Wednesday, December 8, 2021

Mêvan ji mêvan aciz e…

Beriya çend rojan hevdîtinek di navbera Serokê Rûsyayê Vlademîr Pûtîn û Serokomarê Îranê Ibrahîm Reîsî de pêk hat. Serokê herdu welatan bi rêya telefonê hin mijarên di rojevê de nîqaş kirin. Di nava nîqaşên wan de mijara krîza Sûriyeyê jî hebû.
Pûtîn û Reîsî der barê Sûriyeyê de di mijarekê de gotina xwe kirine yek û gotine ku hebûna hêzên biyanî li Sûriyeyê rê li ber çareseriyê digire.
Sedî sed ev tesbîteke gelekî rast e û divê rojek berî rojekê hemû hêzên biyanî ji Sûriyeyê derkevin. Lê pirsgirêkek li vir heye gelo Rûsya û Îranê hebûna hêzên xwe li Sûriyeyê wekî hêzên biyanî dibînin an na?

Bêguman ew ne behsa hêzên xwe dikin û ne behsa hêzên dewleta tirk jî dikin. Dema dibêjin hêzên derve ew behsa DYA’yê dikin lê jibîr dikin ku hêzên wan bi xwe jî gelek deverên vî welatî dagir kirine.
Dewleta Îranê li aliyê sînorê Iraqê li Dêra Zorê û Bû Kemalê milîs û komên çekdar ên nêzî xwe bicih dike, hewl didin gelê wê herêmê birêxistin bikin û dibistanên zimanê farisî li wir vedikin. Her wiha li aliyê sînorê Libnanê li hin deverên bajarê Humsê jî milîsên xwe bicih kirine da ku bi rihetî karibin xwe bigihînin Libnanê jî.
Ew xewna xwe ya salan pêk tînin û dixwazin xetekê ku ji Iraqê heta Sûriye û Libnanê dirêj dibe ava bikin û xwe lê bicih û war bikin.

Rûsyayê jî ji xwe hemû desthilata Sûriyeyê xistiye bin kontrola xwe û heke heta bi hetayê rejîma Şamê berdewam bike ew nikare ji bin deynên Rûsyayê xelas bibe.
Raste Rûsyayê gelek deverên Sûriyeyê bi rêya peymanên bi dewleta tirk re ji komên çete û çekdaran paqij kirin lê di heman demê li beramberî wê hin deverên Sûriyeyê bi destê dewleta tirk ve berdan.
Rûsyayê bi rêya dewleta tirk ew komên çekdar, ji gundewarên Şamê, Hema, Humus û Helebê dan hev û bi otobusan ew ji wir derxistin û birin li Idlibê bicih kirin.
Li hemberî wê jî dewleta tirk deverên wekî Efrîn, Serêkaniyê, Girêspî, gelek deverên din xistin bin destê xwe.

Îca em vegerin ser daxuyaniya Pûtîn û Reîsî dema ku ew dibêjin divê hêzên biyanî ji Sûriyeyê derkevin, bêguman ew xwe wekî hêzên biyanî nabînin, ew xwe ji malê dibînin.
Tevî hemû nakokiyên di navbera wan herdu welatan de dîsa jî bi dev wiha dibêjin û wekî ku herdu welat xwedî yek helwestê bin.
Lê bi rastî jî bi bo çareseriya hemû pisgirêkên Sûriyeyê divê di serî de ew herdu welat hemû dagirker hêzên xwe ji Sûriyeyê vekişînin.

Dibe ku Rûsya û Îranê bibêjin ew li ser daxwaza rejîma Şamê bi hewara rejîmê ve hatine û hebûna xwe ya li wir rewa bihesibînin lê ev yek ji bo herêma Rêveberiya Xweser ne wiha ye. Wan tu kesek venexwendiye herêma xwe, lê dijberî wê yekê wan her dem li hemberî hêzên ku hewl dane têkevin herêma wan derketine.
Her çendî dibe ku vê yekê mirov nikaribe li ser zimanê rejîmê bêje lê ji bo deverên rizgarkirî yên Rêveberiya Xweser ango ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mirov dikare bi dilekî rihet bibêje ku mêvan ji mêvan aciz e lê xwediyê malê ji herduyan aciz e.