25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mele Selîm û Şêx Şehabedîn

Abdurrahman Sever

Di konsolosxaneya Rûsan a Bedlîsê de hêdî hêdî amedekariya çileyê dihat kirin. Taybetî jî komkirina êzingan pêwîst bû. Demsal payîz, wext teng, hewa sar bû. Derd li ser derdan, mirov penaber jî bibe, hemû demsal wek payîza paşîn derbasdibe. Her wiha ji bo Mele Selîm û çend hevalên wî jî li konsolosxaneya Rûsan demsala çile, berî bi şeş-heft mehan hatibû. Dil teng, dest bêçare li benda encamên bûyer û geşedanên dawiyê bûn. Hema hema her roj, Mela Selîm, li ber pacê, destberguh, li bendê bû, li benda kesekî/ê, li benda agahiyek, li benda tişteke piçûk, çi dibe bila bibe, lê tiştekî… Mixabin her demên ber bi êvarê, ew tiştek nehatîbû û nedihat. Hema hema ew heft meh in, dilê Mela Selîm, ji xem, kul û birînan tije bibû. Şev û roj bi ponijandinê derbas dibû. Gelo Şêx Şehabedîn û hevalên wî çi bûn, li ku û çawa ne? Xortên berxwedêr û dayikên wêrek û jêhatî xwe xilas kirin, an na? Gelo, ji derve berxwedan li bajarên din jî belav bûye yan hatiye tepisandin? Gelo, hevjîn û zarokên wî, hespê wî yê boz, seyê wî yê nobedarê pêşiya mala wî…? Gelo, gelo, gelo…
Di serê sedsala 20’emîn de (1900) Împaratoriya Osmanî bi temamî belav bibû û piştî Evdilhemîd jî rêveberiya Tirkiyeyê ketibû destê Îtihat-Terakî. Îtihat-terakî jî wek desthilatên bêriya xwe ji bo desthilata xwe, zext û zorê li ser bajarên kurd û ermenan zêde dikir. Taybetî jî di komkirina bacan de zêde zêde bêedaletî dikir û ji kurdan bacên zêde dawxaz dikir. Gelê kurd jî cî bi cî nerazîbûna xwe rave dida lê bertekên lewaz fayde nedikir, ji ber ku yekitî tunebû, di her bajarî de her kes bi serê xwe bû. Di van pêvajoyan de pêwîst bû ku pêşengekî/ê berpirsiyariya dîrokê bigre ser milê xwe û bi cih bîne. Nebe, bindestî berdewam dike. Di salên 1910’an de ew pêşengtî bi awayekî xwezayî diket ser milê Mele Selîm û Şêx Şehabedîn. Ji ber ku her du jî zana, qelender, wêrek û xwedêyê kesayetên rêbertî bûn.
Di salên 1911-1912’an de piştî têkçûyîna şerê Balkanan ên Îtihat û Terakî, li Tirkiyeyê qeyrana siyasî gelek kûr dibe. Li her derê, muxalifên dikevin nav liv û tevger û xebatan. Her wiha di vê pêvajoyê de Mele Selîm jî siyaset û geşedanan baş dişopîne û vê yekê wek firsendekê dibîne û bi hevalên xwe re dikeve nav xebateke berfireh. Li bajarê Bedlîs û derdorê çiqas eşîr, mezin, rûsipî û pêşengên baweriyên cûda hebin, bi tevan re têkiliyê çêdike û wateya serxwebûn û xwebûnê vedibêje, datîne holê. Di aliyê din de jî Şêx Şehabedîn, wek fermandarê arteşekê amedekariya şer dike. Armanca şerê xwebûnê mal bi mal digerîne, leşker û lehengên şerê xwebûnê kom dike. Lê desthilata Tirkiyeyê jî di ferqa tevgera kurdan de ye û plansaziya pêşîgirtinê dike. Îtihat Terakî demildest bi walitiya Bedlîsê re diaxife û ji bo tevdîrê hişyarî dide. Di meha sibata 1914’an de waliyê Bedlîsê, ji bo girtina Mele Selîm ferman derdixe û di nav çend rojan de Mele Selîm li Xîzanê li ser xebata rêxistinê tê girtin. Dema Mele Selîm tê girtin û ber bi zîndanê dikevin rê, komek şervanên kurd êrîşî leşkeran dike û Mele Selîm xilas dikin, dibin bajarokê Xumaçê. Ev bûyer dibe nîşaneya şerê çekdarî ya kurd, êdî bi awayekî aşkera, serhildana kurdan û şerê xwebûnê destpê dike.
