19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Meclisa Partiyê ya HDP’ê: Roj roja xwedîderketina li HDP’ê û destkeftiyan e

Meclisa Partiyê ya HDP’ê,  rojên 28 û 29’ê adarê civîna xwe ya awarte li dar xist û encamnameya civînê îro hat aşkerakirin. HDP’ê encamnameya xwe bi daxuyaniyekê ragihand û di encamnameyê de wiha hat gotin: “Roj roja têkoşîna hevpar a ji bo demokrasiyê ye. HDP wê li ser rêya xwe be. Em ê heta hetayê HDP’ê biparêzin û teqez li ser piyan bisekinin…”

Çend xalên girîng ên di encamnameya civîna Meclisa Partiyê ya HDP’ê de dertên pêş wiha ne.

‘Gel li îradeya xwe xwedî derket’

Di encamnameyê de hat diyarkirin ku gel li hemberî vekirina doza girtinê, bi awayekî xurt û bi dilsozî li partiya xwe û li îradeya xwe ya siyasî xwedî derket û wiha hat gotin: “Bi milyonan kes, Newroza xwe bi awayekî bi heybet pîroz kir û daxwazên xwe yên demokrasî, edalet, aştî û azadiyê û daxwaza rakirina tecrîda girankirî ya li Îmraliyê li ser birêz Ocalan tê meşandin bi bawerî anîn ziman. Bi vî awayî bîr û baweriya gelê kurd û hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê bi awayekî aşkera derket meydanê û peyamên zelal ji bo desthilarî û muxalefetê hatin dayîn.”

‘Armanc tasfiyekirina tevgera siyasî kurdan e’

Di encamnameyê de hat bibîrxistin ku beriya her tiştî armanca êrîşên dijwar  ên li ser HDP’ê tasfiyekirina tevgera siyasî ya kurdan e, ji qada siyaseta demokratîk û wiha ev tiş hat gotin: “Bi vekirina doza girtinê, ji aliyekî ve dixwazin polîtîkaya înkara kurdan a dîrokî bidomînin, li aliyê din jî hewldana sazûmankirin û birêkûpêkirina faşîzmê temam bikin. Vekirina doza girtinê, parçeyekî dijminahiya kurdan û berdewama rejîma qeyûman e. Loma jî ew ne dozeke hiqûqî, lê dozeke siyasî ye.”

‘Êrîş li dijî têkoşîna jinan e’

Di berdewama encamnameyê de hat destnîşankirin ku HDP bi polîtîkayên xwe û bi rêxistina xwe, partiyeke jinan e û êrîşên li ser partiyê di heman demê de êrîş û derbeya li dijî têkoşîna wekhevî û azadiyê ya jinan û destketî û îradeya jinan e û wiha domiya: “Hişmendiya ku doza girtinê li partiya me vekiriye û Peymana Stenbolê betal kiriye heman hişmendiya yekperest, nijadperest, zayendperest û mêrperest e. Lewre, têkoşîn û bîr û baweriya siyasî ya jinan li dijî tundî, kuştin û destdirêjiyê di heman demê de helwesteke xurt e li dijî êrîşên li ser partiya me jî.”

‘HDP siberoja ronak e’

Di encamnameyê de hat aşkerakirin ku wê bi bîr û bawerî têkoşîna xwe bidomînin û wiha hat gotin: “HDP, ji avahî û şexsan pêk nayê. HDP, bi berdêlên giran heta îro hatiye û mîras û fikriyata têkoşîna demokrasî û azadiyê ya li ser vê axê ye. HDP, siberoja ronak a Tirkiyeyê ye û di tarîtiyê de meşaleyek e. HDP, hêviya aştiyê ya Tirkiyeyê ye. HDP, deng û soza wijdana civakê ye.”

‘Roj roja parastina nirxên mirovahiyê ye’

Di dawiya encamnameya civîna Meclisa Partiyê ya HDP’ê de hat desntnîşankirin ku vekirina doza girtinê, ne tenê êrîşa li partiyê ye, di şexsê HDP’ê de êrîşa li temamî hêzên demokratîk û muxalefeta siyasî û li hemû destketiyên wan e û wiha bi dawî bû: “Roj roja xwedîderketina li HDP’ê û destketiyên me ye; roj roja demokrasî, edalet, hiqûq, azadiya mirov û heq, wekhevî û azadiyê ye.  Roj roja parastina nirxên mirovahiyê, bîr û baweriyê ye. Roj roja têkoşîna hevpar e ji bo demokrasiyê. Banga me li her kesî ye, li milyonan e: werin em bi vê berpirsyariyê tevbigerin. Oxira me wê bi xêr, serketina me wê bi heybet be. EM Ê TEQEZ BI SER BIKEVIN…”