spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Meclisa Jinan serdana jinên kedkar kir

Meclisa Jinan ya HDP’ê di çarçoveya hevdîtinên “Ji Xizaniya Jinê re Na” de serdana jinên kedkar ên di karên wek daneheva mişmişan dikin û  li ser erdên pincar dixebitin, kir. Berdevka Meclisa Jinê ya HDP’ê Ayşe Acar Başaran, Parlamentera Agiriyê Dilan Dirayet Taşdemir, Parlamentera Stenbolê Oya Ersoy, ji Meclîsa Jinan ya HDP’ê Mukaddes Erdogdu, ji Koordînasyona Jinan Feray Mertoglu, Tulay Koçak û Hazal Karabey, ji meclîsa partiyê Hatice Akdag û ji Tevgera Jinên Azad (TJA)  Hacer Karaoglan û gelek jinên din hevdîtina bi jinan re kirin.

Jinên kedkar li vir pirsgirêkên xwe anîn ziman dan zanîn ku ji ber çînîna mişmişan nû dest pê kiriye ew nizanin ew ê çiqas heqdestên xwe bigirin. Jinan diyar kirin ew ji saet 04.00’an heta 17.00’an dixebitin û pirsgirêkên xwe wiha anîn ziman:”Li gor heqdestê sala berê em bi 110 TL’yî dixebitin. Beramberê keda me ya heta nîvro 70 TL ye. Em berdêla keda xwe nagirin. Lê ji mecbûrî ji bo em debara xwe bikin, dixebitin.”

Piştî serdanê, Meclisa Jinan diyar kir ku ew çûne gelek herêman û bi jinên kedkar re  hevdîtin kirine û ev tişt got:”Ne ku em dibêjin vaye em hatin we bibînin em çûn. Em ê pirsgirêkên we li meclîsê bînin ziman.”
Duyemîn roja hevdîtinên “Ji Xizaniya Jinê re Na” ya herêma Serhedê bi dawî bû. Îdir