Duşem, Hezîran 14, 2021

Mela Teha Germiyanî banga boykotkirina malên tirk kir

Êrîş û operasyonên Tirkiyeyê yên  li herêma Federal a Kurdistanê ku di 23’yê nîsanê de da destpêkirin didome. Ji roja ku artêşa Tirkiyeyê dest bi operasyonên der sînor kiriye li herêmên başûrê Kurdistanê Zap, Avaşîn û Metînayê şer û pevçûnên dijwar bê navber berdewam dikin. Her wiha artêşa Tirkiyeyê  ku bi bombardûmanên bi balafir û helikopteran xwezaya Kurdistanê wêran dike dest bi birrîna daran jî kiriye. Li dijî van êrîşan  bertek û nerazîbûnên kurdan her ku diçe bilind dibe.

Têkildarî van kiryarên dewleta Tirkiyeyê mele Teha Germiyanî  di nimêja îro ya înê de peyamek de û got: “Erdoxan derewan li îslamiyetê dike. Derew, kuştin, dizî, dar birîn û av girtin, di ola îslamê de nînin. Erdoxan bi kiryarên xwe dixwaze gelê kurd ji holê rake. Kel û pelên tirkî nekirin.”

Mela Teha di berdewama peyama xwe de ev tişt anî ziman: “Niha em di nava Kurdistana xwe de dibînin, dewleta tirk çi li gelê misilman dike. Tirkiye dar dibirre, daristanan talan dike. Ev kiryarên bi vî awayî di Quranê de weke ‘fesadî’ tê binavkirin û xweda dibêje ‘Fesadî nekin, daran nebirrin, avê pîs nekin û haya we ji we hebe’.”

Teha di peyama xwe de da zanîn ku xak û welatê wan ji aliyê Erdoxan ve tê talankirin û dagirkirin û wiha pêde çû: “Li cem me xweda heye, ji bilî xweda tu kes piştevaniya kurdan nake. Dar û avbirrîna ji aliyê dewleta tirk û Erdoxan ve, metirsiyek mezine li ser me kurdan. Erdoxan dixwaze bi kiryarên xwe gelê kurd ji holê rake. Em weke gelê kurd bi ola îslamê re xwedî dîrokek paqij in û gelek zanayên me yên mezin hene. Tu carî çavê dijmin bi me xweş nehatiye, dema em kurd dixwazin bibin yek, êrişî me dikin.”

Mela Teha di dawiya peyama xwe de  banga boyktkirina kel û pelên tirkî kir û peyama xwe wiha bi dawî kir: “Ji bo ku em nebin dijminê tenduristiya xwe û zarokên xwe, êdî kel û pelên tirkî nekirin.”