19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Meseleya zimanî û tebeqeyên kurdî

Bahoz Baran

Di meseleya eleqedarî û xemxurîya zimanî da li qada bakurê Kurdistanê bi qasî ku ez dibînim sê tebeqe xuya ne.

Tebeqeya yekem: Ew gel e, karker e, cotkar e, karmend e, bê kar e. Gelek jê zêde hay ji meseleya zimanî û bişaftinê nîn in û bi karê xwe daketine. Wextê qal tê ser meseleya zimanî mirov dibîne ku xemxur in, xemê dixwin lê xema wan, êşa wan bi zanîn û hişmendîyê ber nexwarîye û wekî agirê pûşan zû ditefe. Ji bo agirê zanîn û hişmendîya vê tebeqeyê ya zimanî gur bibe (çirûskên) pêşengên jêhatî lazim in. Helbet di vê tebeqeyê da jî hinek hene sist bûne û bi ber bayê serdestan ketine û ji eslê xwe dûr ketine, lê bi qasî ku ez dibînim bi piranî ne wisa ne. Ev jî ji bo me hêvîyeka xurt e.

Tebeqeya duyem: Bi piranî mamoste, xwendekar, nivîskar û hunermend… in. Gelek jê xemxurên kurdî ne, ji bo zimanî tê dikoşin û kar û barê kurdî bi piranî li ser milê wan e. Ev tebeqe, di warê hişmendî û zanîna zimanî da xurt e. Helbet di vê tebeqeyê da jî hinek jê zêde zêde xemxur in û serî dikişînin, hinek jî sist in. Tiştê xuya dike, di warê zimanî da şoreşek hebe, ronahîyek hebe, dê ji vê tebeqeyê dest pê bike, ev tebeqe dê pêşengîya wê bike. Jixwe aniha qels be jî ew pêşengîyê dike.

Tebeqeya sêyem: Ew sîyasetmedar û rayedar in ku pêşengîyê ji vî gelî ra dikin û erk û hêz bi piranî di destê wan da ye. Ev tebeqe –bi xwendin û sîyasetê ra eleqedar e helbet– pir zêde hatîye bişaftin û zimanê wan yê rojane danûstendina wan ya bi mirovan ra ne bi kurdî ye. Ji qada xwendin û zanîn û hişmandîya zimanî dûr in. Loma jî nikarin di warê zimanî da ji vî gelî ra pêşengîyê bikin û rêya vî gelî ronî bikin.

Meseleya zimanî, meseleyeka cidî ye, hebûnî ye û divê mirov çareserîya vê meseleyê bi tenê ji wan sîyasetmedar û rayedaran ra, ji tebeqeya sêyem ra nehêle, çimkî heta niha me ji wan ra hiştîye û tiştek ji qelsehewldana wan derneketîye. Ew heta niha, di vê meseleyê da bê plan û program tev gerîyane. Eger hûn li plan, plansazî û destûrnameya wan ya sîyasî binêrin hûn ê li ser meseleya zimanî tiştekî berbiçav nebînin, ev bêcidîyetî ye. Di meseleya zimanî da, neteweyek, pêşengên neteweyekê nikarin bê plan û program hereket bikin. Li dinyayê nimûneyên wê hene, mirov tiştek neke jî dikare ji wan sûdê werbigire.

Ji bo çareserîya nexweşîyekê divê pêşî yek–neteweyek– qebûl bike ku nexweş e, piştî ku qebûl kir gerek xwe teslîmî nîvdixtoran jî neke û biçe ser dixtorên bira, nimûneyan ji xwe bide, tehlîlên xwe bike û reçeteya xwe binivîse û bi halê xwe bizane, nexweşîya wî giran e yan na? Dê tenê reçete têrê bike yan lazim e tiştên din jî bike? Helbet dikare wekî din jî li ser xwe û nexweşîya xwe hûr bibe. Lê ya giring pêkanîna xal û dermanên wê reçeteyê ye. Divê em ji bîr nekin, nexweş jî em in û kesên ku dê refeqetê ji me ra bikin jî em in. Helbet li dinyayê em tenê nehatine û nayên bişaftin, mirov dikare li dinyayê binêre, çavdêrî û lêkolîneka baş çêbike û nexşerêya xwe hinekî din jî xurt û zelal bike. Ji ber ku me berê gelek tişt ceribandine û zêde tiştek ji wan derneketîye, gerek em sûdê ji tecribeya xwe ya borî werbigirin û hinek tiştan dubare nekin.

Tebeqeya duyem, ji alîyê zanîn û hişmendîya zimanî da xurt e, ev kar bi piranî dikeve ser milê wê. Tebeqeya duyem dikare her du tebeqeyên din jî biguherîne. Lazim e ev tebeqe, ji tebeqeya yekem dûr nekeve, wan kêm nebîne, kêm nexe, ji alîyê hişmendî û zanîna zimanî da wan perwerde bike, bi destê wan bigire û rê ronî bike. Wexta tebeqeya yekem û duyem bigihîjin hev û bibin hêzeka xurt, tebeqeya sêyem jî dê mecbûr bimîne xwe biguherîne û di warê meseleya zimanî da hêz û erka xwe bi kar bîne, di destûrnameya xwe da cî bide zimanî. Zanîn û hişmendîya zimanî dişibe aşîtê, heke rê li ber vebe û mirov bi plan û program hereket bike ew guloka berfê dê mezin bibe. Li vir tişta sereke xwesteka xelkî ye, xelk dixwaze, ev gelekî giring e û derfet e ji bo me, lê 15-20 salên din belkî ev xwestek û derfet pir qels bibe, divê em hay ji vê yekê hebin û di warê zimanî da tiştan taloq nekin. Dema wê hatîye û derbas jî dibe. Ji bo tebeqeya duyem bi ser bikeve, divê xwe xurt bike û baş organîze bibe, hûr û pizûrên vê meseleyê ji hev derxe û li gorî karên ku dê bên kirin plana salane derxe, nexşerêyekê bide pêşîya xwe, plana acîl ya pênc salan, bi xalên berbiçav dîyar bike.

Tora Ziman û Çanda Kurdî, çirûskek e ku di vî warî da şewq dide, lê gelek kêmanîyên wê hene. Ew tor, divê ji xeynî rojên zimanî çalak be, xwedî navend be, bernameya xwe dîyar bike û bikare têkilîya wan tebeqeyan çêbike û wan bigihîne hev.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê