20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Çarşema Serê Nîsanê pîroz kir

Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) cejna civaka êzîdî Çarşema Serê Nîsanê (Çarşema Sor) pîroz kir.

Xwedîderketina li Şengelê

Di destpêka daxuyaniya Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê de Cejna Çarşema Serê Nîsanê li civaka êzidî û li hemû mirovahiyê û bi taybetî li malbatên şehîdan hat pîrozkirin û hat bibîxistin ku tevî hemû hewldanên tunekirinê civakê ev roj parastiye û heya roja îro hatiye. Di berdewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Gelê me di rojên dîrokî re derbas dibe, di nav planên hebûn û tunebûnê dene. Ya girîng civaka me xwedî li nirxên xwe derdikeve. Xwedîderketina li Şengalê, erka li ser milê her kesên aştîxwaz e. Ji ber ku xwedîderketina li Şengalê, xwedîderketina li nirxên xwe ye.”

‘Berdêlên giranbuha hatin dayîn’

Di dawiya daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: “Ji bo ku gelê me bikaribe bi cil û bergên xwe, bi zimanê xwe û li ser bîr û baweriyên êzdayetiyê li ser axa xwe bi dilekî xweş, di nav ewlekariyê de rojên xwe yên pîroz pêşwazî bikin, me berdelên giranbiha dane. Ji bo gelê me bi vî awayî, bi rengekî azad bijî, heya dawiyê em ê li ser şopa şehîdan bin û Xweseriya Şengalê bi têkoşîna gelê xwe misoger bikin.”

TEV-DEM’ê Çarşema Serê Nîsanê pîroz kir

Di daxuyaniya de TEV-DEM’ê de cejna Çarşema Sor li gelê kurd û bi taybetî êzîdiyan hat pîrozkirin û hat gotin ku li gorî mîtolojiya êzidiyan çarşema sere Nîsanê Roja Sersala Kurdî ye û di vê mehê de jiyana nû ya hemû zindeyan dest pê dike. Di berdewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Ev bi serê xwe tê wateya berdewamkirina li ser bingeh û felsefeya jiyana xwezayî ya nû û wekî yekemîn gava parastina nirxên bilind ên mirovan û exlaqê wan e; piştre li herêma Mozopotamyayê bêyî cudabûn ji bo jiyana hevpar bû  qanûnek. Cewherê Çarşema Sor mîna rêzdayîna dualî ye û li ser bingeha wekhevî, edalet, nirxên cehwerî yên aştiyane, jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyên herêma Mozopotamyayê de ye û mirovên li hemberî xwe qebûl dike û bi aştiyane dijî, wekî modêla li Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê.”

Di daxuyaniyê de band hat kirin ku cejnê bikin pira biratiya di navbera pêkhateyan de û piştgiriyê bidin vîna civaka êzidî ku di nav destûra Iraqê ya Federal de nûnertiya Rêveberiya Xweser a Şengalê dike û ji bo sînordarkirina plan û fermanên li dijî vî gelî guncawtirîn çareserî ye.

‘Li ser bingeha neteweya demokratîk pîroz bikin’

Daxuyaniya TEV-DEM’ê bi van gotinan bi dawî bû: “Em Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM Çarşema Sor bi taybetî li kurdê êzîdî, li gelê herêmê pîroz dikin û bang li hemû hêzên aştiyane yên cîhanê û hemû gelê herêmê dikin ku hevgirtina xwe li ser bingeha rastiyê, rêgezên jiyana hevbeş, biratiya gelan û yekitiya çarenûsê ava bikin. Em hemû cejnên xwe yên olî û neteweyî li ser bingeh û felsefeya neteweya demokratîk bi hev re pîroz bikin.”