25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Meclîsa Medyaya Dîjîtal a Kurdistanê ava bû

Meclîsa Medyaya Dîjîtal a Kurdistanê ya ku dixwaze geşedanên li Kurdistanê, êrîşên li dijî nirxên kurdan ragihîne û rojevê çêbike ava bû. Rêveberên Meclîsa Medyaya Dîjîtal a Kurdistanê diyar kirin ku ew di têkoşîna azadiyê de çepereke nû ava dikin û bi navê Meclîsa Medyaya Dîjîtal a Kurdistanê dest bi xwerêxistinkirinê kirine. Meclîsa Medyaya Dîjîtal a Kurdistanê, têkildarî armancê daxuyanî da û wiha got: “Wê hemû platformên medyaya dîjîtal a Meclîsa Medyaya Dîjîtal a Kurdistanê li hemberî êrişên li ser gelê Kurd û li hemberî qirker û mêtingeriyê wê xeteke nû ya têkoşînê ava bike. Wê meclîsa daxwaza jiyana azad û statuya siyasî ya Kurdistanê geş bike. Meclîsa Medyaya Dîjîtal a Kurdistanê ji bo ku li hemberî derewên Modernîteya Kapîtalîst şer bike û tevî hemû hêzên şoreşger û demokrasiyê yê dinyayê bi hev re bimeşe, hatiye avakirin. Rêya ku Şoreşa Rojava ji bo mirovayetiyê vekiriye wê bibe rêberê Meclîsa Medyaya Dîjîtal a Kurdistanê. Paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê rêya me ya li medyaya dîjîtal ronî bike.

Meclîsa me navnîşana medyaya dîjîtal a têkoşîna li hemberî tacîz, tecawiz û serweriya mêran e. Meclîsa me her têkoşîna ji bo wekhevî, azadî û edaletê wekî têkoşîna qebûl dike. Em ê tevî hemû gelên dinyayê yên li dijî neheqiyê serî hildidin, têbikoşin û pireke hevgirtinê ava bikin.

Em dixwazin medyaya dîjîtal bikin platfomeke berxwedanê û çi kesên ku bixwazin dikarin tevlî vê platformê bibin.”