Sunday, December 5, 2021

Merhaleyên dewletê û defa Sedat Peker

Dîroka împeretoriya osmanî ji komplo, entrîka û dek û dolaban pêk dihat. Her wiha komara Tirkiyeyê jî vê mîrateyê dewr girt û heta roja me ya îro anî. Di nav kevneşopiya dewletbûyîna tirkan de xala herî aşkera û nakok ev e: Kes nizane ka dewlet hikûmetan bi rê ve dibe yan hikûmet dewletê bi rê ve dibin. Meriv dema li kitekit û hûrgiliyên dîroka tirkan dinihêre meriv bi zelalî dibîne ku şopa hin hêzên veşartî yên di nav rêvebirinê de dibîne. Di eslê xwe de ev hêzên tarî ji teref hikûmetan ve tên pejirandin û guhdarkirin. Kî li dijî wan gaveke cudatir biavêje ew ji ya xwe dibin. Lê carna dewlet, dewleta kûr û hikûmetên tirkan dişewişin û pîsîtiyên wan derdikevin holê.

Di lihevnekirinên navbera dewlet û hikûmetê de berê her du aliyan jî tim li kurdan e. Ji mêj ve ye ku şirîkekî dewlet-hikûmetê peyda bûye û ew jî berê xwe didin kurdan. Mafyayên li Tirkiyeyê ji salên 90’î vir ve, bi awayekî çalak li hemberî kurdan û tevgera azadiyê di nav birêxistinkirinekê de ne. Dewlet destûra wan dide û heke hewce bike ew bi xwe jî mafyayên xwe diafirîne. Têkiliya mafyayên turanîparêz yên bi artêşê re jî gelek caran bûye rojev.

Îro li Tirkiyeyê ev rewş dîsa serwer e. Serokê mafyayê Sedat Peker hinek dek û dolabên hikûmetê, dewletê vedibêje. Di van rojên dawîn de Sedat Peker ser hev vîdeoyan dikişîne û li ser Youtubeyê parve dike û herî dawî jî vîdeoya 4’emîn belav kir. Di van vîdeoyên xwe de bal dikişîne ser hinek xalên girîng jî ku heta niha dewlet û hikûmetê ji raya giştî veşartine.

Dostê duhê dijminê îro ye

Serokê mafyayê yê ku demekê li Tirkiyeyê hema gef li her kesî dixwar îro reviyaye çûye derveyî Tirkiyeyê û ji xwe re li defa xwe dixe. Demekê av di navbera Peker û hikûmetê re nediçû, lê piştî ku hikûmetê pişta xwe bi tifaqa MHP’ê û mafyayên piştgirî didan MHP’ê ve germ kir, poz bi Peker nekir û der barê wî de biryara girtinê derxist. Peker hem zilamê dewletê hem jî zilamê hikûmetê bû. Lê ev baş tê zanîn ku hikûmeta AKP’ê û dewleta kûr zû bi zû çivan didin xwe û dostên xwe yên duh ji xwe re îro dikin dijmin. Ev ji 20 salî jortir e hikûmeta AKP’ê bi rê û rêbazên mafyatîk dewletê bi rê ve dibe. Qet guman di vê yekê de tune ye êdî. Ev destnîşan dike ku milet di nav lepên AKP-MHP, dewleta kûr û mafyayê de diperpite.

Albayrak bûne gefxwir

Peker di 4’ê gulanê de, di vîdyoya xwe ya ewil de behsa derketina xwe ya derve kiribû û wiha gotibû: “Li her derê her kesî digot ku birayên Albayrak fermana te derxistine û dê  te bidin girtin. Ez jî neçar mam ku berê xwe bidim derve.” Peker di berdewamiya axaftina xwe de bal kişandibû ser xebat û kiryarên dewleta kûr û wiha gotibû: “Serokê dewleta kûr Mehmet Agar û ew Pelîkanperwerên di nav dewletê de li hemberî min operasyonekê dan destpêkirin. Di nav çapemeniya ku demekê ji min re digot ‘keko’ de, îro navê min wekî ‘serokê mafyayê’ tê bilêvkirin. Mehmet Agar pisporê zemanan e, ew li pey xwe tu şopê nahêle. Helbet destkeftineke wî heye ku ew bi karekî wiha radibe.” Ev gotin ne bela sedem in. Haya Peker ji pevçûna di navbera Hakan Fîdan û Mehmet Agar de jî heye. Erê li xwe danayne, lê ew diniçîne gelek kesan û hişyarî dide wan.

