19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mehmet Ocalan: Divê hemû beşên civakê têkevin nava tevgerê

Birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan, bal kişand ser tecrîdkirina li Îmraliyê ya ku  22 sal in didome û wiha got: “Divê berpirsyariyê tenê li ser mile girtîgehan nehêlin. Divê hemû beşên civakê bikevin nava tevgerê.”

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an heta niha 22 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di tecrîdê de tê girtin. Parêzer bi taybetî ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve bi hincetên cur be cur hatin asteng kirin. Di navbera salên 2011’an û 2016’an de bi hincetên “keştî xera bûye” û “muxalefetiya hewayê” destûra parêzeran nehat dayîn. Piştî sala 2016’an bi hinceta derbarê Ocalan de qedexeyên hevdîtina 3 meh an jî 6 meh hatin nîşandan çûyîna parêzeran hat astengkirin.

Ji ber çûyîna parêzer û heyetan a Îmraliyê hat astengkirin; Hevseroka KCD’ê Leyla Guven di 8’ê Mijdara 2018’an de dest bi çalakiya greve kir. Çalakî li hemû girtîgehan û dervê welat belav bû. Piştî 27’ê Tîrmeha 2011’an cara ewilî parêzerên Ocalan, di 2-22’ê gulana 2019’an, di 12-18’ê Hezîrana 2019’an û di 7’ê Tebaxa 2019’an de çûn Îmraliyê û bi miwekîlên xwe re hevdîtin kirin. Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul di 16’ê gulana 2019’an de gotibû “Li pêşiya qedexeya hevdîtinê di warê hiqûqî de tu astengî nîne.” Lê dîsa jî parêzer ji 7’ê Tebaxa 2019’an ve tên astengkirin. Tenê ne astengkirina parêzeran, destûr nayê dayîn ku malbata Ocalan û malbatên girtiyên li cem Ocalan tên astengkirin. Di 25’ê Adarê de destûr dan ku Ocalan û birayê xwe Mehmet Ocalan bi telefonê bi axivin. Lê telefon di nêvî de hatibû qutkirin.

Piştî dîsa tecrîd giran bû girtiyên PKK û PAJK’ê di 27’ê Mijdara 2020’an de greva birçîbûnê ya bêdem û bidorveger dan destpêkirin. Grev di roja 142’yemîn de didome. Xwişk û birayên Ocalan Mehmet û Fatma Ocalan, têkildarî tecrîd û hevdîtinên malbatê ku nayên kirin ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivîn.

‘Li Tirkiyeyê hiqûq nemaye’

Mehmet Ocalan, bi bîr xist ku herî dawî 4 meh berê hevdîtineke kurt bi rêya telefonê bi kekê xwe re pêk aniye û wiha got: “Êdî gotin nemane ku mirov ji pêkanînên derveyî hiqûqê re bibêje. Derew an rast mirovek li gorî qanûnên xwe kirine zindanê û bi salan e di zindanê de digirin. Tu dewlet î, tu dikarî vê bikî. Vê jî dikî. Lê mirovekî ku hûn wî di girtîgehê de bigirin mafên wî yên demokratîk hene. Li dinyayê jî wiha ye. Nêzî 2 salan e me hevdîtin nekirine. Astengiyên li pêş hevdîtinê bi şewbê ve girê didin. Lê êdî derzî jî hatiye dîtin. Herkes dikare biçe her derê. Li vir bangî gelê kurd, ereb, tirk û gelên din dikim. Dikare parêzerên xwe re hevdîtin bike. Li Tirkiyeyê hiqûqa kêm jî êdî nema ye, berteref kirine.”

‘Em nizanin dijîn an na’

Ocalan, bal kişand ser bandora kekê xwe Ocalan a li ser Rojhilata Navîn û ev tişt gotin: “Hûn li giravê 4 mirovan digirin. Em nizanin ku dijîn an na. Em bi fikar in. Min 12’ê Îlonê dît. Rojek li qereqolê rojek jî li malê bûm. Wê demê hiqûq û edalet hebû. Vê pêvajoyê 12’ê Îlonê derbas kiriye. 2 sal in hevdîtin nayê kirin. Ev nayê qebûlkirin. Di cejnê de herkes çû serdana xizmê xwe. Gelo çima destûr nayê dayîn ev her çar malbat biçin cem xizmên xwe? Di tu qanûnî de ev tune ye.”

Mehmet Ocalan zilma tê kirin jî rexne kir û got: “Ewqas jî zilm nabe. Tecrîd weke mirovî û wijdanî û olî nayê qebûlkirin. Gelo Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) û CPT ku ji bo pêşîgirtina îşkenceyê hatiye avakirin li ku  ne? Ev sazî çima peywira xwe bi cih naynin.? Axaftina Serok dikare pêşî li xwîna dirêje bigire. “

‘Bi Serok re diyalog bê dayîn dê di hefteyekî de çareser bibe’

Ocalan, têkildarî şerê li Herêma Kurdistanê jî axivî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hûn çi navî li vî şerî dikin bikin. Di encamê de mirov dimirin û xwîn tê rijandin. Heke bi Serok re diyalog bê danîn wê ev şer di hefteyekê de bi dawî bibe. Divê mirov pirsgirêka kurd baş bizanine û bişopîne. Pirsgirêka kurd ne pirsgirêka îro ye, 200 sal e didome. Di vê rewşê de kesê ku poirsgirêkê çareser bike Serok e. Ne tenê li Başûr li her derî xwîn diherike. Heke deriyên Îmraliyê vebibein wê ev pirsgirêk çareser bibe. Bi kuştina mirovan ev pirsgirêk çareser nabe. Heke bi Serok re diyaloq bê danîn û dewlet bixwaze şer di nav hefteyekê wê bi dawî bibe. Heta ku tecrîd bidome çareserî ne pêkan e. Weke gelên din mafên gelê kurd jî ên demokratîk û qanûnî hene. Serok jî ji bo vê di girtîgehê de ye. Dewlet çareserkirina vê pirsgirêkê naxwaze. Kurd ne dijminê kesî ne. Mafê xwe dixwazin. Nayê fêmkirin ku dewlet çima naxwaze ev pirsgirêk bê çareserkirin. Tenê daxwaza girtiyan bidawîkirina tecrîdê ye. Berê 5 rojan diketin grevê. Niha 15 rojan carekê dikevin grevê. Di 15 rojan gelek tiştên mezin tên jiyîn. Di çalakiya beriya niha 8 kesan jiyana xwe ji dest da.

Ji Ocalan bang

Mehmet Ocalan herî dawî bang li rêxistinên civakî jî kir û got: “Divê kes ne lal û kor be. Divê herkes mafê xwe yê qanûnî û demokratîk bi kar bîne. Divê em çalakiyên demokratîk pêk bînin. Ji bo em bibin dengê greva birçîbûnê divê em bertekên xwe bînin ziman. Heke em îro gav navêjin em ê sibê dereng bimînin. Ji vir banga me ye ji bo kesên demokrat, rewşenbîr û herkesî. Divê deriyên Îmraliyê bên vekirin.”

Fatma Ocalan jî destnîşan kir ku 7 sal in kekê xwe nedî ye û ev tişt gotin: “Heke bihêlin ez dikarim biçim hevdîtina kekê xwe. Lê nahêlin. Dijî an najî em nizanin. Em dixwazin jê agahî bigirin. Nahêlin em hevdîtin bikin. Divê ev tecrîd bi dawî bibe. Ez dixwazin ev şer bi dawî bibe û tecrîd rabe.”

Navenda Nûçeyan 