19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Meclîsa nûneran a Belçîka dixwaze komkujiya êzidiyan bê qebûlkirin

Meclîsa nûneran a Belçîkayê ji bo komkujiya li dijî êzidiyan bê qebûlkirin dê saet di 10.15’ê 15’ê tîrmehê de pêşnûmebiryara têkildarî jenosîdê bidin dengdanê.

Meclîsa nûneran a Belçîka peşnûmebiryarê ku ji 10 rûpelan pêk tê, beşa esasî bi raya giştî re parve kir. Heke bi daxwaza li ser nave komên li parlamenê guhartin pêk neyê, wê ev pêşnûme weke li xwar hatiye rêzkirin bê qebulkirin.

Beşnûme biryar wiha ye:

Li ser naskirin qirkirinê li dijî Êzidiyan, darizandina sûcên qirkirinê  û alikariya ji bo civaka êzidî

Meclîsa Nûneran a Belçîkayê:

Bi sedemên ku ji A heta T (20 xal) hatiye rêzkirin:

*Sûcê qirkirinê li dijî Êzidiyan ku Dewleta Îslamê (DAÎŞ)’ê li Iraq û Sûriyê, ji sala 2014’an û vir ve dike, nas dike û mehkûm dike;

*Ji hikûmeta federal daxwaz dike;

1-Hemû rêz û rêbazên yasayî yên navxweyî û navneteweyî bikar bîne da ku tawana jenosîdê ya ku DAÎŞ’ê li dijî Êzidiyan li Iraqê û Sûriyê kir teqez bê ceza nemîne;

2-Teşwîqkirin û destekdayina hewldanên dadweriya Belçîka ya ji bo destnîşankirin û darizandina sûcdarên Belçîkî yên muhtemel ku li dijî civaka Êzidî sûc kirine;

3- Bi Êzidiyên ku dixwazin vegerin gund û bajarên xwe bibin alikar; bi taybetî daxwaz bê kirin ku peymana di navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta navendî ya Bexdayê re hatiye çekirin, bê bicîhanin; Jibo vê yekê jî pêşniyara ‘çavdêriya navneteweyî ya peymanê’ bê kirin.

4-Destekdayina ji nû ve avakirina bajar û gundên hatine hilweşandin

5-Alîkariya mirovî ya taybet pêşkêşî kesên ku rastî tundiya zayendî, koletî û kiryarên din yên dermirovî hatine bê kirin.

Ev pêşnûmebiryar ji aliyê Goerges Dallemagne (cdH) ve hatiye pêşkêşkirin.
Koen Metsu (N-VA), Catherine Fonck (cdH) û Vanessa Matz (cdH) jî pêşnûmebiryarê îmze kirine.