Difikire û mikûr tê

Lixwemikurhatina Peker ne ji xêrê re ye, ev eyan e. Peker pêşî xwest ku bi meseleya Yeldana Kaharman  ve bi ser Mehmet Agar de biçe lê dêna xwe daye ku ev têrê nake û hêdî hêdî tûrikê xwe vala dike. Jixwe gelek kesan bûyera Yeldana Kaharman ji çapemeniyê bihîstibû, ev xebereke teze nîne. Dewletê wekî gelek caran ser vê bûyerê jî girtibû. Lê mînakên vê yeke zehf in li Tirkiyeyê û li ba hikûmeta AKP’ê. Bila Nadira Qadirovaya ku ji terefê parlamentêrê AKP’ê yê Stenbolê Şîrîn Unal ve hat kuştin bê bîra we. Peker bela sedem van nayîne bîra hin kesan, ew difikire û mikûr tê.

Lêpirsîn ji bo rojnameger Agca dan destpêkirin

Li ser daxuyaniyên Peker, parlamentere AKP’ê yê Elezîzê Tolga Agar jî hin daxuyanî dan. Helbet Agarê ji van gotinên Peker re bigota derew in. Dê bigota tu eleqeya wî bi kuştina Yeldana Kaharman re tune ye. Lê belê piştî van daxuyaniyan rojnameger Baransel Agca belgeyên otopsiya Kaharman li ser hesabê xwe yê twîtterê parve kiribû. Lê piştî parvekirinan der barê Agca de lêpirsîn hatibû destpêkirin. Ew serê xwe vedişêrin lê poçika wan li derve ye.

Muxalefet tiştên tên zanîn dubare dike

Li ser daxuyaniyên Peker derdora siyasete jî tev li nîqaşan bû. Kiliçdaroglu û Akşener bi hin xalên ku hemû kes pê dizane meseleye tenê dubare dikin. Yek dibêje ma qey haya we ji Peker tune bû ka bi çi karî re mijûl bû, yek radibe dibêje di serdema wezîrtiya wê de tiştine wiha nediqewimîn.  Partiya DEVA’yê dibêje Tirkiye vegeriyaye salên 90’î lê nizane ku qet Tirkiye ji salên 90’î nebihuriye.

Herî dawî jî daxuyaniyek ji endamê Lijneya Bilind ya Şêwra Serokkomariyê Cemîl Çîçek hat. Çîçek derbarê vîdeoyên Peker de wiha got: “Ew dozgerên ku wan vîdeoyan temaşe kirin, nûçeyan di rojnameyan de xwendine divê, bilivin û çi hewce be bikin. Heke ji hezaran yekê van îdiayan jî rast be ev pirsgirêk û tofaneke mezin e. Heke ji niha ve rê li ber neye girtin ev ê belavî hemû derî bibe.” Ew hemû tiştên Peker ku gotin rast in an jî derew in kes nizane û li holê ne hikûmetek ne jî darazek heye ku sere xwe li ser biêşîne. Lê herçî tofan e, ew ji mêj ve bû ku rabûbû û li ber serê wan bû. Cemîl Çîçek jî têra xwe mirovekî balkêş e û di demên krîtîk de derdikeve diaxive. Mirov dikare ji gotinên Cemîl Çîçek wek hişyariyekê jî fêm bike û dibêje ‘heke ji niha ve rê li ber neyê girtin ev ê belavî hemû derî bibe’. Gelo Çîçek çima ewqas bi fikar e?

