23 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Meha adarê û berxwedan

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Di dîroka her neteweyê de hin roj an jî hin demên pir biwate hene. Bi demê re, ev roj di nav gel de veduguherin nirxên civakê. Di dîroka gelê kurd de jî rojên wisa bi wate û nirx pir in. meha adarê sembola van roja ye.

Ji bo gelê kurd meha adarê, meha şîn û şahiyê ye, meha jenosîd û serkeftinê ye, meha dagirkeriyê û têkoşînê ye, meha Newroz û azadiyê ye, meha enfal û edaletê ye.

Bi kurtahî ev meh, qasî ku sembola zilm û zordariyên hatine serê gelê kurd, her ewqas jî berxwedan û têkoşîna azadiya gelê kurd vedibêje. Di vê mehê de gelê kurd dibe xwedî hêza berxwedan û azadiyê.

Di destpêka meha adarê de gelê Kurd ji milekî ve bi dehhezaran qurbaniyên di enfalê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr tîne ji aliyê din ve jî salvegera raperînên li dijî dîktatoriya rejîma Baasê pîroz dike.

12’ê meha adara 2004’an li rojavayê Kurdistanê gelê kurd cara yekem li dijî rejîma zilmkar serî hilda. Ji wê rojê vir ve gelê kurd vê rojê bi rihê serhildanê pêşwazî dike.

Gelê kurd 16’ê vê adarê de ji bo qurbaniyên Helebçeyê reş girê dide. Li ser vê xemgîniyê bi hêrseke mezin ve li dijî dagirkeriya Efrînê serî hildide.

21’ê Adarê li dijî Dehaqên hemdem dengê têkoşîn û berxwedana rihê Mazlûman geş dibe. Di vê rojê de li tevahiya welat gel dadikeve qada û dengê azadiyê diqîre.

Gelê kurd bi sedan salan e li ser vê axa pîroz, li gorî kevneşopiyên xwe xwedî li çand û hebûna xwe derdikeve. Hêzên metînger ên dixwazin siberoja gelê kurd tarî bikin, hewl didin di vê rojê de derbeyên mezin lê bidin. Tevî hemû êrişan jî gelê kurd bi rihê Newrozê ve di xwe de hêza jinûveavakirinê dît û li dijî van êrişan derket.

Lê hêzên mêtinger li Kurdistanê ji bo vê mêhê bi temamî bikin meha şînê û reş bikin, serî li her cure qirêjiyê didin.
Îro êrişên li ser Partiya Demokratîk a Gelan nîşaneya vê yekê ye. Ji milekî ve, ji bo îradeya siyasetmedarên di bin banê HDP’ê de faaliyetên siyasî didin meşandin bişkîne, êrişa dibin ser parlamenter û endamên HDP’ê, ji milê din ve jî bi destê dadgeha ku di destê rejîma AKP-MHP’ê de bûye amûreke tolhildanê dixwazin siyaseta demokratîk bê bandor bikin. Çawa ku ev êriş ne jixweber in, di vê demê de pêşxistina wan jî ne ji rêzê ye. Li Kurdistanê her bûyer û pêşveçûnên diqewimin ji nêz ve bi siyasetê re eleqedar in.

Ji ber vê yekê, çawa ku ev hemû pêşveçûn û bûyerên li herêmê diqewimin bi hev ve girêdayî ne, îdiayên der barê jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de jî ne ji rêzê ne.

Armanc û hewldanên neyarên gelê kurd diyar e. Ew dixwazin di nav gel de îradeya têkoşîn û berxwedanê bişkînin, têk bibin. Lewma li dijî van êrişên siyasî, leşkerî û şerê psîkolojîk divê gelê kurd bi rihê meha adarê tevbigere û xwedî li hebûna xwe derkeve.

Meha adarê vê yekê li ser me kurda ferz dike. Divê em bizanibin, li ser vê axê ji derveyî berxwedan û têkoşînê rê me nagihînin azadiyê. Ger daxwaz û armanca me li ser vê axa pîroz bi awayekî azad jiyîn be divê em li gorî çanda Arî, li gorî rihê Newrozê tevbigerin. Gelê kurd ji tekoşîn û berxwedana xwe tavîz nade. Lê neyarên gelê kurd jî ji bo di civakê de asta têkoşînê bişkîne, wê serî li her cure qirêjiyê bide. Desthilatdarên li ser postê desthilatdariyê rûniştine, bi van êrişan dixwaze emrê xwe dirêj bike. Êrişên li ser HDP’ê pêş dikevin nîşaneya vê yekê ye