20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

MED TUHAD-FED: Li hemû girtîgehan sirgûnkirin zêde kirine

Rêvebera MED TUHAD-FED’ê Sunay Aslan bal kişand ser rewşa girtîgehan û wiha got: “Bi taybetî di saleke dawî de bi hinceta şewba vîrûsa coronayê li hemû girtîgehan binpêkirina mafan zêde bûye.

Aslan, diyar kir ku di salek dawî de li hemû girtîgehan sirgûn zêde bûye û wiha got: “Di salek dawî de li gelek girtîgehan girtiyan sirgûn dikin. Di meha borî de malbatan serî li federasyona me dan û diyar kirin ku hemû girtiyên li Kirikkaleyê sirgûn kirine. Dema girtî sirgûn kirin, hemû girtî bi tundiyê re rû bi rû man. Dema girtiyan sirgûn dikin hemû alav û amûrên wan ên taybet desteser dikin. “

Bi ser qawîşan de digirin

Aslan, da zanîn ku girtiyên têne sirgûnkirin, li girtîgehên nû bêtir bi zext û tundiyan re rû bi rû dimînin û wiha got: “Pişti pandemî zêde bû, girtiyên li girtîgehên dûrî malbatên xwe dimînin, berî her tiştî dixwazin sewqî girtîgehên li nêzî malbatên xwe bêne kirin. Girtî daxwaznameyan didin. Lê bi hinceta pandemiyê bersivên erênî nadin girtiyan. Li dijî girtiyan cotstandartî heye. Bêyî daxwaz û agahiya girtiyan wan sewqî girtîgehên din dikin. Di meha borî de giştînameyek ji hemû girtîgehan re hat şandin. Piştî vê giştînameyê, gardiyan û leşkeran bi hev re bi ser qawişên girtiyan de girtin.”

Qawîşên girtiyan diguherînin

Aslan, anî ziman ku ji adara 2020’an heta niha bi hinceta şewba corona gelek girtî ji mafên xwe yên xwezayî û zagonî bêpar têne hiştin û wiha lê zêde kir: “Bi hinceta pandemiyê mafê girtiyan binpê dikin. Şertên pandemiyê li ber çavan nagirin. Piştî giştînameyê, hemû girtiyan ji qawîşê wan vala dikin û dişînin qawîşên din. Girtiyên ku ji dozên cuda girtî ne, wan di navbera qawîşên girtiyên siyasî de bi cih dikin.”

Ava germ nadin girtiyan

Sunay Aslan, bal kişand ser şertên girtîgeha Patnosê jî û wiha got: “Bi salan e li girtîgeha Patnosê pêkanînên dijmirovahî heye. Maf û pêdiviyên herî mirovî û zagonî nadin girtiyan. Behn ava vexwarinê tê. Xwarin nayê xwarin. Di nava xwarinê de madeyên plastîk heye. Bi tu awayî ava germ nadin girtiyan. Daxwaznameyên girtiyan li ber çavan nagirin. Mafê girtiyan ên jiyanî binpê dikin. Dixwazin pergala tecrîda li Îmraliyê pêş xistin, li hemû girtîgehan belav bikin. Ji ber polîtikayên dewletê destûr nadin ku girtî ji mafên xwe yên hiqûqî, zagonî û mirovî sûdê bigirin. Mafê hevdîtina vekirî nadin girtiyan. Girtî di tecrîda di nava tecrîdê de dijîn. Bi hinceta pandemiyê mafê hevdîtinê ji destê wan hatiye girtin û li ser girtiyan tecrîdê pêş dixin.

Em bang li hemû malbatan dikin ku li dijî van binpêkirinên mafan û bêhiqûqiyê li cem girtiyan cih bigirin. Em ê her tim şopdarên daxwazên girtiyan bin û ji bo daxwaza wan pêk bê em ê têbikoşin. Em wekî komele malbatan di aliyê mafê hiqûqî de agahdar dikin. Têkildarî mafê hiqûqî em panelan pêk tînin. Ev xebatên me yên panelan dê bidomin.