20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mehmet Emîn Ozkan dê mehekê di bin çavdêriyê de bimîne

Girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan ê 83 salî ku di girtîgeha Amedê ya Tîpa D’yê de girtiye, ji bo rapora heyetê werbigire sewqî Stenbolê kiribûn. Der barê Ozkan de ku di 27’ê hezîranê de sewqî Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Stenbolê kiribûn hat gotin ku ‘delîl kêm in û bawerî çênebûye’. Li ser vê yekê ATK’ê Ozkan sewqî Girtîgeha Tîpa  R kir û xwest ku mehekê di bin çavdêriyê de bimîne.

Têkildarî mijarê li ser hesabê medyaya dijîtal ê ku li ser navê Mehmet Emîn Ozkan hatiye vekirin parvekirineke bi vî rengî hat kirin: “Rapora şermê ya ATK’ê ya hevpar! Mehmet Emîn Ozkan 83 salî ye. Nikare bimeşe, dema diaxive zehmetiyan dikşîne, nabihîze! Tevî ewqas nexweşiyan ji ber ku delîlan têrê nekiriye…ma ji bo delîl têrê bikin divê bimire?”

Ozkan ê ku nexweşiyên wê yên giran heye digel rewşa xwe, di 2 hefteyên dawîn de, di navbera Amed-Stenbol û Amed-Elezîzê de, derdora 3 hezar û 300 kîlometre rê hat gerandin. Hat ragihandin ku dema Ozkan bi balafirê diçû Stenbolê jî di balafirê de aciz bûye.

Girtiyê nexweş jiyana xwe ji dest da

Girtiyê nexweş Huseyîn Îdîg ku 26 salan girtî ma û înfaza wî taloq kirin, li nexweşxaneya Misircê ya Sêrtê jiyana xwe ji dest da. Îdîg 26 salan girtî ma û ji ber nexweşiya wî dema li Girtîgeha Tîpa D a Amedê girtî bû di sala 2018’an de înfaza wî taloq kirin.