25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mêrê derewçîn

Wexta payîzê wek her kesekî/ê ez jî tedarikên xwe yên zivistanê dikim. Di payîza dereng de, ji bo ku zivistana min bi qeşa, serma û cemedê derbas nebe di nav malê de, li der û dora me çi qas qirş û qal hene berhev dikim. Lê di van deman de hemû mêrên cînarên min ji mal derdikevin, diçin dar û beran didin hev û tînin malê, ew hemû beriya min tedarekên xwe yên zivistanê dikin. Ez jî her roj ji mêrikê xwe yê teral re dibêjim, ‘de rabe, tu jî xwe bide kêleka cînaran ji me re dar û beran bîne’. Her tim dibêje ‘baş e, ez ê herim’ lê tu carê gava xwe neavêtiye derve!

Sibe heta êvara dereng di malê de wek kundê kor û teral radizê; radibe xwarina xwe dixwe, bi vir de û wê de êvar bi ser de tê, dîsa em bê qal û qirş dimînin. Deh roj, bîst roj wisa derbas bûn, min dît ku ew qûna xwe ji erdê ranake, min got vê carê ez ê xwe bigihînim der û cînaran, qet nebe hinek dar jî bînim, dibe ku mêrikê min bê ber rehma xwedê û rabe ser piyan.

Na dayêêê, na. Îro ev karê min heye, sibe ev karê min heye, her roj derewên wî mezintir dibin. Min dît tu xêra wî ji min re tune ye, min got; rabe rabe, rabe here mala bavê xwe, pêlazimiya min ji te tune ye, tu ji ku ve hatî bi wir de biçe.

Dît ku çavên min sor bûne, hêrsa min mezin bûye, agir ji ber çavên min dipeke, tirsiya, destê xwe avêt ser pişta xwe û got; wî pişta min diêşe, zikê min diêşe. Aqil di nav serê min de nema, waye zivistan hat, berfê xwe avêtiye ser çiyayên der û doran, tu nabêjî em ê vê zivistanê çawa derbas bikin, waye derewên te bûn hezar û tu dibêjî; wî pişta min, wî zikê min, wî serê min diêşe, tu karekî ji min re nakî, rabe here, bila çavê min te nebînin.

Heger tu wan cilên xwe jî bi xwe re nebî, ez ê wan hemûyan bişewitînim. Jixwe tiştekî bişewîtinim tune ye, ew cilên te wê têra min bikin. Hemû cînarên min sibe zû radibin tedarekên xwe yên salan dikin, tu rojekê jî ranabî ji min re du keviran nadî ser hev.

Ew çû, ez mam tenê. Roja dinê min xwe da kêleka cînaran, ez çûm, di nav sê rojan de min dar û berên ji bo sê salan dan hev û anîn malê. Piştî çend rojan, min dît xesiya min bi lez û bez hate ber derê min, devê xwe vekir, got û got… Min got here ji ber derê min, kurê te li te bimbarek be tevî derewên xwe; careke din jî neyên ber derê min û loman nekin.

Hemû kesan ji min re digot; mêrikê te derewçîn e, min ji wan bawer nedikir. Min digot qey dexesiyan dikin, çavnebar in lewma. Na haaa, ne wisa ne, ew teral û bêkêr e. Niha xaniyê min germ û dilê min jî rehet e. Derew mala merivan dişewitînin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê