19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

MED-DER’ê ji bo zarokan şahî li dar xist

Komeleya Ziman û Lêkolîna Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER), ji bo balê bikişîne ser kurdî, li gundê Elvendî yê navçeya Çinarê ji bo zarokan şahiyek li dar xist.
 Hevseroka MED-DER’ê Şîlan Elmas Kan, di çalakiyê de axivî û bal kişand ser girîngiya zimanê kurdî. Elmas got: “Belê, hûn diçin dibistanên tirkî lê belê divê em li malê bi maliyan re bi kurdî biaxivin. Gava hûn ji dibistanê derketin û çûn malê, bi malbata xwe re bi kurdî biaxivin. Ji wan bixwazin ku çîrokên kurdî ji we re bibêjin. Kincên xwe yên gelêrî li xwe bikin û li gor çanda xwe tevbigerin. Xwedî li zimanê xwe derkevin.”
Paşê tîp û peyvên kurdî fêrî zarokan hatin kirin. Piştî perwerdehiya bi kurdî ji bo zarokan şahiyeke wêneyan û muzîkê hat lidarxistin. Piştî şahiyê zaroakn strana Zimanê Kurdî gotin û govend gerandin.
Piştî çalakiyê komeleyê seta perwerdehiyê ya kurdî li zarokan belav kir. Çalakî bi berzkirina dirûşmeya “Bijî zimanê kurdî” û govendgerandinê bi dawî bû.