Rojnameya Heftane

Li dijî mirovên spî berxwedana jina reşik!

Li ser rûyê erdê tu civak tune ye ku ji pergala serdestan zirarê nedîtibe. Hin civak ji ber zimanê xwe, hin civak ji ber ola xwe, hin civak ji ber rengê çermê xwe rastî zextên…

Hunerê resimî de cinî

Wexto ke merdim tarîxê resimî rê ewnîyeno, vîneno ke tewr zêde morê xo camêrdan dayo piro. Na rewşe Rojhelato Mîyanênî ra bigîrê heta Amerîka, Asya, Afrîka û heta Ewropa her ca bi eynî rengî…

Mehkemeya wijdanê û serdana Spano

“Hiqûq fahîşeyê desthiladariyê ye!”

Mihail Bakunîn

Serokê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê Robert Spano di navbera 3 û 4’ê îlonê de serdana Tirkiyeyê kir. Gelek derdoran bi awayekî mafdar ev serdan rexne kir. Îzahata Spano ya li dijî van rexneyan jî wê meselaya ku dibêje; lêborîna wî ji qebeheta wî xerabtir bû anî bîra me. Îdiaya Spano ev e; ji bo wergirtina doktoraya fahrî ya ji Zanîngeha Stenbolê ew çûye Tirkiyeyê. Zanîngeha ku behsa wê tê kirin jî ji aliyê serokomarê tirk Erdogan ve pûş kutane eyarê wê. Tê de ne akademîsyen ne jî xwendekar nehatine hiştin. Îdiaya Spano pêçavek e ku hewl dide ser rastiyê bigire lê herçî rastî ye di tarîtiyê de jî namîne.

Ji dema ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ji Tirkiyeyê serlêdanên şexsî qebûl dike vir ve ango ji sala 1990’î ve yek ji wan welatên ku vê dadgehê herî zêde mijûl kiriye. Piştî Rûsyayê welatê ku herî zêde mafên ku di Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê de bin pê kiriye dewleta tirk e. Dadgeha ku îro roj Spano serokatiya wê jî dike ji bo dosyayên ji Tirkiyeyê tên mesaiyeke zêde dike. Dema em li biryarên wê yên di demên dawîn de hem jî li biryarên wê yên der barê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de dinêrin, em dibînin ku encam li gorî konjonktura siyasî derketine. Dadgeha Spano nîşan da ku ew li barey dozên ku di encamê de wê li Tirkiyeyê ji bo demokrasiyê hevrûbûnek çêbibe, biryarên esasê nade. Esasa meselê paşve dixe.

Îcar heke em ji esasê ve bi meselê dakevin; Dadgeha Mafên Mirovan weke îluzyonekê tevî gelê kurd, gelên ku bi hêviya edaletê çûn ber derê wê, egle û mijûl kir. Wê bi hostatiyeke mezin ev peyam da; erê rast e, dewletê zilm li we kir, îşkence kir, gundê we şewitand, we ji ser axa we rakir, berê we da xerîbiyê, we bêserûşûn kir lê êdî xeman nexwin, em ê hisabê bipirsin û birîna we bipêçin. Em ê sûcdaran ceza bikin.  Ji sala 1990’î ve gelên li cîhanê li ber derê vê dadgehê çûn û hatin. Tişta ku vê dadgehê kir bi awayekî pir qeba û rûmetşikên bi pera aşkirin bû. Îcar nav û têgînek bi navê tazmînatê jî lê kirine ku kî nebîne wê bibêje bi peran wê ev êş û azar were tanzîmkirin.

Li vê derê divê mirov parantezek ji bo dew û doza Roboskê jî veke. Wê were bîra we li Tirkiyeyê xwedê giravî ji bo sûcdar werin cezakirin mehkeme-şanoyek çêbû. Piştî wê sûcdar nehat cezakirin lê biryara tazmînatê derket. Dê û bavên wan zarok û ciwanan got; em xwîna zarokên xwe bi çend qirûşan nafiroşin û pere negirtin dewa cezakirina sûcdaran kirin. Erdogan wê demê got; wa em pera didin we de hiş bin êdî. Malbatan dozê bir ber dadgeha ku îro Spano serokê wê ye. Dadgeha Spano çi kir, dosyaya malbatan red kir. Îdiaya dadgehê ew e ku dosya di dema xwe de nehatiye temamkirin lê rastî ne wisa ye. Rastî ev e; wê dadgeha Spano beg jî weke Erdogan tenê pera bidaya. Malbatan jixwe pere qebûl nedikir wê demê ne hewce bû ku ev dosya bihata vekirin.

Bi vê serdana Spano êdî tu qîmeteke vê dadgehê jî nemaye lê ev nayê wê wateyê ku bila kes serî lê nede. Naxêr madem ew li serê gelan dek û dolaban digerînin divê ku ji her demê zêdetir mirov li dew û doza xwe, li êşa xwe xwedî derkevin û ew îcar werin egle û mijûlkirin. Tenê bi rêya dosyayan na, di vê serdema dîjîtal û teknolojiyê de bi çalakiyên cihêreng jî. Ji mehkemeya wijdanê mezintir mehkeme tine ye. Ew mehkeme di ser hemû mehkemeyan re ye. Îro roj pêdivî bi vê mehkemeyê heye. Ne tenê li Tirkiye û Kurdistanê li hemû cîhanê pêdivî pê heye ku ew norm û qanûn li gorî exlaqê civakê serwer bikin.