Monday, September 20, 2021

Mêrdîna biçûk: Qadîfeqale

Omer Keskîn

Îzmîr Qadifeqale (Pagos) bi navê din Mêrdîna Biçûk. Bi gotina Baskin Oran jî Mardinkale. Dîroka wê dûv û dirêj e. Dûv digihîje Îskenderê Mezin. Îskender di sefera bakûr de tê Smîrnayê (Îzmîra Kevn). Dibêjin rojek Îskender li qotê Pagosê derdikeve seydê û li vir ji ser xwe diçe û radizê. Xewnekê dibîne. Di xewnê de jê re tê gotin bajar ji cihê wî rake û bîne qûntara qotê Pagosê. Çêkirina Bircên Qadifeqaleyê digihîje piştî mirina Îskender. Di sedsala 13’emîn de, di nav bircên Pagosê de sarinca avê, dêr û manastir jî tê avakirin. Di sedsala 15’emîn de, di dema padîşahê osmaniyan Mehmedê Yekemîn de birc têne xirakirin. Di dema Mehmedê Duyemîn de jî birc têne selihandin û dêrê jî diguherînin û dikin mizgeft. Dîrok dûv dirêj e. Lê dîrok ji bo kurdan xwe her tim dubare dike. Ji ber ku serdestên ku ew ji cih û warên wan qewirandine îro jî eynî qederê ji wan re dinivîsin. Fêm nakin, her çiqas wan kurd ji welatên wan dûrxistin jî kurd dîsa xwe diparêzin. Fêm nakin ku çawa xwe diparêzin. Roja ku fêm dikin, dest bi planên xwe yên parçekirin û dûrxistina kurdan dikin.

Kurd diçin ku wir dikin welatê xwe

Nifûsa qeleyê (kurdên li wir dijîn dibêjin ‘qelê’) bi piranî mêrdînî ne. Di salên 80 û 90’î de hin ji zilma devletê hin jî ji bo aboriyê neçar mane û hatine Îzmîrê. Hemûyan li der û dora hev du xanî ava kirine. Ji hev dûr neketine. Piraniya nifûsa Qadifeqaleyê koçber û bi piranî kurdê mêrdînî ne. Piraniya wan karê mîdye, boyoz û kiloran dikin. Mirov dikare bibêje wek mîdye, kilor û boyozên Îzmîrê ji destên mêrdîniyan derdikevin. Kurd her tim pala xwe dane çiyayan. Ji çiyaya hatin metrepolan. Li metrepolan jî xwe bê çiya nehiştin. Qadifeqale li seranserê Îzmîrê hatiye avakirin. Li ser bircên wê Îzmîr di bin nigê meriv de dimîne. Ji bilî manzereya xwe ya xweş rewş li vê derê her tim di rengekekî polîtîk de ye. Qadîfeqale her tim bi nasnameyê polîtîkî hat nasîn. Ev nasîna dozê duh (21’ê adara 1992’an) ji agirê Rehşan Demîrel a li ser Qelê pêxist dest pê kir û heta îro (18. Hezîran 2021) gihişt Deniz Poyrazê. Her du jî mêrdînî bûn. Her du jî li Qadîfeqale yê mezin bûn. Desthilatdar vê rewşê baş dizanin û ji ber vê yekê dixwazin niştecihên Qadîfeqaleyê belav bikin. Ji ber vê zanebûnê dewletê yekser bi vê sedemê di bin navê zerzele û hezîna axê de dest bi rûxandina malan kir. Dîrok ji bo kurdan dîsa xwe dubare dike. Kurdan her dever kirine rengekî ji welatê xwe. Li ser menzereya behrê û di nav bircan de hin jin nanê tenûrê, hin jî tevn/kilîm, tej û tejberan çê dikin. Ji bo debara mala xwe nan li tenûrê dixin û kilîmên li gor qeyd û bendên berê çê dikin, difiroşin geştiyaran.

‘Nanê qemirandî xweştir e ji hêkên qelandî’

Yek ji van dayik Nesîba Yilmaz e. Bi temenê xwe 60 salî ye. Dayika Nesîba ev pazdeh sal in di nav bircên Qadîfeqaleyê de nan li tenûrê dixe û difiroşe.
Dema me silav da Dayika Nesîba û xwest wê nas bikin, hema dest bi çîroka xwe kir û wiha got: ‘’Şeş zaroyên min hene. Di destpêkê de min nan ji bo malê li tenûrê dixist. Bavê wan (Ji bo hevjînê xwe wilo dibêje) nexweş ket. 17 sal in hîper tansiyon pê re heye. Nikare kar bike. Piştî nexweşiya wî min ji xelkê re bi heq nan çê kir. Min ewil ji xelkê re tenûrek nan dipêt nanek didan min. Paşê aqilekî ji min re got, ‘Tu çilo teştek hevîr bi nanekî lêdixî?’. Min go ka çilo bikim? Nanekî şewitî, şikestî jî li ku bûya ew didan min.’’
Parçeyek nanê qemirandî dirêjê min kir. Carekê min dît nanê cîraneke min hinek zêde qemiriye. Min got: “Nanê te zêde qemiriye xaltîkê”, keniya û got: “Nanê qemirandî xweştir e ji hêkên qelandî.” Vê carê em bi hevra keniyan.
Nesîba Yilmaz anî ziman ku 27 sal in hatiye Îzmîrê û qala jiyana xwe kir: “Îsal 15 sal in em bi nanê tenûrê debara xwe dikin. Li hundirê qeleyê nan li tenûrê dixim û difiroşim. Dema şewba koronayê hefteyê du caran em dihatin tenûrê. Kesî dengê xwe nedikir. Lê ji ber kes tune bû nanê me nedihat firotin.”

Nesîba Yilmaz li gorî temenê xwe yê mezin bi zor û zehmetî vî karî dike. Li ser pirsa ‘Hûn dipên ku şaredarî ji were tenûrekê çêke? axivî û wiha got: “Na, bila tenûrên me xira nekin bes e.”

Her tenûr du metro dûrî hev in. Nesîba Yilmaz û Herbiya Aktaş cîranên hev in. Ez li Herbiye zivirîm û min silav dayê. Ew jî bi emrê xwe çil û pênc salî ye. Dayika neh zarokan e. Min pirsî: “Çend sal in tu hatiyî vir?”

Wê jî bersiv da û got: “Ez 9 sal in li vir im.” Qala rewşa koronayê jî kir û wiha got: “Me di pêvajoya qedexeyan de çêdikir lê hindik. Kêm dihatin firotin. Ji ber qedexeyan kes nedihat. Em jî weke her kesî şerpeze bûne. Ji ber koronayê dest bi xerakirina malan nedikirin. Lê îro min dît çend xaniyan xera dikin. Şaredariya bajarê mezin a Îzmîrê soz dabû me. Gotibû tenûrê me û cihê me nû bikin. Lê henekê xwe bi me kirin. Tu tişt nekirin. Her tenûrek bi 700 tl ye. Sendina wan pir zor e. Gotinên xwe pêk neanîn. Em çêkirina wan naxwazin. Bila xera nekin bes e.”
Xerakirin di dîroka kurdan de her tim xwe bi awayekî cuda nîşan daye. Her tim ji warên xwe hatine dûrxistin. Xaniyê wan bi serê wan de hatiye xerakirin. Niha dîsa xaniyê wan xera dikin. Lê ew diçin ku xwe li wir bi cih dikin û çanda xwe zindî dikin.