Daxuyaniyên berdevkan

Piştî hişyariyan vê carê berdevkê AKP’ê Omer Çelîk û berdevkê serokomarê tirk Îbrahîm Kalin axivîn û herduyan jî di heman çarçoveyê de peyam dan. Berdevkan rasterast muxalefet sûcdar kirin û gotin ku muxalefetê xwe avêtiye bextê kesekî mafyatîk û ev wekî şêweyê siyaseta şermê pênase kirin. Herdu berdevk jî ji bîr dikin ku ev kesê mafyatîk mirovê wan bû, ji aliyê wan ve hat parastin, wezaretê ji bo parastina wî polîs peywirdar kirin, bi destê hikûmetê revî derveyî welat, demên berê li ser navê hikûmetê bajar bi bajar mîtîng li dar dixist, gefên qetlîamê li hemû kesî dixwar. Wê demê mirovê herî baş yê hikûmeta AKP’ê bû û ji ber ku îro hinek qirêjiyên hikûmetê vedibêje bû kesekî ‘mafyatîk’. Derdora hikûmetê niha jî tije kesên mafyatîk in, uslub û axaftinên wezîr, parlamenter û berpirsyarên hikûmetê ji usluba mafyayê jî xirabtir in, lê wisa xuyaye ku gotinên vî kesê ‘mafyatîk’ hikûmeta mafyatîk aciz dike.

Qubedeyên siyasî di rojevê de ne

Piştî daxuyaniya Kiliçdaroglu ji Wezareta Karên Navxweyî daxuyaniyek hat belavkirin. Di daxuyaniyê de şagirdê Mehmet Agar, wezîr Suleyman Soylu wiha diyar dike ku ew li pey qubedeyên siyasetê ne û pirêzeyan li Kiliçdaroglu dike. Demekê Mehmet Agarê ku di koalîsyona Erbakan wan de bûbû wezîrê karê navxweyî hemû derfetên şer û tunekirinê li beramberî kurdan bi kar anîbû. Mohra xwe li serdema mirinên kujernediyar xistibû ku kujerê hemû mirinan ew bi xwe bû. Agar wekî berdevkê dijminatiya kurdan tevdigeriya, lê axir dema ku ji doza Susurlukê hatibû girtin rabû got ez ‘raporekê li ser pirsa kurd’ amade dikim. Ew kesê ku xwîna gelek kurdan di dest wî de hebû dê rabûya nexşerêyekê çêbikira ji bo çareseriyê! Hevserokê BDP yê wê demê Selahattîn Demîrtaş li ser vê yekê gotibû ‘ew kesê ku hêj lêborîna xwe ji kurdan nexwestiye dê raporekê nikaribe amade bike.’ Lewra wî wiha xwe bi heft avan bişûştaya jî dê dijminatiya wî ya beramberî kurdan jê neçûya. Mehmet Agar ê ku duh hevkariya partiya Refahê bû îro jî hevkarê AKP’ê ye û şagirtê wî Soylu peywira wî ya berê tîne cih.

Di meseleya Sedat Peker de çend tiştên nû tenê hene ku haya piraniya raya giştî jê tune ye. Wekî din ji xwe hemû diyar bûn û dewletê pêdivî bi daxuyaniyekê, dozekê jî nedît. Raya giştî ya Tirkiyeyê li ser van meseleyan zêde sere xwe naêşîne, xisleteke wê ya bi vî rengî tune ye, lewma jî dê zû hînê rûçikê Peker bibe.

Yên Ergenekonê çi tînin bîra me

Navê Agar, Peker û gelek mafyayên dîtir ku van rojan tên bilêvkirin di meseleyên Ergenekonê de jî derbas bûbûn. Wê demê dozgerên cimaeta FETO’yê bi rêya AKP’ê çend dozên girîng yên wekî Ergenekon, Balyoz, KCK, Selam-Tewhîd, Taşhiye û Sîxurtiya Leşkerî dabûn destpêkirin. Bi van operasyonan gelek kes hatine girtin û rûyê dewleta kûr a Tirkiyeyê bi Ergenekon û Balyozê ve çêtir dixuya.

Lê armanceke sereke ya van operasyonan jî tesfiyekirina siyaseta kurdan bû. Bi operasyonên KCK’ê bi sedan siyasetmedarên kurd hatine binçavkirin û girtin. Hewldanên qirkirina siyasî her ku bi ser nediket doza operasyonan berdewam kir. Piştî k udi 15’ê tîrmehê de FETO bi derbeyeke leşkerî rabû, hikûmeta AKP’ê xwe cardin avêt bextê Ergenekonciyan. Yên ku dosyeyên Ergenekon û Balyozê amade kiribûn dozgerên FETO’yê bûn, lê piştî derbeyê doza Ergenekonê û Balyozê wekî “dozên kompasê” hatibûn qebûlkirin û piraniya girtiyên ji ber van dozan hatin berdan. Hikûmetê got; dozgerên cimaetê ev dosye amade kiribûn û li ser vê yekê wê destê xwe da destê dewleta kûr û tarî. Hemû girtiyên doza Ergenekon û Balyozê hatin berdan.

