18 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

MED-DER: Divê siyasetmedarên kurd ziman biparêzin

Komeleya Lekolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED DER) di sala 2017’an de bi armanca perwerde û pêşxistina zimanê kurdî li Amedê hat avakirin. Li ser zimanê kurdî xebatan dike. Bi zaravayên kurdî yên kirmanckî, kurmancî û soranî perwerdeyê dide. Li ser ziman bi saziyên civakî re jî hevkariyê dike.

MED-DER ne tenê li polan, her wiha li ser platforma zomê jî perwerdehiya zimanê kurdî dide. Hevseroka MED-DER’ê Şîlan Elmas têkildarî xebatên komeleyê û polîtîkayên dewletê yên li dijî ziman ji rojnameya me re axivî. Elmas li ser MED-DER’ê diyar kir ku ew dewama KURDÎ-DER’ê ye û wiha got: “Me nav guharî lê naverok û armanc me yek e.”

Hişmediya ziman ava dikin

Şîlan Elmas li ser xebatên MED- DER’ê rawestiya û wiha axivî: “Armanca me ya sereke ew e ku em di nava civakê de hişmendiya ziman ava bikin û parastina ziman pêş bixin. Li vir xebatên herî girîng perwerdeya ziman e. Sazî û dezgehên ku dixwazin fêrî zimanê kurdî bibin kar û xebatên xwe bi kurdî bikin divê serî li MED-DER’ê bidin. Di sala 2020’î de Platforma Zimanê Kurdî û Tora Çand û Zimanê Kurdî dest bi kampanyaya îmzayê kirin. Di vê xebatê de derket holê ku ên li ser navê kurdan siyasetê û xebata kurdî dikin, divê teqez bi zimanê herêma xwe bizanibin. Ji ber vê yekê HDP’ê biryar da ku parlementer, şêwirmend, endam û xebatkarên xwe bi zimanê xwe perwerde bikin. Ji meclîsa HDP’ê 450 kesan serî li MED DER’ê dan. Perwerde ji 2 beşan pêk tê. Yek ji wan li Enqereyê, ya din jî li Îzmirê çêbû. Girîngîya Îzmîrê ji ber Deniz Poyraz bû. Ji ber vê yekê me xwest di kesayeta wê de li wir perwerdeyê bidin. Hevalên li Îzmîrê spasname girtin hemû tirk bûn. Hewildan û eleqeya wan pir bala me kişand.”

MED DER’ê pol vekirin

Elmas li ser xebatên MED-DER’ê yên li Amedê rawestiya û ev tiş anî ziman: “MED-DER bi saziyên civakî re hevkariyê dike. Ma muzîkê bi piştgiriya MED-DER’ê 23’ê pol vekir û zarokan perwerde dike. Li şaxa Egîtîm-Sen’ê polek, li TMMOB’ê polek, li şaxa SES’ê polek û li Komeleya Koçberiyê (GOÇ-DER) jî poleke me heye. Bi rêya onlînê perwerdeya me didome.”

Bi navên cuda xebatan dimeşîne

Şîlan Elmas anî ziman ku MED DER bi navê cudatir li bajarên din jî xebatên xwe dimeşîne û wiha berdewam kir: “Niha li Êlih, Semsûr, Wan û Cizîrê xebatên ziman hene. Me li Farqînê nûnertî vekir. Em ê li navçe û bajarên din jî li gorî pêdivî û derfetên xwe hêdî hêdî qadên ziman vekin.”
Elmas li ser polîtîkayên dewletê jî rawestiya û wiha dirêjî da axaftina xwe: “HDP di hevdîtina butçeyê de mijara pir zimaniyê anî rojeva meclisê. Lê desthilata AKP’ê mijarê guhert. Desthilata AKP’ê perwerdeya ziman wekî mafên mirovan nabîne. Li cihekî mîna Amedê navên tax û dibistanan diguharîne. Li cihekî din jî Wezareta Perwerdehiya Neteweyî (MEB) dibêje ‘Me ji bo zimanê kurdî qûrs vekiriye. Dewlet bi xwe re dikeve nakokiyan. Li cihekî zimanê kurdî tune dike, li cihê din jî dibêje em perwerdeya zimanê kurdî didin.”

Divê xwedî li ziman derkevin

Elmas herî dawî xwest kesên li ser ziman siyasetê dikin divê bêtir ziman biparêzin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Kesên parastina ziman û xebatên ziman dikin dirûtiyên dewletê qebûl nakin. Zimanê me zimanekî rewa ye. Em ê ziman li dijî polîtîkayên wan ên qirêj biparêzin. Kesên li ser navê kurdan xebatan dikin divê ji me bêtir û çêtir li ziman xwedî derkevin. MED-DER di her astê de perwerdeyê dide. Ji asta destpêkê heta mamostetiyê didome. Zarok, ciwan û her kes perwerdeya ziman dibîne. Bila ji bo mamostetiyê serî li MED-DER’ê bidin. Dem û saetên perwerdeyê li gorî şagirt û mamosteyan tê guhartin. Em dixwazin her kes li zimanê xwe xwedî derbikeve. Xwe û zimanê xwe biparêz e.”