16 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mekanîzmaya pergalê ya dijcivakî; tecawiz

Ger mirov bixwaze civakekê ji hev belav bike, mekanîzmayek ku ji tiving, tang û topan bi bandortir heye. Li cihên ku çek têr neke desthilatdar mekanîzmayek li dijî exlaq û nirxên mirovahiyê saz dike. Ev mekanîzma jî pergala ’tecawizê’ ye.
Bûyerên tecawizê li cîhanê pirsgirêka herî mezin a civakan e. Lê tecawiz li Kurdistanê wek polîtîkayên şerê taybet ji aliyê dewletê ve tên meşandin. Bûyerên tecawizê yên li Kurdistanê yekser girêdana xwe bi bîrdoziyê heye. Êrîşeke li dijî nasnameya gelê kurd e. Dewlet dixwaze bi rêya tecewiza li ser jin û zarokan pergala exlaqî ya civaka kurd hilweşîne.

Di bûyerên tecawizên li Kurdistanê de heta niha tu faîl nehatine girtin, berovajî ji aliyê dewletê ve hatine xelatkirin. Em ê bi hîn belgeyên fermî ku heta niha faîl nehatine cezakirin, polîtîkayên şerê taybet ên li Kurdistanê çawa û bi çi rêbazan tê meşandin şênber bikin.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di sala 1997’an de, di dema binçavkirinan de li dijî tacîz û tecawizê buroyek alîkariya hiquqî ava kir. ÎHD’ê der heqê jinên ku rastî tacîz û tecawizê hatine bi raporan ji raya giştî re radigihîne. Li gorî raporên ÎHD’ê heta sala 2019’an 105 jin rastî tacîzê û 544 jin jî rastî tecawizê hatine. Li gor kurterastiya rapora ÎHD’ê hejmara kesên tewanbar bi vî rengî ne; 386 polîs, 125 leşker, 33 tîmên taybet, 22 cerdevan û 66 gardiyan in.

Lê mixabin heta niha kesên ji van tawanbaran nehatine girtin.
Aqilê dewletê ku bûyerên tacîz û tecawizan ji nedîtî ve tê, carek din nîşanî me dide ku bûyerên tacîz û tecawizan ne bûyerên ferdî ne, têkiliyên xwe bi mekanîzmaya dewletê re hene.

Wek mînak;

Kamîle O. di sala 1992’an de li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê di dema binçavkirinê de rastî tecawiza polîsan hat. Doza ku Kamîle O. di vê mijarê de vekiribû, bê encam ma.
Şukran Esen di sala 1993-94’an de hat binçavkirin û rastî tecawizê hat. Ji ber tecawiza di bin çavan de têkildarî 405 leşkeran doz hat vekirin. Lê doz di sala 2008 an de ji ber nebûna delîlên şênber bêencam bidawî bû.
Serleşker Musa Çitil di 29’ê hezîrana 1993’an de li Amedê tecawizê Ş.A ya 16 salî kir.
Leşker û cerdevanan di sala 1995’an de li navçeya Midyadê ya Mêrdînê Ş. A binçav kirin. Hefteyekê her roj li ber çavên xezûrê wê tecawizê wê kirin. Piştî ku hat berdan, dayika 3 zarokan Ş. A di 26’ê îlonê de xwe kuşt. Her wiha piştî wê xezûrê wê jî dawî li jiyana xwe anî.
Cerdevan S. A di sala 1996’an de li Amedê tecawizê R. K ya 10 salî kir.
Di sala 2002’yan de 26 kesan tecawizê N. ya 13 salî kirin. Di nav wan 26 kesan de karmendên qaymeqam, esnaf û serleşker hebûn. Di çapemeniyê de ev bûyer wekî doza şermê jî tê zanîn.
Rêvebera Şaxa Jinan a DEHAP’a Stenbolê Gulbahar Gunduz di 14’ê hezîrana 2003’an de hat revandin û rastî tecawizê hat.

Cerdevan Abdulkerîm I. li gundê Xanîkan yê girêdayî Midyadê tecawizê Nurcan Fîdan dike. Nurcan Fîdan 2’yê tîrmeha 2013’an de dawî li jiyana xwe anî. Lê cerdevan hîn jî serbest e.
Di 2013’an de li Qosera Mêrdînê çawişê pispor E. T tecawizê Ayşe Çeçen a 17 salî kir. Piştî tecawiza çawişê pispor jina ciwan ji aliyê malbata xwe ve hat qetilkirin. Lê ne çawişê pispor û ne jî malbata wê tu kes ceza negirt û dosya hat girtin.
Di 18’ê sibata 2021’ê de li navçeya Stewrê ya Mêrdînê, cerdevanên bi navê H.B û R. Ç ji ber tecawizê hatin binçavkirin. Lê piştî îfadeya cerdavan serbest hatin berdan.
Polîsê bi navê Enes T. tecawizê karmend G. A. U kir. Lê polîs tenê ji kar hat avêtin.
Çawîşê pispor Musa Orhan li Batmanê tecawizê Îpek Er kir û bû sedema mirina Er. Heta niha çawişê tecawizkar nehatiye girtin.

Di 31’ê tîrmeha 2020’î de li Wanê çawişê pispor Tufan A. li wargeha zarokan tecawizê zarokek kir. Tufan A. hê jî serbest e.
Di 15’ê tîrmeha 2020’î de li Şirnexê çawişê pispor Aslan A. dest avet zarokek 13 salî. Tevî delîlên şênber jî çawişê pispor serbest hat berdan.
Li Kercewsê polîs, leşker û cerdevan jî di nav de 27 kes tecawizê zarokek 15 salî kirin. Zarok di 12’ê kanûna 2020’î de li dozgera Kercewsê gilî kir.

Her wiha gelek bûyerên tecawizê yên nehatine qeytkirin û ser wan hatine girtin hene.
Lê bi taybetî di 20 salên dawî de bûyerên tecawizê her diçin zêdetir dibin. Sedema vê jî polîtîkayên hikûmetê yên li hemberî zarok û jinan in. Hikûmet di 20 salan de bi rêya guhertina qanûnan tecawizkaran parast û bû sedema mirina bi sedan jin û zarokan.
Herî dawî hikûmet bi betalkirina Peymana Stenbolê parastina xwe ya tecawizkaran derxist asta herî jor.

Dema em bala xwe didin şiklê bûyerên li ser jin û zarokan xuya dike ku kesên tecawizkar hêza xwe ji dewlet û çekên wê digirin. Ew bûyerên tecawizê ne ji rêzê ne. Hişmendiya serdest bi van bûyeran dixwaze dînamîkên civakê yên wek jin, zarok û ciwanan bi tacîz, tecawiz û hişbirê bê îrade bikin.