 Heman dozgeran dosyeyên doza KCK’ê jî amade kiribûn. Hikûmeta AKP’ê pêşiyê doza KCK’ê jî wekî doza kompasê bi nav kiribû lê pişt re jî  dadgehan bi berdewamî dozên KCK’ê didomandin û piştî demekê doza KCK’ê ji nav ‘dozên kompasê’ hat derxistin. Vê yekê amaje bi dijminatiyeke daîmî dikir.

Destdanîneke profesyonel e ya Agar

Digel van hemû babetan jî hikûmetê tifaqa xwe bi mafya û faşîstan re xurttir kir. Êdî mafyayê jî xwîna kurdan binoşiya dê rihet nebûya. Hikûmetê ji ber vê yeke tawîz da mafyayan. Êdî berpirsên xwîna kurdan û mafya di heman wêneyî de bûn.

Mehmet Agarê ku piştî axaftina Sedat Peker cardin derkete rojevê bersiv da Peker û diyar kir ku ew gotinên Peker yên derbarê Marînayê de hemû ji rastiyê dûr in. Peker di axaftina xwe de gotibû ku Agar gef li karsaz Mubarîz Mansîmov xwariye û dest daniye ser Marînayê. Agar li ser vê yekê wiha got: “Ez ne xwediyê Marînayê me, lê ez rêvebirê wê yê profesyonel im.  Heke ez li wir nebim ew der dê bikeve deste mafyayan.” Mehmet Agar di sala 2020’î de li ber manzaraya marînayê bi serokên mafyayê û tawanbarê bûyera Susurlukê yên wekî Alaatîn Çakicî, Engîn Alan, Korkut Eken re wêneyek kişandibû. Dijminên kurdan dîsa hemû di wêneyekî de bûn.  

Dewlet, dewleta kûr û dewleta herî kûr

Li Tirkiyeyê destê kê di bêrîka kê de be sibê ew dest vedigere diçe xeneqa wî. Gelên Tirkiyeyê xerîbên vê rewşê nînin ya rastî. Lê belê ew girêfîtka di navbera dewlet-hikûmet-dewleta kûr de hê jî ji hev nehatiye çareserkirin. Mafya, Pelîkanperwer, turanîperwer hemû ketine pêsîra hev. Pelîkanperwerên ku girêdayî malbata Albayrakan e û bi serperiştiya Hîlal Kaplan, Melîh Altinok û Suheyb Ogut wan tên birêxistinkirin dema ku Davutoglu ji partiyê veqetiyabû jî Dawutoglu ji xwe re kiribûn armanc. Li ser medyayên ku ketibûn bin destên wan, wisa gotinan ber hev re diavêtin, digijgiîn hevûdu.

Hikûmeta AKP’ê ji bo berjewendiyên xwe dikare her kesî bifiroşe û dest bide her kesî. Demekê AKP’ê û cemaeta FETO’yê dest dan hevûdu û li dewleta kûr û Ergenokê rapelikîn. Gelek tişt derketin holê lê dilê kesî bi van dozan xweş nebû. Lewra hemû jî ji bo berjewendiyan dihatin ristin û çareserkirin. Dû re zêde wext ser re nebihurî, hikûmetê dest da dewleta kûr û cimaeta FETO’yê tesfiye kir. Êdî li Tirkiyeyê çend heb dewlet hene kes nizane: Dewleta kûr, dewleta kûrtir û dewleta herî kûr. Mîna kuliyan e.

