisê diyar kir ku ‘Doza Kobanê tê wateya bêtehemûliya li hemberî berxwedanê’.

Meclisa Jinan li Îzmîr, Mugla, Mêrsînê li avahiya partiyê daxuyanî dan û gelek nûnerên saziyan jî tevlî daxuyaniyê bûn. Her wiha li Dêrsimê jinan li Kolana Hunerê daxuyanî dan çapemeniyê. Li Amedê jî Meclisa Jinan li avahiya HDP’ê ya navçeya Yenîşehîr a Amedê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de Meclisê der barê dozê de ragihand ku parastina berxwedana jinan a li Kobanê ne sûc e û wiha got: “Li dijî çeteyên DAIŞ’ê parastina berxwedana Kobanê ne sûc e. Sûca yekser bêdengbûyîna li dijî firotina jinan û tacîz û destdirêjiya li ser bedena jinan ne. Em ji vir dubare bang dikin ku li Kobanê di şexsê jinan de berxwedanek mezin pêk hat. Ev berxwedana bêhempa ji bo hemû jinên cîhanê bû hêviyek mezin. Ji ber vê yekê 1’ê mijdarê wek Roja Kobanê ya Cîhanê hat îlankirin.”

Doza Kobanê bêtehemûliya li hember kesên ku mafên mirovan diparêzin û li hember berxwedana jinan ne. Ev doz êrîşa li ser gelan, jinan û êrîşa li ser deskeftiyan e. Yên ku bêne darizandin divê çeteyên DAIŞ’ê û kesên ku ji wê qetlîamê re bêdeng mane ne. Em ê kesên ku êrîşê li gelê me û li deskeftiyê me dikin, bidin darizandin. Li dijî bêtehamûliya serdestiya mêr em ê tekoşîna xwe bidomînin.”