Mele Selîm di serî de, ewlehiya Xumaçê xurt dike û di çar alî de xendeqan dide vedan. Nêzî heftsed şervanan kom dike ( di serê wan de Şêx Şehabedîn), leşkerên tirk ên Xumaçê desteser dike û di demek kurt de li vir serxwebûnê îlan dike, alaya kurd dadiliqîne. Meh bûye adar, hêviya kurdan bi biharê re geş dibe. Armanca sereke, rizgarkirina Bedlîsê ye. Li her derê jî tevlêbûn zêde dibe. Hêzên kurd li gor plansaziyên xwe, navçe û bajarokên derdoran jî digre bin kontrola xwe û di nav hefteyekê de li Xîzanê baregehekê çêdike. Di vê navbêrê de Mele Selîm û Şêx Şehabedîn, bênavber, bi kurd û ermenên bajarên Bedlîs û bajarên din re dinivîsin û têkiliyê xurt dikin. Her tişt ji bo çûyîna Bedlîsê amade ye. Xof û tirsa waliyê Bedlîsê ku Mele Selîm ji dest revandibû, zêde ye. Dixwaze nêzîkî Bedlîsê pêşî li kurdan bigre, lê nikare û ji tirsa Mele Selîm Bedlîsê diterîkîne û direve. Di şûna wî de waliyekî taybet tê tayînkirin. Waliyê nû ( Mistefa Evdilxelîl) arteşeke mezin amade dike, dixwaze li ser Xumaçê êrîşeke mezin çêbike. Lê hêzên kurd, li her derê tevdîra xwe girtine û rê nade artêşa tirk. Di gelek cihan de artêşa walî şûnva dikşe. Hêzên kurd jî hêdî hêdî ber bi Bedlîsê ve diçin. Di nav çend rojan de xwe digîhînin Bedlîsê û êvarekê dikevin bajêr û şerê mezin li vir diqewime. Rûpelên salnameyan jî 20’ê adarê nîşan dide. Hêvî ji newrozê; bendewarî ji şervanan…
Şervanên kurd, di tariya şevê de firsendekê dibînin û hemû rê û xaçerêyên bajêr digrin bin kontola xwe. Fermandarê mezin Şêx Şehabedîn nîşeyekê dişîne ji walî re û dibêje:” hemû çek û silehên xwe, sazî û tezgehên xwe bihêlin û derkevin ji bajarên me. Destûra mirin û mayîna te berê di destê Xwedê de û paşê di destê me de ye, êdî tu dizanî.”
Hêza walî têra şer nake lê dîsa jî şereke mezin destpê dike. Şervanên kurd, weke govenda newrozê bi coş û kelecan şer dike, gelê Bedlîsê jî ji nîvî zêdetir tev li şer dibe û darbeyeke mezin li artêşa walî dixin. Lê walî vê carê jî bi topan şer dike. Li her kûçeyên ku kurd tê de ne, topbaran dike. Li hemberî topbaranê hêzên kurd gelek windahiyan didin, lê dîsa jî dev ji şerê xwe bernadin. Ji bajarên din jî hêzek mezin ên Îtihat û Terakî ji bo alîkariya walî tê Bedlîsê. Lê hovitiya wan careke din xwe dide der, li ser rêya xwe jin, zarok, kal û pîran tev di komkujiyekê re derbas dikin û tên. Dema, hinek komên kurd jî bêalî dimînin, hêza kurdan diqede. Jin, pîr û kal jî bi xîretî şer dikin lê mixabin li hemberî hovitiyê neçar dimînin. Şêx Şehabedîn û gelek şervan tên girtin, Mele Selîm û çend hevalên wî jî dikevin konsolosxaneya Rûsan a Bedlîsê. Bi sibeha newrozê re li her kolan û taxên bajêr cenazeyên kurd û ermenan dixuyê. Demsala biharê ye, roj, roja newrozê ye, lê ji bo kurdan newrozeke bixwîn e.
Şêx Şehabedîn û hevalên wî bi mehan tên darizandin, her roj li meydana Bedlîsê girtiyek tê daliqandin. Zindana Bedlîsê bi îşkence û kuştinan deng dide, ji bo firaran ferman derdikeve. Di meha gulanê de Şêx Şehabedîn jî li meydana bajêr tê îdamkirin. Beriya daliqandinê bi awayekî serbilind derdikeve ser sêdarê, bi awirên xwe yên tûj, serbilindiya xwe diteyîsîne her derê.
Mele Selîm hê nehatîbû girtin. Ji ber zagonên navneteweyî, artêşa tirk, nikarîbû biketiba konsolosxaneyê. Mele Selîm jî wek penaberekî siyasî yê îlticakirî hatibû nîşandan û wê gavê li ciheke ewlehiyê bû. Lê şerê cîhanê yê yekemîn kûr û berfireh bû, Tirkiye jî bû aliyek şer û êdî dikaribû biketa konsolosxaneya Rûsan. Her wiha di meha mijdarê ya 1914’an de leşkerên tirk êrîşî konsolosxaneyê kirin û mirovekî/e sax û zindî nehîştîn. Mele Selîm jî şer kir, li ber xwe da, lê hêza wî têr nekir û destvala ma. Wek gotinên helbestvanê nemir Evdirehman Alaca:
“ ser me de girtin
Berbangeke kûr
Em du bira bûn
Em dest vala.”
Erê, Mele Selîm li pêşiya konsolosxaneya Rûsan hat kuştin. Xwestin, bila çok dayne erdê, lê Mele Selîm wek kurdên mezin, bav û kalên xwe bi rûmet û qelender bû, çok nedanî erdê, leşkeran gule berdan çongên wî, paşê hemû fîşengên xwe yên neyarî û xwînmij li ser laşê Mele Selîm de barandin. Demsal payîza paşîn, dil teng, dil kul û birîn… Li ser Serhedê jî hêdî hêdî berf dibariya, qey zanîbû miriyên bêkefen in.