Soylû li ser rêya Agar e

Sedat Peker di vîdeoya xwe ya 4’emîn de bi giranî behsa Suleyman Soylû kir. Divê ev bê bibîrxistin û qet ji bîra kesî neçe: Mehmet Agar dewsa xwe ya di nav dewletê de jî ya DYP’ê jî ji Soylû re hişt. Soylû ne tenê şagird lê di heman demê de berdevkê dewleta veşartî û Agar wan e jî. Ji ber ku Peker bi ser Agar de çû divê Agar şagirdê xwe bixista dewrê û li ser Soylû bersiv bidaya. Peker di vê vîdeoyê de xalên girîng destnîşan dike. Peker dibêje ku dema Soylû dixwast bibe serokê DYP’ê dost û xizmên min tim pê re bûn. Peker wekî çend xalan behsa pêwendiya Berat Albayrak û Soylû jî dike û dibêje: ” Min nasekî xwe şand ba Soylû ji bo Stenbolê wî got Stenbol di destê Albayrak de ye ez nikarim tiştekî bikim. Li ser vê yekê jî te ez kirim dijminê Berat Albayrak.”

Peker balê dikişîne ser xwekuştina serokê emnîyeta Sîlivriyê Hakan Çalişkan û dibêje haya Soylû û amîrên din hebû ka Çalişkan çima xwe kuştiye.

Her wiha Peker behsa Soylû dike û dibêje yê ku ewil ez agahdar kirim ku der barê min de dosyeyek tê amadekirin jî Soylû bû. Soylû di teziyeyekê de li Peker digere û dibêje ku der barê te de dosye amade dikin. Heke ez bi rewşeke talûke bihesim ez ê te beriya wê agahdar bikim. Jixwe polîsên parastinê yên ji bo Peker hatibûn dabînkirin ji teref Soylû ve hatibûn erkdarkirin.

Peker di axaftina xwe de Tayyîp Erdogan ji hemû gotegotan berî dike. Hê niha newêre li ser Erdogan xeber bide. Lewra heke der barê Erdogan de jî mikûr bê dizane ku dê gelek kes xwe jê bidin alî. Îro sibeh heke Erdogan der barê Peker de biaxive jî Peker dê newêribe li ser Erdogan tiştekî bibêje. Girseya ku Peker xîtabî wê dike nikare ji Erdogan re tiştekî bibêje. Ji ber vê yekê berê xwe dide kesên derdora Erdogan û dibêje we dora Erdogan girtiye û nahêlin tu tiştî bikin. Lê Peker bi xwe jî dizane ku Erdogan serê hemûyan e.

Soylû jî wekî qubedeyê siyasetê bi Peker re dikeve devjeniyê. Serê sibehê wî jî bersiv da Peker lê bersivdayîna wî ji retorîkeke eletewş û derewan pêve ne tu tişt e. Soylû jî ji ser Peker ji xwe re kesine din dike hedef. Berê wî helbet dê li kurdan be jî. Ew jî li ser rêya Agar bi xwe ye.

Ev destpêkek e ji bo aşkerakirin dek û dolaban

Îro yên ku desthilatiyê xistine nav lepên xwe yên qirêj çiqas jî hewl bidin xwe jê bişon dê nikaribin. Teniya reş e li rû ye. Muxalefeta Tirkiyeyê newêre zêde bi ser vê meseleyê de biçe. Li qadê şûna siyayesetê lewçetiya qubedeyên tirtire serdest e. Lê axir ev qubedeyên ku tilî pêçiyên wan ji her derê derdikeve dê ji bo parastina xwe gelek dek û dolabên hevûdu aşkera bikin. Şerê wan şerê bazara çekan e, bazara tiryak û petrolê ye. Di vî şerî de hikûmet li aliyekî, dewlet li aliyekî û mafya li aliyekî nîne. Ev her sê alî jî yek in û heke yek derkeve pêşberî wan jî divê ew bê tunekirin. Bê guman bazara wan a ku hemûyan li sere li hev kiribe jî kurd in.

Pekerê ku duh Tirkiye emanetî wî dihat kirin îro firarê dewletê ye. Peker ji bo gelek aliyan direqise. Dengê defa wî ji bo hin kesan e. Peker dixwaze piştgiriya nijadperestan, yên di navbera dewleta kûr û hikûmetê de mane bigire lê nikare. Radibe çepgiran, şoreşgeran bi bîr tîne, lê nabe. Axir dengê daholê ji dûr ve jî xweş nayê êdî. Dest û piyên Peker li hev aliyaye. Qubedeyên şewişî dê bibin sedema aşkerekirina gelek pîsitîyên heyî. Herçî hikûmet e, daraz e, hiqûq e, cendirme û polês in ew ê yan takara stûyê xwe bixurînin, yan jî takara stûyê wan dê bê xurandin.     