18 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

MED-DER: Divê kurdî bibe zimanê fermî

Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) têkildarî serdema perwerdehiya salên 2021-2022’an li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. MED-DER’ê di civînê de bi zaravayên kurmancî û dimilkî pankarta “Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî bingehîn û gerdûnî ye! Binpêkirina vî mafî sûcê li dijî mirovahiyê ye!” vekirin. Endam û rêveberên MED-DER, Komeleya Wêjekarên Kurd, HDP û DBP’ê beşdarî  civînê bûn. Hevserokê MED-DER’ê Rifat Ronî diyar kir ku  weke 98 salên borî, dê li vî welatî bi milyonan zarokên kurd, zimanê zarokên gel û etnîsîteyên cuda ên ku li vî welatî dijîn,  ji aliyê rayedarên dewleta Tirkiyeyê ve tune werin hesibandin û wiha got: “Dê dîsa zimanê tirkî li deh milyonan zarokan were ferzkirin û ji pêşdibistanan heta zanîngehan zimanê perwerdehiyê bi Tirkî be.

Ronî bibîr xist ku gelê kurd jî weke hemû gelên cîhanê, ji bo zarokên xwe perwerdehiya bi zimanê dayîkê dixwaze û wiha bi dawî kir: “Ne kêm, ne zêde di serî de mafê perwerdehiya bi zimanê dayîkê, di warê hemû  maf û azadiyan de, derfetên ku ji bo zarokên welatiyên tirk tên pêşkêşkirin, pêwiste ji bo zarokên kurd û hemû gelên ku hemwelatiyên Tirkiyeyê ne jî bên dayîn. Divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê. Zimanê me rûmeta me ye! Zimanê me nasnameya me ye. Zimanê me hebûna me ye! Bê Ziman jiyan nabe!”