Rojnameya Heftane

‘Mercan’

Stran û kilam carnan bûne dengê êş û kederên me, carnan jî bi rengê serpêhatî û gotegotan hatine, mîna ava geliyan xwe li deşt û zozanên welatê me dane û herikîne. Gelek caran bûne stirî û xwe li bîbilkên çavan xistine, bûne bar li ser pişta çavan û xwe di hinarokan de berdane.

Stran nalînên me jinan in, lorînên ku me li her ber destê sibehan ew bi hilanîna rojê re dişûştin. Êvaran ew di pexela xwe de dirazandin, lê ma pêkan bû ku aram bin! Na, ne pêkan bû dema ku wiha dikelijîn êş di qirikan de…

Niha jî lajeya ‘Mercan’ ê di sînga jinan de lê dixe û kezeban disojîne, narazîne dema bixwe wiha hişyar û bîqerar dike. Taqet lê nemaye!.. Çendîn deng têkelê hev bûne; ez dibêjim bi dehan deng in, dengê bi dehan êş, keder, dilsojî û kezebreşiyên jinan… Çawa jî olan dide û zimezimê bi guhan dixe û xwe li reşahiya şevan diale, heya neqelişîne, bêhnê lê nede girtin jî heneseyek kûr nakişîne. Hingê aram e, dema ku dengê bi dehan jinan li gel dengê wê dibe yek…

Niha çawan jî deng lê ketiye; bi qasî aramiyê ewqas jî bi hawarê dinale û dilan dişewitîne, tu yê bêjî roj roja mehşerê ye ku min wiha disojîne, wexta birînan dikemilînim û ew birîneke din li sînga min zêde dike.

Vaye ji te re lajeyek din, lajeyek ku serê zimanê jinan qetiyaye û ber bi te ve hembêzên bi êş vedike:

Strana ‘Mercan’ ku hawara êş û kederên jinê ye, yek ji stranên xemgîn a herêma bakurê Xorasanê ye. Ew jî vedigere çaxa Riza Şah ku cendirmeyên herêma Çinaran gelek kiryarên hovane dikirin. Rojek ji wan rojan cendirme dîsan xwe berdidin dorhêla gundên navbera Qoçan û Çinaran, li wir rastî jina kurd a bi navê Perîşan û keça wê a nûciwan Mercanê tên. Cendirmeyên Riza Şah çawa ku Perîşan û keça wê dibînin êrîşê dikin û destavêjin wan. Perîşan ku taqeta rakirina vê bûyerê nîne, di vegerê de rûyê qîza xwe Mercanê maç dike û wê dişîne cem bavê wê yê bi navê Merdan. Her wiha jê re dibêje, ji bavê xwe re bibêje bes ku bê taqet bûye, nekariye bimeşe û xwe bigihîne wir. Ew piştî ku qîza xwe dişîne cem bavê wê, kêrekê dixe sînga xwe û li şûna vê “jiyana bê şerm”, mirinê hildibêjêre, bi vî rengî dawî li jiyana xwe tîne.

Dema gundî cendekê mirî yê Perîşanê dibînin, sond dixwin ku heyfa wê hildin, ji bo wê jî dest ji kar û barê xwe berdidin, dikevin pey cendirmeyên çav sor. Di encama şopandineke dûv û dirêj de, ew du cendirmeyên gunehkar digirin û dikujin. Dûvre Merdan tevî qîza xwe Mercanê xwe dispêrên çiyayan. Heya çend mehan dûr ji çavên hêzên dewletê; ku li her deverekê li pey wan bûn û dixwestin wan bigirin, dijîn. Ew di dema cejna Newrozê de bi awayekî weşarî tên mala yek ji hevalên xwe û dixwazin li wir cejna xwe pîroz bikin. Bi wesîleya cejna Newrozê Merdan kirasek nû ji qîza xwe Mercanê re dikire û li wê dike. Hêzên dewletê ku li her deverekê û hemû caran li pey wan bûn, hay ji cihê ku ew lê ne çêdibe. Di kêliya ku Mercan û bavê xwe li ber tenûrê xwe germ dikirin de, cendirmeyan dest avêt çekê û berê guleyan dan ser Mercanê. Wan dixwest Mercanê li ber çavên bavê wê bikujin. Ji bo wê, ewil Mercan ku li kêleka bavê xwe rûniştibû kirin hedef û bi guleyekê ew kuştin. Mercan ku li kêleka tenûrê rûniştibû, bi guleya xayîn a lê ketibû, ket tenûrê. Merdanê bavê wê heya ku hay ji xwe bû, gule wek baranê bi ser wî de jî hatin… Merdan gulebaran kirin û ew jî ket tenûrê û bi vî rengî bav û keç di hembêza hev de, di tenûrê de sotin. Nalenala bav û keçê jî bû hawar û fîgana tevahiya gund!..

Mirina vê keça ciwan Mercan û bavê wê, nexasim jî diya wê ya bi qêyret Mercanê ewçend li ser gelê herêmê bandor kiribû ku bi salan ev bûyer ji ser zimanê wan neket. Hunermend û stranbêjan şîn girêdan û ji devê bavê wê Merdan ku di kêliyên dawî a jiyana xwe de dilorand, helbest û stran çêkirin ku strana ‘Mercan’ jî yek ji wan e.

Bi vî rengî nalîna Perîşan û keça wê Mercanê di nav herikîna demê de dibe dengê hemû jinan û heya roja me ya îro tê. Êş û kederên wan dibin xem û xwe li wechê hemû jinan dixin, carnan jî wek girêyeke kûr xwe li qirikê asê dike… Bi êş be jî bi wan bîr dixe ku ew xwedî yek dengî ne û kes nikare vî dengê wan ku ger carnan biêş, dilêş û kezebreşî be jî, têk bibe.

Ev stran heya roja îro jî tê gotin. Bi taybetî jî ji aliyê Şadrowan Îsmayîl Starezadeh Qoçanî ve bi du zimanên kurdî û farsî hatiye xwendin:

Mercan, Mercan keçikî min

Yadgarî jineke min

Li xwînî mayî keçikî min

Keçika min a Çinaranî

Gula soyîz li Demanî

Tendûreyî Kelo Elî

Hestî goştî te lê kelî

Heray lê kelî…