Monday, September 27, 2021

Meclîsa Leşkerî: 22 leşker li Babê hatin kuştin

Meclisa Leşkerî ya Babê ragihand ku di çalakiya bersivdayînê ya dijî leşkerên Tirkiyeyê û komên girêdayî wê ya li gundê Yaşlî yê Babê de, 12 leşkerên tirk û 10 komên çekdar hatine kuştin. 21 leşker û komên çekdar jî birîndar bûn.

Meclisa Leşkerî ya Babê têkildarî çalakiya bersivdayînê ya li dijî leşkerên Tirkiyeyê ya li gundê Yaşlî yê girêdayî Babê daxuyaniyek da. Meclisê ragihand ku çalakiya li dijî qereqola gundê Yaşlî bi serkeftî hatî kirin û wiha cih da daxuyaniyê: “Ji 3 çeperan ve dijmin hatî dorpêçkirin. Di êrîşê de qerqol û nuqteyên derdorê jî hatine hedefgirtin û bi xurtî lê hatî xistin. Di 19`ê tebaxê di encama êrişa leşkerên Tirkiyeyê ya li dijî Navenda Têkiliyan a Meclisa Leşkerî ya Til Temirê de Endama Konseya Leşkerî ya QSD’ê û YPJ’ê rêheval Sosin Bîrhat, Egîd Girkê Legê û 2 şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê şehîd bûn. Di heman rojê de li ser rêka Elî Fero di encama lêdana seyara Endamê Fermandariya Konseya YPG’ê rêheval Rênas Roj şehîd bû. Di vê pêvajoyê de leşkerên tirk û komên girêdayî wê êrişên xwe li dijî herêmên me bênavber berdewam kirin û di encama van êrişan de jin û zarok jî di nav de bi dehan sivîlan jiyana xwe ji dest da û bi dehan kes jî birîndar bûn. Di van êrişan de her wiha zerereke mezin gihîşt mal û zeviyên sivîlan.”

Meclisa Leşkerî ya Babê diyar kir ku li hember van êrişên hovane yên dagirkeriya Tirk hêzên wan çalakiyeke bersivdayînê ya xurt bi awayekî serkeftî pêk anîne û ev agahî parve kirin: “Li ser vî esasî dîroka 7`ê Îlona 2021`an de ji aliyê hêzên me ve qereqola Gundê Yaşlî ya girêdayî Babê ku 60 leşkerên artêşa Tirk û çeteyên wî tê de dimînin, hate hedefgirtin, her wiha hêzên me bi 3 çeperên dijmin de girtin. Her wiha qereqol û çend nuqteyên din yên ku parastina wê dikirin, bi armanca bersivdayînê hatin hedefgirtin û bi awayekî bibandor hatin lêdan. Çalakî bi teqemeniyeke bi bandor dest pê kir. Di encama vê çalakiyê de beşekî mezin yê avahiya qereqolê, maşîneyên zirxî û çeper hatine îmhakirin. Her weha mewzî, wesayîtên zirxî û çekên giran yên qereqolên derdorê ku parastina wê dikirin jî bi awayekî bibandor hatin lêdan û derbeyeke mezin li dagirkeriya Tirk û çeteyên wê hatiye xistin.

Di vê çalakiya bersivdayînê de biqasî ku me tespît kiriye, encam wiha ne: 12 leşkerên Tirkiyeyê hatine kuştin, 3 jê giran bi giştî 11 leşkerên Tirkiyeyê jî birîndar bûn.

10 çeteyên girêdayî Tirkiyeyê hatin kuştin û 10 çete jî birîndar bûn. 3 panzêr û 2 wesayîtên kîrpî yên dijmin û gelek avahî, mewzî, çekên giran, wesayît û alavên leşkerî jî hatine îmhakirin û hatine şewitandin.

Di encama vê çalakiya bersivdayînê de hevalekî me birîndar bû û şervanên me yên çalakî kirine bi awayekî serkeftî vegeriyan baregehên xwe.

Parastina herêma Bakur û Rojhilatê Suriyê û gelê vê herêmê û nirxê wê erkeke me ya esasî ye. Em êrişî tu hêz û welatên din nakin, lê belê dema êirşên li ser gelê me, herêma me û şervanên me çêbibe, ji bo parastinê tu caran em dudilî jiyan nakin û ev mafekî gerdûnî yê rewa ye.”

Naveroka berêBûka mala me
Naveroka ya piştî vêLi şûna vemirînin temaşe dikin