spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Meclisa Jinan pirsgirêkên jinan guhdar kir

Meclisa Jinan ya HDP di çarçoveya kampanyaya “Ji Xizaniya Jinê re Na” îro çûn zozanên navçeya Avkevirê ya Agiriyê û serdana jinên koçber kirin û piştre çûn Gundê Zîroyê ê Agiriyê. Berdevka Meclisa Jinê ya HDP’ê Ayşe Acar Başaran, Parlamentera Agiriyê Dilan Dirayet Taşdemir, Parlamentera Stenbolê Oya Ersoy, ji Meclisa Jinan ya HDP’ê Mukaddes Erdogdu, ji Koordînasyona Jinê Feray Mertoglu, Tulay Koçak û Hazal Karabey, ji meclisa partiyê Hatice Akdag û ji Tevgera Jinên Azad (TJA)  Hacer Karaoglan di heyetê de cihên xwe girtin.

Heyeta Meclisa Jinan piştî ku pirsgirêk û daxwazên jinên koçber guhdar kirin derbasî gundê Zîroyê bûn û li vir bi jinan re sohbet hat kirin. Jinan diyar kirin ku keda wan nayê dîtin û bertek nîşanî polîtîkaya îktidarê ya li dijî kurdan, dan.  Her wiha jinan bal kişandin ser texrîbatên ekolojîk ên li herêmê.

Jinan di heman demê de diyar kirin ku HES li gundê wan tê çêkirin û gotin darên wan tên birîn. Heyetê pirsgirêkên jinan nîşe girt û ji wir veqetiyan.

Meclisa Jinan Jdê sibehê biçin Îdirê serdana jinên li baxçeyên qeresiyan dixebitin, bikin.