20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Meclisa Jinan ji bo salvegera Peymana Stenbolê hatin cemhev

Meclisa Jinan a HDP’ê têkildarî salvegera 10’emîn a Peymana Stenbolê li navçeya Surê ya Amedê daxuyaniyek dan. Berdevka Meclisa Jinan Ayşe Acar Başaran, Cigira Seroka Komê Meral Daniş Beştaş û parlamenterên HDP Semra Guzel, Remziye Tosun, Dersim Dag û Nuran Imir tev li daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji aliyê Berdevka Meclisa Jinan Ayşe Acar Başaran ve hat dayîn.

Ayşe Acar Başaran di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku bi destpêkirina qedexeyan re tundiya li ser jinan her çûye zêdetir bûye û wiha got: “Ligel hemû bangawaziyên me heta niha jî dewletê pêşî li tundiyê negirtiye. Hikûmeta AKP’ê ji roja pêşî heta îro bênavber, polîtîkayên tundî û tunehesibandinê li hember jinan têxe meriyetê.”

Başaran axaftina xwe de balkişand ser giringiya Peymana Stenbolê û ev tişt anî ziman: “Ger îro peyman di meriyetê de bûya, dê ev 106 jinên ku navên li ser pankartên, nehatina kuştin, dê zarok rastî taciz û tecawuzê nehatane. Em feshkirina Peymana Stenbolê qebûl nakin, dewlet wisa bi îmzayekî dê nikaribin betal bikin. Ji ber ku hê jinan peyva xwe ne gotiye.”

Di dawiya axaftina xwe Başaran banga tevlibûna kampanyaya ku bi boneya Peymanê hatî destpêkirin, kir.