20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

MED TUHAD-FED’ê rêveberiya xwe nû kir

MED TUHAD-FED’ê li Eywana Dawetê ya Demîroka ya navçeya Rezana Amedê 1’emîn Kongreya xwe bi beşdariya malbatên girtiyan, nûnerên saziyên civakî û rêveberên partiyên siyasî pêk anî.

Kongreyê bi hilbijartina dîwanê û rêzgirtinê dest pê kir. Endamên dîwanê di destpêkê de bal kişandin ser pêvajoya heyî, êrîşên li ser gelê kurd, tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, çalakiya li zîndanan a ji bo şikandina tecrîdê, qirkirina siyasî, zext û tundiya li ser girtiyên siyasî pêk tên. Beşdarên kongreyê dem bi dem dirûşmeyên “Bijî berxwedana zîndanan” berz kir.

Di berdewamîyê de Parlamentera HDP’ê Remziye Tosun axivî û bal kişand ser tecrîda li ser Ocalan û wiha got: “Ev tecrîd di şexsê Ocalan de li ser jinan, ciwanan û hemû beşên civakê ye.” Tosun çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan jî silav kir û wiha axivî: “Divê ev berxwedan bê xurtkirin ku tecrîda li ser Ocalan bişikê û demek beriya demekê Ocalan azad bibe û were nav gelê xwe.”

Piştî axaftinan Ahmet Yavuz rapora xebatên û rapora malî ya MED TUHAD-FED’Ê xwend. Rapor bi dengdayînê hat pejirandin. Piştre lîsteya ji bo rêveberiya nû ya ji aliyê komîsyonekê hatibû amadekirin hat xwendin.

Li gorî vê yekê Hevserok Ahmet Dogan, Emîne Kaya, ji bo rêveberiyê jî Aygul Arat, Sunay Aslan, Dîlek Ozer, Serhat ugur, Yûsûf Çakas, Nimetullah Yurek, Zekî Baran, Ahmet Baran, Nilay Gulêser, Mehmet Şênbahar, Budret Temel, Emîne Guzel, Guler Yuksekdag, Esin Çelîk, Nesim Ozkan, Umit Çapa, Cahit Argiş û Esmer Oguz bi dengdayînê hatin hilbijartin.