spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mêrê bi sed mêrî

Dildarê Amedê

Dibêjin bazirganekî maldar hebû ji bo parastina karwanê xwe 7 parêzvanên wî hebûn. Carekê hevalekî bazirgan jê re got; “Ez mirovekî nas dikim ku mêrekî bi sed mêrî ye. Tu bi ya min bikî li şûna tu pereyan didî ewqas parêzvanan hema wî tenê bigire kar.” Bazirgan jî tima bû û got li şûna ez pereyan didim 7 kesan ez bidim yekî bi tenê, ji min re jî baştir e.

Ez serê we neêşînim bazirgan bang li wî mêrê bi sed mêrî kir û hemû parêzvanên din ên karwanê xwe ji kar derxistin.

Piştî ku çûn barê karwanê xwe bar kirin û ketin rê, di newalekê de rêbir ketin pêşiya karwan û dest bi talankirina wî kirin.

Bazirgan li vî alî, wî alî çavên xwe li mêrê bi sed mêrî gerand lê ew nedît. Dawî dît ku xwe li bin siya darekê dirêjkirî ye û haya wî ji bayê felekê tune ye.

Serkêşê rêbiran hat ba bazirgan û jê re got divê tu 6 baran ji karwan bidî me. Paşê jî got divê tu hespa xwe jî bidî. Bazirgan bala xwe da parêzvanê xwe ku qet xwe ji cih nalebitîne.

Bazirgan ji serkêşê rêbiran re got tu çi ji barê karwanan dibî bibe lê tenê daxwazek min ji te heye.

Bazirgan destê xwe bi alî parêzvanê xwe de kir û got bila yek ji we biçe tiliya xwe bide qûna wî parêzvanê min ê ku li bin siya darê paldayî ye.

Çawa ku serkêşê rêbiran tiliya xwe da qûna parêzvan, ew ji cihê xwe veciniqî û rabû ser piyan. Rêbir tev lê civiyan, lê nikaribûn serkêşê xwe ji nav destê wî derxînin. Mêrê bi sed mêrî kete nav wan rêbiran û tev teslîm girtin, ew perîşan kirin û tev bi darekê ve girêdan.

Mêrê bi sed mêrî berê xwe da bazirgan û jê re got te dît min çi bi serê wan kir. Bazirgan got; “Heyra welehî te ew perîşan kirin û tu mêrekî bi sed mêrî yî lê mixabin tu ji min re nabî, ji ber tu parêzvanê qûna xwe yî ne parêzvanê karwanê min î.”

Îca ez serê we neêşînim bi her sî navê xwedê, gelek partî û saziyên kurdan jî hene ku çîroka wan ji ya mêrê bi sed mêrî ne cudatir e. Tevî ewqas zordarî li gelê kurd dibin, hê jî ji cihê xwe nalivin û tiştekî nakin. Helwesta xwe bi zelalî li dijî vê zilm û zordariyê nîşan nadin û wekî ku tiştek nebûbe jiyana xwe ya rojane berdewam dikin. Lewre dixwazim ji wan re bêjim heyra ma hûn li hêviyê ne ku wekî mesela mêrê bi sed mêrî li we were da ku hûn bikevin nav tevgerê û helwesta xwe li dijî zilm û zorê nîşan bidin. Bê guman li gorî dilê her kurdekî/e welatparêz bersiva herî bi wate ew e ku hemû hêzên kurd bi tifaqeke li ser bingeha berjewendiyên gelê kurd bên ba hev.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê