25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Meclisa Jinan serdana malbata Şenyaşar kir

Çalakiya nobeta “edaletê” ya malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê, di roja 81’emîn de berdewam dike. Meclisa Jinan a Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê îro serdana malbatê kir.

Ferît Şenyaşar duh çûbû hevdîtina birayê xwe Fadil Şenyaşar ê li Girtîgeha Xarpetê dimîne. Ferît derbarê hevdîtina birayê xwe de axivî û anî ziman ku birayê wî bi awayekî bêhiqûqî 3 sal in li girtîgehê tê girtin. Lê ligel vê jî bi tena serê xwe li ber xwe dide û wiha got: “Birayê min jî baweriya xwe winda nekiriye. Rojekê wê rastî eşkere bibe û birayê min jî wê ji girtîgehê derkeve.”